Sunday, October 25, 2009

Roj TV: Civîna MYK'a DTP'ê dest pê kir

Civîna MYK'a DTP'ê dest pê kir
Civîna Lijneya Rêveber a Navenda DTP'ê (MYK) dest pê kir. Hevserokê Giştî yê DTP'ê Ahmet Turk, beriya cîvînê, diyar kir ku DTP'ê di pêşwazîkirina Komên Çarseriya Demokratîk û Aşîtiyane de 'Şov' na hewil daye ku alîkariyê pêvajoya aşîtiyê bike û wiha got: "Ger DTP nebûya, pîrozbahiyên ewqas bi perqal çê nedibûn. Difna kesekî xwîn nebû. Di nav dîsîplînek girîng de pêşwazî pêk hatin. Divê rola partiya me bê dîtin."

Cîvîna MYK'a DTP'ê piştî kongereya di 4'ê cotmehê de yekem car hate li dar xistin. Di civîna MYK'yê ya bi serokatiya Hevserokên Giştî yên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna pêk hatî de, dê pêşketinên rojên dawî bên nirxandin. Di civînê de bi taybetî hatina Komên Aşîtiyê û pêşketinên hatin jiyîn û rexneyên li dijî DTP'ê dê bên nîqaşkirin. DTP dê derbarê xebatên Komên Aşîtiyê de sekna xwe ya ji niha û şûn de zelal bike. Li bendê ye ku piştî civînê daxuyaniyekê bê dayîn.
Bi taybetî çav li rê ye ku derbarê pêşwazîkirina Koma Aşîtiyê ya ji Ewrupayê bê Stenbolê de biryarekê zelal derkeve holê. Her wiha tê payîn ku DTP bi vê cîvînê xebatên xwe yên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de jî zelaltir bike. Xebatên DTP'ê yên bi Meclîsa Aşîtiyê ya Tirkiyeyê, saziyên sivîl, ronakbîran re jî dê kişif bibe. Her wiha derbarê xebatên koma Meclîsê yên di pêşerojê de jî dê biryar bên girtin.

'Difina tu kesî xwîne nebû'

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk berî civîna MYK'ê rexneyên dawî yên ji bo partiya wan hatine kirin nirxandin. Turk, diyar kir ku niyeta DTP'ê ya şovê tuneye û ev gotîne bê heqiye sucdariye. Turk wiha got: "Em çima bi gelê xwer şovmeniyê bikin. Tenê derdê me aştiye û alîkariya aştiyêye." Turk, daxuyand ku di pêşwaziyê de gelê kurd tenê aşitî xwestiye û daxwaza xwe û hêstrên xwe yên aştiyê anîne ziman û ev yek ji bo çareseriyê şansek. Turk, da zanîn tevlî bûna DTP'ê ya pêşwazîkirinê şansekî gelek girng bû û wiha dom kir: "Heke DTP neba pêşwazîkirinekî bi vî awayî dernediket holê. Difina tu kesî xwîn nebû. Di nava dîsîplînekî girîng de hatin pêşwazî kirin. Divê rola partiya me li vir bê dîtîn."

'Civîn veşarî nebû'

Turk, derheqê civîna bi Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay re ya li Çewlika Ormanê ya Ataturkê jî agahî dan û wiha domand: "Me di wê civînê de tu tiştên veşarî ne axiftin. Tiştên heya niha me anîne ziman me carek din anîne ziman. Şahiyên hatine kirin daxwaza aştiyê ye." Turk, gelek kesên li wir bûne şahidê civînê û wiha got "Dema ku polîs û leşker tevlî vi karî nebin tu bûyer nayên jiyandin û me ev ji wezîr xwest. Zaten we jî çêbû"

No comments:

Post a Comment