Tuesday, October 20, 2009

Li Xabûr gihiştina PKK'yiyan û gel: Meşê dest pê kir

DIHA 20.10.2009- Endamên Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên Mexmûr û Qendîlê piştî serbest berdanê bi DTP'yiyan re ber bi girseya deh hezar kesî ve dest bimeşê kirin. Di dema otobês gihişt cem gel, slogan bilind bûn.Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên Mexmûr û Qendîlê li ser bangawziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatîn Tirkiyeyê, piştî serbest berdanê ber bi Qeraja Tiran a bi dehan hezar kes lê rawdiweste ve bi otobêsa hilbijartinê ya DTP'ê ve derketin rê. Koma bi parlementerên DTP'yî re gihişt cem girsey, li ser otobêsê gul avêtin gel. Girseyê jî bi sloganên, "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e gel li vir e" PKK'yî pêşwazî kirin.
Nivîskar Tsiatsan Dîrok: SêŞem, 20. Cotmeh 2009

No comments:

Post a Comment