Saturday, October 3, 2009

QETILKIRINA CEYLAN ONKOL

Di ser qetilkirina Ceylan Önkol re 5 roj derbas bûn...

Her çendî Fermandariya Giştî qetilkirina Ceylanê ji aliyê eskeran înkar bike jî, lê belê lêkolînên der barê bûyerê de, heqîqet derxistin holê...

Heyeta Mafên Mirovan ya li devera qetilkirina Ceyalana biçûk lêkolîn kirin, encamên rapora xwe eşkere kir...

Di raporê de tê gotin, sedema mirina Ceylanê, gulleya hawanê ye...

Heyetê diyar kir ku rayedarên dewletê ji bo bûyer bê ronîkirin, ti xebat nemeşandine...

Hemeta Mafên Mirovan, çûn gundê Xambaz ê girêdayî navçeya Amedê Licê û li cihê bûyerê, li ser qetilkirina Ceylana 13 salî lêkolîn kir...

Mazlum Der, ÎHD, Odeya Tebîban û Baroya Amedê, li devera Ceylan lê hate qetilkirin, li şahidên bûyerê guhdarî kir...

Encamên rapora heyetê, nirxê li Kurdistanê ji mirovan re tê nîşandan, radixe ber çavan...

Heyetê li devera bûyerê, cil û bergên Ceylan ê perçeyên bedena wê yên li qadeke 150 metrekare belav bûbûn dîtin...

Roja bûyerê jî, tevî ku hatin agahdarkirin, cenderme û dozgerî bi bahaneya ewlekariya jiyana wan nîne, neçûn devera bûyerê....

Tenê wê rojê kamereyekê didin destê meleyê gund da ku wêneyên Ceylanê bikşîne..

Bedena Ceylan ya perçekirî jî, 6 saetan hat rawestandin û paşê gundiyan bi derfetên xwe ew ji wir rakirin...

Heyet di rapora xwe tîne ziman, ku rayedarên dewletê encax piştî 3 rojan li xwe danîn ku biçin cihê bûyerê...

Otopsî jî ne li cihê bûyerê, lê belê li nîzamiya Qereqola Cendermeyan Abali a 8 kîlometro dûr, hat kirin...

Heyeta otopsiyê jî, ji doktor, xizmetkarekî paqijiyê û xebatkareke adliyê pêk dihat...

Heyet encamên vê otopsiya sethî jî, ji teqdîra raya giştî re dihêle...

Lê ya ku herî zêde mirovan matmayî dike, daxuyaniya Fermandariya Giştî ye.

Serfermandariya artêşa tirk îdîa dike ku di wê saetê de, li herêmê ti guleyên hawanê nehatin avêtin.....

Lê belê kesî bawer nekir ji vê daxuyaniya ku beriya muayena balîstîk hatiye kirin.

Ji xwe şahidên bûyerê jî dibêjin, beriya qetilkirina Ceylanê, dengê hawanê hatiye wan...

Ev deng jî, ji tabura Tabantepe ya 3 kîlometro dûrî cihê bûyerê hatiye...

Di raporê de tê gotin, 'prensîbên huquqê yên navneteweyî' hatine binpêkirin û bang li heyeta Mafên Mirovan ya Meclîsê tê kirin da ku bikeve nava tevgerê...

Birayê Ceylan Rıfat Önkol û apê wê Abdulsamet Gencîoğlu jî, dixwazin demek ji ya din zûtir berpirsiyar bên dadgehkirin...

KUŞTINA CEYLAN ONKOL
DOZGER GEF LI MALBATA ONKOL XWAR

Rapora Heyetê bi vê jî bi sînor nîne.

Dozgerê dewleta Tirk ê Licê Mistefa Kamil Çolak li şûna ku bûyerê lêbikole û wezîfeya xwe bi cih bîne, gef li gelek endamên malbata Onkol xwarin.

Heyet, nemaze cih dide vegotinên birayê Ceylanê Rifat Onkol.

Li gorî vê, Onkol dibêje; tevî hewldanên wan, ne dozger û ne jî rayedarên din ji bo cenazeyê xuşka wî nayên.

Rifat tîne ziman ku cenazeyê Onkol li hawîrdorê belav bûye û diya wî neçar maye parçeyên keça xwe berhev bike.

Wexta cenaze dibin qereqolê eskerên li wir berê sîlehên xwe didin ser wan.

Dozger jî bi uslûbeke gefan li wan bixwe dipeyive.

Dîsa di dema bûyerê de bavê Ceylanê li mezrayeke din e, ji lewra jî dozger bi uslûbeke bi mane dipirse: tu çima çû wê mezrayê.

Kengî birayê Ceylanê li ber vî şêwazî radibe dozger gefan lê dixwe û dibêje; nepeyive naxwe ez ê te ji vir dûr bixim.

Gefxwarinên dozger tenê ev nînin, di heman demê de gefan li apê Ceylanê Tahsîn Onkol û keyayê gund ê xizmê wan e; Ebdulsemed Gencioglu jî dixwe.

Di rapora heyetê de nuqteyeke din a balkêş heye.

Ji ber ku di sala 1992'an de esker gund dişewitînin, gullebaran û bombe dikin, psîkolojiya birayê Ceylanê Sedat Onkol xira dibe.

Sedatê wê wextê 3 salî bûye, ji ber ku şoke dibe, hînê jî tutî ye.

QETILKIRINA CEYLAN ONKOL
LI WANÊ BI MEŞEKÊ HAT PROTESTOKIRIN

Nerazîbûnên li dijî qetilkirina Ceylana biçûk, zêde dibin...

Xelkê Wanê îro meşek li dar xist û bersiva pêwîst dan dewletê....

Û ji ber bêdengî û xwekerrkirina wê ya beramberî bûyerê, rexne li raya giştî hat girtin..
Bi armanca qetilkirina Ceylana 13 salî, girseya qelebalix ya bi hêrs, li ber Şaredariyê kom bû....

Û heta Walîtiyê bi gotina sloganan meşiya...

Parlamenterê Wanê Özdal Üçer û rêveberên DTP'ê jî cihê xwe di nava girseya gel de girtin..

Wêneyê Ceylana bedena wê hate perçekirin yê bi nivîsa 'Şîrove ya we ye' hovîtiya hatiye kirin, raxist ber çavan...

Girseya gel bi gotina 'Erdogan destê xwe ji zarokan bikşîne' jî, berpirsiyariya dewletê ya ji bûyerê nîşan da....

Piştî meşê, li ber walîtiyê daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Pinar Kurt ve hat xwendin û îşaret bi heman mijaran hat kirin...

Kurt weha got, 'Carna bûyerek, dikare heqîqeta welatekî eşkere bike'.....

Kurt anî ziman ku ji roja AKP'ê bûye desthilatdar, qetilkirina zarokan zêde bûye û got, ji bo hewldana çareseriyê baweriyê bide, divê Ceylan neyên kuştin.

Her weha ji ber bêdengiya li hemberî hovîtiya bûyerê, rexne li raya giştî hat girtin...


Ciwanên Kurd jî li dijî qetilkirinê bihêrs in...

Koma navê 'Yekîneya Tolhildanê a Ceylan Önkol' lixwe kirî, li Batmanê rû li çûnûhatinê girt û çalakî li dar xist...

Li ser deswerdana polêsan, ciwanan jî bi molotofan bersiv da..

çavkani: Roj TV


No comments:

Post a Comment