Friday, October 30, 2009

Ji Aydar nameyek ji bo Obama: Bêbextiyê li kurdan nekin

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: În, 30. Cotmeh 2009
löjl
güncel ANF 29.10.2009-Endamê Konseya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û serokê kevin yê KONGRA GEL Zubeyir Aydar ji Obama dipirse ku ew, li ser kîjan esasî û belgeyan, gunehkariyên neheq dikin û got: PKK, di têkoşîna 30 salan de, dijberiya kesekî, bi giştî li dijî berjewendiyên DYA�yê neketiye nava hewldanan û hedef negirtiye.
Nameya Aydar, bi gotina �Birêz Barak Obama� dest pê dike û dibêje, �PKK, ji bo azadiya gelê kurd têkoşînê dike. Lê dewleta we, rêxistina PKK�ê, ku ji bo azadiya gelê kurd têkoşînê dike, bi awayekî neheq û derî hiqûqî, di lîsteya rêxistinên terorîst de bi cih kiriye. Serokê Amerîka yê berî we, birêz Buhs jî, di hevdîtina 5�ê mijdara 2007�an de, bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayip Erodgan re, bi armanca ku Tirkiye memnun bibe PKK wek dijminê Amerîka îlan kir. Wezîrê Karên Xezînê yê Amerîka jî, di 30�ê gulana 2008�an de PKK, di lîsteya ku qaçaxa narkotîkê dike de bi cih kir û navê rêvebirên PKK�ê, Murat Karayilan, Riza Altun û Zubeyir Aydar jî, dikirand.�

�HEQARET Û ÎNFAZ E�
Aydar di nameya xwe de hewldanên DYA�yê mîna heqaret rawe dike û wiha dibêje: �Birêz Obama, di sedsala 21�ê de ku peymanên gerdûnî wek nirxê herî pîroz yên mirovahiyê têne dîtin, ev neheqî çima, li ser kîjan esasî û bi kîjan belegeyan? Em vê yekê wek heqaret qebûl dikin, wek înfaza bêdadgeh dibînin. Gelê kurd jî vê êrîşê li dijî xwe hesab dike û nerazîbûna xwe tîne ziman.�
Aydar diyar kir ku di dîroka PKK�ê û têkoşîna PKK�ê de, yek carê û li tu deveran têkildarî qaçaxa narkotîkê nebûye û got: �Dewleta tirk, bi riya medya û bi armanca şerê psîkolojîk, li dijî Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd, her dem serî riyên kirêt û bextreş daye. Baş tê zanîn ku dewleta tirk di vî karî de navdar e û di raporên navneteweyî de jî ev yek hatiye dikirandin. Ne li Tirkiyeyê û ne jî li dewletên cîhanê, der barê haraketa me de, dozeke bi vî sûcî nehatiye vekirin.�

TRAFÎKA NARKOTÎKÊ...
Aydar bal kişande ser rapora Wezareta Karê Derve ya Amerîka û Interpolê ku gelek caran destnîşan kirine ku, trafîka narkotîkê di destê tirkan de ye û got: Ya herî giring jî, dadgeha bajarê Almanya Frankfurtê, diyar kir ku di qaçaxa narkotîkê de, hinek ji rayedarên dewletê jî cih digirin û navê serokwezîra Tirkiyeyê ya berê Tansu Çîller jî cih girtiye.
Aydar, da zanîn ku Wezareta Karê Hundirîn ya Îngilistanê û dewleta Fransayê jî diyar kirin ku narkotîka tê Ewropa ji sedî 80 jê di ser dewleta tirk re derbas dibe. Aydar bi bîr xist ku di heman demê de, Rapora Susurlukê jî aşkere kir ku rayedarên tirk, karê narkotîkê wek ranta şer kirina karekî serekeye.

DAXWAZA KOMÎSYONEKÊ
Aydar bal kişande ser bîrdoziya PKK�ê ku karên wiha kirêt red dike û li dijî kiryarên wiha têkoşînê dike û got: �Hereketa PKK�ê, bi îdeolojiya xwe ya felsefî, civakî û siyasî, li dijî karên ku ziyanê didine civakan. Em weke Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd, ji destpêkê û heya niha, li dijî karên wisa derketine û me kampanyayên dijber jî dane destpêkirin. Lewra em bang li we, li wijdanê raya giştî ya Amerîka û cîhanê dikin, li sazî û dezgehên hiqûq, sazî û dezgehên mafên mirovan dikin ku komisyoneke bêalî were sazkirin û hebûna mal û mewdan, pere û zêr û hwd. yên PKK'ê lêkolîn bikin. Eger bi 10 qurîşan jî têkiliyeke qaçaxa narkotîkê di hatin û çûna PKK'e de were dîtin, em ji bo her cûre kiryar amade ne. Eger na, tiştekî wiha nebe, ev tê wateya ku îdiayên têkiliya PKK�ê bi qaçaxa narkotîkê re, dereweke mezin e û armanca reşkirina siyasî ye.�

TÊKOŞERÊN AZADIYÊ...
Endamê Konseya Rêvebir a KCK�ê Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku Murat Karayilan û Riza Altun, jiyana xwe, ji bo azadiya gelê xwe feda kirin û du mirovên ku jiyana wan ji bo nifşên mirovahiyê tev wek mînakên ferîştehî ne û got: �Min jî piştî qedandina zanîngeha hiqûqê li Sêrtê dest bi parêzeriyê kir. Lê zilm û zordestiya li ser gelê min, nedihate qebûlkirin û min jî qebûl nekir. Min ji bo Komela Mafê Mirovan ya Sêrtê pêşengî kir û serokatiya wê kir. Ji bo riyên siyasî werin bikaranîn min di partiya kurd HEP�ê de kar kir û wek parlamenter hatim bijartin. Lê zordestiya dewleta kirk li parlamenê jî nûnerê kurd girtin girtîgehan, ez jî bi komek hevalên xwe re, reviyam Ewropayê.�
Aydar, got li Ewropayê jî têkoşîna gelê xwe di heman çarçoveyê de didomîne û wiha domand: �Ez weke nûnerê gelê kurd, ji bilî karên siyasî û dîplomasiya gelê kurd, tu karên bazirganî û hwd nekiriye. Saziyên îstîxbarata we û Ewropa jî vê yekê baş dizanin.�

PIŞTGIRIYA ÇI DIKIN?
Aydar, neheqiya ku bi destê Amerîka û raydarên Amerîkayê pêk tê, wek dilxweşiya Tirkiyeyê bi nav kir û got: �Helwesta we ya neheq, tevgera kurd û rêvebirên tevgera kurd, gunehkar û dijmin îlan dike, gelê kurd nerazî dike û dilsotî dike û hewldanên we jî, kiryarên li dijî xwe qebûl dike. Pêwist e were zanîn ku helwesta Amerîka û rayedarên wê, tên wateya siyasetên, inkar û jiholêrakirinê û erêniya şerê gemarî ku li dijî gelê kurd tê meşandin. Di pêvajoya ku çareseriya pirsgirêka kurd tê nîqaşkirin de, tewra we, dibe arîkar û desteka mîlîtarîzma dewleta tirk.�

ÇI DAXWAZÎ KIRIN?
Endamê Konseya Rêvebir a KCK�ê Zubeyir Aydar herî dawî diyar kir ku, pirsgirêka kurd, ji sûcdariya teror û ewlekariyê bêhtir, doza mafên herî maqûl a gelê kurd e û di çarçoveya hebûn û nebûnê de ye. Çareseriyeke lezgîn dixwaze û got: �Em, hêvî dikin ku hûn û rêvebiriya Amerîka, ji dijberiyê bêhtir, di çarçoveya çareseriya siyasî ya demokratîk de, nêzîkî gelê kurd û pirsgirêka kurd bibin. Mîna serdana we ya Li Tirkiyê û hevdîtina we bi Serokê DTP�ê Ahmed Turk re, ji bo berjewendiyên herêmê tev dilsoziyekê nîşan bidin û dostaniya gelê kurd bikin.� BRUKSEL / ANF

1 comment:

  1. What is the real name of this "Bo Obama" dog? A dog doesn't have a human family name! Dog naming follows specific rules, here they are:
    http://www.braquedubourbonnais.info/en/dog-name.htm

    ReplyDelete