Friday, October 23, 2009

Atalay: Wê Di Rojên Pêş De Pêşketinên Nû Çêbibin

Rûdawnet – Enqere: Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê û Koordînatorê 'Vebûna Kurd' Beşîr Atalay, pêvajoya Tirkiye têre derbas dibe nirxand. Atalay bersiva nerînên CHP û MHP'ê jî da û herwiha jiber pêşwazîkirina Grubên Aştiyê rexne li DTPê jî girtin û got 'şovê' dikin. Atalay ragehand ku armanca wan qedandina "Terorîzmê" ye û ji bo vê mebestê bi welatên derve re jî dixebitin. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Beşîr Atalay daxwiyand ku pirsgirêkên Tirkiyê yên aloz bûne çareser dikin û domand: "Di vê çarçovê de em pirsgirêka terorê bi 'Vebûna Demokratîk' çareser dikin. Em dixwazin di vê çarçovê de dû tiştan bikin. Yek bilindkirin astê demokrasiyê ye. Pirsgirêkên civakî bi azadî û demokrasiyê tên çareserkirin. Lewra me got 'Vebûna Demokratîk'. Ez bawerim emê gelek pirsgirêkên din jî di vê çarçovê de çareser bikin. Aliye dûyem jî nehiştina 'Terorê ye'. Em dixwazin yekîtî û hevpariya neteweyî bihêz bikin, biratiyê pêşve bibin û di vê atmosferê de terorîzmê ji holê rakin. Em bang dikin 'Vegerin teslîm bibin'. Berî her tiştî ligel cîranên me Îran, Iraq, Suriye û Bakûrê Iraqê xebat tên meşandin. Em 'Têkoşîna xwe ya dijî terorê bi hemû aliyan re dimeşînin'. Ev xebat wê berdewam bikin." 'Wê pêşketinên din jî hebin!' Atalay eşkere kir ku di çarçoveya xebatên wan de wê di rojên pêş de pêşketinên nû çêbibin û pêde çû: "Me wek pêvajoyekê dest bi vê xebatê kir. Vebûna demokratîk bi awayekî tê rêvebirin ku yekîtiya me bihêz bike. Di vê çarçovê de grubek 'bo teslîm bûnê' vegeriya. Li ser banga me 34 kes hatin. 26 ji Mexmûrê 8 ji Qendîlê hatin. Li gor lêkolînên saziyên dewleta me derketiye ku kes ji van bi sedema tawanekî din nayên tawanbarkirin. Ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve li Deriyê Sînor ê Xabûrê lêpirsîn ligel wan hatiye kirin. Ev hemû di jêr însiyatîfa Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de hatiye kirin. Di mesela darizandinê de çi tê xwestin wiha dike." 'Opozîyon derewan dike' Di berdewamiya axftina xew de Atalay, daxwiyaniyên MHP û CHPê jî wek ajîtasyona li ser xwîna leşkeran û derew nirxandin û got: "Kesên di vî warî de daxwiyanî dane li gor zagonan nehêniya lêpirsînê binpêkirine û ev jî tawan e. Serokê Giştî yê CHPê bi agahiyên kêm, xwestiye bandorê li ser darazê bike û beyanên derew û xelet dane. Daxwiyaniyên tên dan li ser derew û gotegotan hatine çêkirin û enbên darazê bi neheqî hatine tawanbarkirin. Ev li hemberî darazê û endamên darazê bêrêziyek e. Ev îddîayên opozîsyonê derew in û tû fêdê nagihînin Tirkiyê. Di serî de em bang dikin û dibêjin ev meseleyeke neteweyî ye. Di dema xebatan de tiştê ji destê min hat, min hewl da bi hemû derdoran re biaxifim û alîkariya wan werbigrim. Lê opozîsyon hê jî li ser têkdana serê hevwelatiyan, tevdigere. Baykal li ser malbatên şehîdan dixwaze hinek berjewendiyen bi dest bîne." Ji Atalay gotinên wek tehdîdan Atalay pêşwazîkirina Grubên Aştiyê yên ji Mexmûr û Qendîlê hatin Tirkiyê jî wek "Bêberpirsyariya DTP'ê" wesif kir û dirêjî bi axaftina xwe da: "DTPê jî bi vê pêşwazîkirinê bêberpirsyariyeke mezin kiriye. Niha ew jî qebûl dikin ku ev xeletî kirine. Ji bo xeletî dernekevin em axivîn lê dîsan jî ev bêberpirsyarî ji aliyê DTP'ê ve hat kirin. Ne mimkûn e em van dîmenan qebûl bikin û bila kes cardin van mînakan dûbare neke. Kesên vedigerin jî divê rêbazên dewleta Tirkiyê bizanibin û wiha bên. Ez bang li hemû kesî dikim ku bi hestyarî tevbigerin. Me dest avêtiye vê mijarê û hûnê bibînin dê gelek pêşketinên din jî çêbibin. Pêwist e hemû kes bi hestyarî tevbigere û piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê. Bi pêşwazîkirinên şovane, DTPê alîkariya çareseriyê ne kiriye. Em destûrê nadin tu kes careke din kesên teslîm bûne bike wesîleya serkeftinekê. Ev pirsgirêk demê dixwazin. Welatên din jî yên pirsgirêkên wan ên wiha hene û emê jî bi biryar vê pêvajoyê bidomînin." Li ser pirsên rojnamegeran Atalay ragehand ku rêbazên dewletê diyar in û dewlet nikare rêbazên xwe biguherîne û banga, "Werin poşman û teslîm bibin" kir. Derbarê hevdîtina bi Hevserokê DTPê Ahmet Turk re jî Atalay wiha axifî: ''DTP partiyeke legal e û dibe pêre biaxivin. "Me hişyarî da DTP bo ev şov neyê kirîn, lê dîsan jî Turk nikarî vêna pêk bîne. Turk hewl da lê dîsan jî ev şov çêbû."

No comments:

Post a Comment