Monday, October 26, 2009

Zana: Divê Kes Hêviyên Aştiyê Neke Qurbana Hesabên Hilbijartinê


Rûdawnet – Diyarbekir: Parlementera DEPê ya berê Leyla Zana derbarê pêşketinên dawî yên Tirkiyê de daxwiyaniyek da. Zana da zanîn ku pêşketinên demên dawî herçiqasî hêviyê jî didin lê metirsî û fikaran jî li xwe digrin û got: "Pêwist em alîgirên jiyan û jiyandinê bin. Divê pêşwazîkirinên gruban baş bên xwendin û herkes zimanê aştiyê bikar bîne." Herwiha Zana bang li partiyên siyasî jî kir û xwest tu kes hêviyên aştiyê neke qurbana hesabên hilbijartinan. Leyla Zana li Komeleya Rojnamegeran a Herêmê daxwiyaniyek da çapemeniyê. Zana wiha axivî: "Vê pêvajoyê em nêzîkê aştiyê kirine. Pêwist e hemû kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Ev berpirsyariyeke wijdanî ye. Ez bang li hemû kesî dikim bo vê berpirsyariya wijdanî bi hest tevbigerin û hev fam bikin. Em di demeke dijwar de derbas dibin. Di demên wiha de pirsgirêk ji hev famkirinê ji holê radibin. Pêşketinên demên dawî hêvî jî bi xwe re anîne. Li aliyekî ez bi hêvî û li aliyê din bi fikar im." 'Mala me hemûyan wêran bû' Leyla Zanan, bang li malbatên Tirk kir ku di nava şert û mercan de êş kişandine û dirêjî bi axaftina xwe da: "Tiştê îro em jê re dibêjin bes e, înkar, îmha û îsyan e. Em aliyê jiyan û jiyandinê hildibjêrin. Lewra divê em hemû rêbazeke demokratîk û dadperwer bikar bînin. Ev pêdiviya perjewendiyên hevbeş e. Divê ji bo gelên li ser vê axê dijîn bi parastina nasnameye azad û berjewendiyên hevbeş rewş pêş bikeve. Ev rewş wê yekîtiya Tirkiyê bihêztir bike." Di berdewamiya axaftina xwe de Zana, bibîr xist ku hemû hevwelatiyên Tiriyê êş û jan kişandine û domand: "Hemû gelên Tirkiyê êşên mezin kişandin. Hinek kes malên wan hatin şewitandin. Hinek kes rastî îşkenceyên giran hatin. Hinek kes gundê wan hatin şewitandin û sirgûn bûn. Hinek kes ji aliyê kesên nediyar ve hatin kuştin. Hinek kes malên wan wêran bûn û bi milyar dolaran zirar giha wan û bi rojan birçî man." Banga partiyên siyasî Zana, bang li partiyên siyasî yên Tirkiyê jî kir û xwest hemû partiyên siyasî di vê pêvajoya aştiyê de bi hişmendî, hestyarî û wêrekî tevbigerin. Kevne parlamentera DEPê, ji hemû partiyên siyasî xwest ne ji bo berjewendiyên xwe, herwiha bo berjewendiyên civakê û Tirkiyê tevbigerin: "Hemû kes divê ji bo aştiyeke dadperwer û bi rûmet tekoşîna xwe berfirehtir bikin. Ez bawerim ger em bi wêrekî û aqilane têbikoşin em ê encameke girîng werbigrin." Derbarê pêşwazîkirina Grubên Aştiyê de ku ji Qandîl û Mexmûrê hatin Tirkiyê, Zana nerînên xwe anîn ziman û got: ''Şahiyên gelan ji hev cuda ne. Tiştên bûne rast nehatine xwiyakirin. Naveroka tiştên li vir hat jiyan kirin nehat dîtîn. Ev pirsgirêke ya hemû hevwelatiyên Tirkiyê ye. Ji bo pêvajo bê pirsgirêk derbas bibe divê hemû kes berpirsiyariyên xwe bîne cih. Bi taybetî jî divê çapemenî zimanê aştiyê bi kar bine. Zimanê têkdana civakê ne zimanê aştiyê ye. CHP û MHPê tu wate nedaye vê pêvajoyê. Ev pêvajo ji bo hemû civakê ye. Divê Bahçelî û Baykal bi tirsa hilbijartinê tevnegerin"

No comments:

Post a Comment