Friday, October 2, 2009

Rojnamevanê Kurd Emerîkê Serdar Xelata Serkeftinê Wergirt





Emerîkê Serdar

Emerîkê Serdar

Navê rojnamevan û nivîskarê Kurd Emerîkê Serdar li nav hemî Kurdan bi nav û deng e. Camêr, xîzmetên dûr û dirêj kirîye sewa çand û zimanê Kurdî û gelek berhemên hêja afirandine. Emerîkê Serdar, jibo rojnameya Rîya Teze jî xîzmeteke mezin kirîye ku rojnameya Kurdî ya herî jiyandirêj e. Wî, 15 salê wekî serokê rojnamê, bi giştî 42 salan di Rîya Teze de xebitîye. Serdar, xencî xebata xwe Rîya Teze, her wiha 3 salan, di Radyoya Yerevanê de jî kar kirîye.

Emerîkê Serdar ku serokê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Ermenîstanê ye, xwedîyê gelek nivîsar û pûrtûkên hêja ye. Hinek jî afirandinên wî Destê dê, Şayîk Du Cara Kirin, Dengê Dil, Gundê Me, Hetanî kengî, Hisreta Emir ûgelekên din. Rewşenbîrê Kurd Emerîkê Serdar meha çûyî, ji alîyê Navenda Bîyografî ya Navnetewî (International Biography Center) ve, jiber kar û xîzmetên wî yên hêja û biha giran hate xelat kirin. Serdar hejayî xelata –Profosyonelê Cîhanê ye Mezin 2009- hate dîtin ku her sal bo kesên herî serkeftî têne dayîn.

Hevkarê me Robîn Reşvan, hevpeyvînek bi rêzdar Emerîkê Ser re kirîye, derheqa jîyan û afirandinên wî û her wiha, rewşa medyaya Kurdî li Ermenîstanê.

Gelî guhdaran, heku bixwazin guhdarîya vê hevpeyvînê bikin, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.

hevpeyvîn
Guhdarî bike (MP3)

Source: VOA

No comments:

Post a Comment