Friday, October 23, 2009

VOA: Kombûna li ser helwesta Kurdan beramberî hilbijartinên Iraqê û kêşeya Kerkuk li Hewlêrê bi dawî hat




23/10/2009

Iraqi Kurdish regional President Massud Barzani (file photo)



Sebaret bi kobûneweyî emro berêz Mesud Barzanî serokî Herêmî Kurdistanî Iraq legel hîzbe Kurdîyekan û rêkxirawekan peyamhinêrman Omer Ferhadî li şarî Hewlêr le raportekeyda delêt;

Duwayî tewaw bûnî kombûneweyekî serokî Herêmî Kurdistanî Iraq Mesud Barzanî legel serok û sekreter û berpirsanî hizbe Kurdistanîyekan ke paş nîwroyî Pêncşemme 22î Çirîyî Yekem sala 2009, le telalî encumenî wezîran le şahrî Hewlêr berêve çû, sebaret bi helwest le beramber helbijartinekanî dahatûyî Iraq û kêşeyî Kerkuk serok Barzanî encamî kobûnekey bo medyakanî amade bû rohn kirdewa û gotî;

"Rêgey ewe bi gelê Kurdistan bikim ke emro be pewîstman zanîn kobûneweyekî firewan encam deyn legel hemu hizb û layanekan bo bahskirdinî du xal; yekekyan ew meseleyî qanunî hilbijartinî Iraq û meseleyî Kerkuk ke dîsan be temam bikeyne giriftek û bahaneyek. Babetî duwem; beşdar bunî Kurd e, aya bi yek list yan bi tun.



Ew bextanej li ser meseleyî Kerkuk û navçe devrewekanî dir hemu yek helwest bûn û biryar dira ke bi hîç şêweyek, ême weku Kurd û Kurdistanî qebul nakên hîç cawazîyek bi xêr be le nêwan Kerkuk û parêzgehekanî tirî Iraq be navekî diyar bikrêtewa û hîç qanunek taybetî yan maddeyek taybetî le ser Kerkuk nabît, tenha madde maddeyî 140 e û eme helwestî hemu layanekan e û min zor zor xoşhalim ke milletî Kurd le mêjda dîsa yek rêzîn wandû û be hemû layakanîj radegehînîn ke ême weku Kurd yek helwestîn, qebul nakîn be hîç şêweyek Kerkuk ciha biçête yan qanunek taybetî bo Kerkuk derxin ke helbijartinekî taybetî bo biken yan pêşwext kursî dabeş biken.



Le ser xalekî duhem dîsan tehkîd kirewe ke weku Kurd û Kurdistanî yek helwêst debîn û eme jî zor zor xalekî girîng e bi nîsbet mesayîlî netewî yek helwest debîn û min emro bi rastî xom zor be bextewar debînim, zor xoşhalim û pêşim xoş bû ke em helwestane be xelkî Kurdistanîj rabigihînim; înşallah her wek bira debîn û rêz û xoşewîstîm bo hemu layane û zor supas."



Her le heman babet da parlamanî Herêmî Kurdistan le beyannameyekî da helwestî xoy rageyand ke le kombûneweyî jimare heftî rojî 21î da be têr û tesellî giftûgo ragorînewey le ser dakira û çawerwanî em ragehandira dekira.



Beyannamekey Parlamanî Kurdistan le derbirînî helwestekey de dilê "Parlamanî Kurdistan ke nunerî sercem pêkhate neteweyî û ayîne cêwazîyekanî xelkî Kurdistan e, duwayî giftûgo kirdinî endamanî parlaman le daniştineke da cext le ser em xalaney xware dekatewa;

Yek, êma le parlamanî Kurdistan da legel ewdayn ke hilbijartinî giştî le tewawî Iraq da le katî xoy encam bidrê û duwa nexirê. Du, pêwîst e hîç parêzgahekî Iraq be taybetî Kerkuk le hilbijartinekan da barekî taybetî pê nedirê, we le parêzgekanîtirî Iraq zîya nekirêtewa. Le bergeyî sê û çar, ragihandirawa ke parlamanî Kurdistan hewl dan bo duwa xistinî hilbijartin li Kerkuk bi pirsekî siyasî, ne wek teknîkî wesf dika we be tawanek derheq bi xelkî em parêzgehanê dadenê we be mayayî pesend kirdinî nazanê û ew grupaney dijayetî be rêweçûnî hilbijartinekan le Kerkuk deken bi grupekî kêm û nunerayetîy sercem Turkman û Erebî parêzgeka nakin.


Herweha le bergekanî tirî ragihandirewaka ke Parlamanî Kurdistan pê waye Kerkuk şarekî Iraqî ye û nasnameyî Kurdistanî ye û maddeyî 140î Destûrî Iraq ke be tewafiq nusrawa, nexşe rêgeyî bo çareserkirdinî em keşe danawa û biryarî kotayîj bo xelkî resenî ew parêzgehe ye.

Le bergeyî heftem û kotayî da Parlamanî Kurdistan dawa deka û delê bo pêdaçûnewe û tomarî nawî dengderan le katî pêwîst da lijneyekî lêkolînewe we bê layan pêkbihênirê bo tewawî parêzgekanî Iraq, ne ke tenya taybet be şarekî diyarî kiraw bê."

No comments:

Post a Comment