Saturday, October 3, 2009

Dewleta Tirk dixwaze terora xwe veşêre



AMED-RIHA, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- TSK'ê di daxuyaniya têkildarî qetilkirina keçika 12 salî Ceylan Onkol a li Mezraya Doleka Gundê Şenlîka Navçeya Licê kirî de îdia kir ku wê saetê li herêmê topbaran nehatiye kirin.

Lê daxuyaniyên bi nakokî yên rayedarên din ên dewletê hewldana veşartina qetilkirina Onkol radixin ber çavan.

Radeyar dixwazin qetilkirina keçika 12 salî Ceylan Onkol a di encama topbaran Tabûra Tapanteyeyê ya Navçeya Licê de li Mezraya Doleka Gundê Şenlîkê pêk hatî de, veşêrin. Rayedarên ketine nav hewildana veşartina qetilkirina zaroka biçûk dikevin nav nakokiyan.

Piştî qetilkirina Onkol Waliyê Çewlikê Îrfan Balkanlioglu îdîakiribû ku Onkol di encama teqîna mayîna PKK'ê de jiyana xwe ji dest daye. Balkêş e ku hêz dozgerî neçûyî cihê bûyerê Balkanlioglu daxuyaniyek ku heta niha ji bo sedan qetilkirinan hatiye gotin wekî encama lêkolînekê ji rayagiştî re ragihnad. Piştî Onkol Dozgerê Komarê yê Licê ku bi hinceta, "Ewlehiya can tune ye" 3 roj piştî bûyerê çû cihê qetilkirina Onkol, nû lêpirsîn da destpêkirin.

Tuggeneral Metîn Guralp ku têkildarî mijarê di civîna çapemeniyê ya hefteyî de agahî dan ev îdîa anîn ziman: "Em wekî TSK ji ber mirina zarokek biçûk xemgîn in. Lêpirsîna derbarê mijarê de didome. Lê li gorî agahiyên ji rayedarên leşkerî yên tabûrê hatine standin, wê seatê topbaran nehatiye kirin."

Malbatê nerazîbûn nîşan da

Piştî daxuyaniyên TSK û Walîtiya Çewlikê ya der barê qetilkirina zaroka biçûk Ceylan Onkol malbata Onkol bertek nîşanî daxuyaniyan da. Birayê Ceylan Onkol, Rifat Onkol derbarê daxuyaniyan bertekên tund nîşan da û wiha got: “Ger xwîşka min bi mayîna PKK’ê jiyana xwe ji dest da çima rayedarên dewletê nehatin cihê bûyerê û cenazeyê xwîşka min bi saetan erdê ma.”

Li mezraya Xambaşa bi ser gundê Şenlikê zaroka 12 salî di encama topbarana qereqolê jiyana xwe ji dest da û rayedarên dewletê hewldan ku bûyerê veşêrin û biavêjin stûyê PKK’ê. Malbata Onkol bertek nîşanî TSK û Walîtiya Çewlikê dan. Birayê Ceylan Onkol, Rifat Onkol wiha got: “Ger xwîşka min bi mayîna PKK’ê jiyana xwe ji dest da çima rayedarên dewletê nehatin cihê bûyerê û cenazeyê xwîşka min bi saetan erdê ma. Ger xwîşka min bi mayinê jiyana xwe ji dest bida dê dest û lingên wê zirar bidîta. Lê zikê xwîşka min hatiye parçekirin. Ev agahî di rapora bijîşkan de jî cih digire.” Onkol da zanîn ku bila qatilên xwîşka wî bên dîtin û werin cezakirin û wiha got: “Mebesta me ew e ku bila Ceylanên din neyên qetilkirin. Di wê hêviyê de me ku xwîşka zaroka herî dawî hatiye qetilkirin be û zarok neyên qetilkirin.”

DTP’a Sêwregê qetilkirina zaroka kurd Ceylan Onkol bi çalakiya meşê ku gelek kes beşdarbûnê şermezar kir. Gelek DTP’î li pêşiya avahiya DTP’ê hatin cem hev û heta meydana Kanlikuyuyê meşiyan. Di meşê de sloganên wekî; ‘Qatil dê hesabê bidin’ û ‘Bijî biratiya gelan’ hatin avêtin. Li qadê ji aliyê serokê DTP’a Sêwregê A. Melîk Karaç ve daxayî hat xwendin. Karaç bal kişand operasyonên ku herêmê pêk tên û bûyer şermezar kir

Parazvanên mafên mirovna derbarê qetilkirina keçika 12 salî Onkol de rapor amade kir

Heyeta parêzvanên mafên mirovan derbarê qetilkirina keçika 12 salî Ceylan Onkol a li Mezraya Doleka Gundê Şenlîka Licê rapor amade kir.

Di raporê de nîqaşên çareseriya pirsgirêka kurd hatin bi bîr xistin û bêdengiya hikûmetê ya li hemberî vê qetilkirin wekî rewşek vahîm hate nirxandin.

Di raporê de bersiva pirsên, "Cureyê çeka bûye sedema qetilkirina Onkol çiye?

Çima dozgoer neçûye cihê bûyerê û dîmen bi muştar û meleyê gund daye kişandin? Ligel ku derfet hebûye li saziye tenduristiyê otopsiyê bikin çima li qereqolê otopsî hatiye kirin?" hatin xwestin. Heyeta rapor amade kirî xwest ku di zûtirîn demê de Wezareta Karên Hundir bûyerê ronî bike.

Ji Fermandarê Qereqola Ataçinarê Mazgîrtê topparana ser rûnişvanan

Fermandarê Qereqola Ataçinarê, piştî êrîşa hewanê ku di encamê de gelek sewalên Mezraya Alîdosta Navçeya Mazgîrtê telef bûn, ji gundiyan xwest ku bêyî çapemeniyê agahdar bikin kêşêyê di nava xwe de çareser bikin.

Hate zanîn ku şevê din leşkerên Qereqola Cendirmeyan ên Ataçinarê, mêrga Mezra Alîdosta Gundê Îbîmahmutê ya Navçeya Mazgîrtê da ber topên hewanê. Di encama êrîşa topên hewanê de 4 jê dewar gelek sewalên gundiyan hatin kuştin û 5 sewal jî birîndar bûn. Bi dehan sewal winda bûn. Piştî êrîşê tu lêkolîn pêk nehatin û sewalên ku mirar bûyîn li cihê bûyerê hatin hiştin.

Welatiyê bi navê Niyazî Şahîn ku di êrîşê de sewalên wî mirar bûn, diyar kir ku Fermandariya Qereqola Cendermeyan a Ataçinarê bang wî kiriye û jê xwestiye agahiyê dene çapemeniyê. Şahîn wiha got: "Fermandar bangî min kir û got 'Çamemenyê agahdar nekin. Em di nava xwe de çareser bikin' lê jiyana me ne ewqas erzan e." Welatiyê bi navê Gulgun Şahîn jî bertek nîşanî êrîşê da û diyar kir ku ew bi dengê êrîşa hewanan çûne cihê bûyerê û wiha axivî: "Nîvro em li malê bûn. Me dît teqînek mezin pêk hat. Birayê min Nîyazî jî çûbû mêrgê sewal diçêrandin. Piştî teqînê bi tirsa ku tiştek bi serî birayê min hatiye em bi lez çûn cihê bûyerê. Dema em çûn cihê teqînê me dît gelek sewal mirar bibûne û birayê min Nîyazî ji dengê teqînê ji ser hişê xwe çûye û 2 saetan nehat ser hişê xwe."

'Topa hewanê bi zanebûn avêtin'

Şahîn, diyar kir ku ji ber di nava rojê de topa hewanê avêtine xakê, matmayî ne. Şahîn, destnîşan kir ku tenê çavkaniya debara gundiyan sewalkariyê û ji ber wê jî dertên zozonan û wiha got: "Ma dê kes li van gundan jiyan nekin? Çavkaniya me tenê sewalkariyê, lê destûra vê yekê jî nadin. Birya min jî, li 3-4 sewalan dinêre ji bo bi vê xizantiya xwe debara mala xwe bike. Piştî mirov van buyeran bibînin dê çawa jiyan bikin. Dê sibê topên hewanê bavên malan jî. Êdî mirov ji tirsan re newêrin derkevin derve. Ma mafê mirovan wiha ye? Mirovahî wihaye? Qerekol cihê ku cihê sewal tên şerandin gelekî baş dibîne. Bi zanebûn topa hewanê avêtin." Şahîn, anî ziman ku rayedarek jî nehatiye cihê bûyerê. Ji şîneyê gund Erdal Şahîn (32) jî, got ku ger dê qerekolê topa hewanê berdana çima agahî neda me? Em agahiya em dê sewala bibin çêrê, nadin qereqolê, lê divê dema ew topan bavêjin agahiyan bidin me. Dema topên hewanê raste rast tên berdan, mirov zirarê dibînin. Lazime li cihê nêzî gundan û mirov lê dijên topan navêjin. Niha qereqol tiştên gelekî xelet dike. Îro sewal na, dibû ku mirovan jî jiyana xwe ji dest bidana."

'Ma jiyana mirovan ewqasî erzan e'


Welatiya bi navê Naîme Ozdemîr (53) jî, bang li rayedarên dewletê û fermandarê qereqolê kir û wiha got: "Ma jiyana mirovan ewqasî erzan e? Ma ev mirovên li vir neguhin? Mirovên li vir dinava tirsê de dijîn, bi guman in û nikarin biçin malên xwe. Dema êvar tê, dernakevin derve û tiştîkî nakin. Li gundê me dest şo li derve ne. Mirov bi şevê dernakevin dest şoyê jî. Ji ber tirsa qewimîna buyeran û bombeyan." Ozdemîr, bi lêv kir ku dema zarokê wê dertên dervê timî ditirse û wiha axivî: "Ger li cihê sewalan mirov miribûna. Me nê dîsa jî tiştek nekeribûna. Li cihê ku canê mirovan here, ma meriv karê canekî din bîne? Kes karê agirê dilê dayikê vemirîne na kes nikare vemirîne?" Dayika Nîyazî Şahîn, Îpek Şahîn (63) jî, derbirî ku piştî dengê teqemeniyê agahî dane wan û ji ber fikara tişt bi kurê wê hatiye gelekî tirsiyaye.
(Dîha / ajansan / HAWAR NET)
.

çavkani: © HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment