Thursday, October 29, 2009

VOA: Kemal Burkay Derheqa Vegera Welt diaxife



29/10/2009

Kemal Burkay
Kemal Burkay

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sîyasetvan û nivîskar Kemal Burkay behsa vegera xwe ya welêt dike û gazîya serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyip Erdogan ya bo hatina wî û Yaşar Kaya dinirxîne.

Birêz Burkay dibêje, ew hez dike vegera welatê xwe, lê di destpekê de, divê bingehên çûyîna rewşenbîr û sîyasetvanên derva werine amade kirin. Ez nîyeta serokwezîr Erdogan rind dibînim lê ew yek têr nake. Eger qanûna bingehîn naye guhertin û hindek xal neyên rakirin, ku xalên ku nivîs û ramanên me wekî tawan dibînin, em dê çawa vegerin? Ez naxwazim li vê temena xwe bikêvim zindanê. Ez 30 sal li hevîya vegerê mam, ezê çend mehên din jî bisekinim.
Rêzdar Burkay her wiha dibêje, rêbazên wan yên çareserîya pirsa Kurdî, ji yên DTP cihê ne. Em federasyona li Kurdistana başûr, di çareserîya pirsa Kurdî de nimûneyeka baş dibînin. Dîsa, Belçîka û Swîsre jî mînakên din yên baş in.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.

hevpeyvîn
Guhdarî bike (MP3)

No comments:

Post a Comment