Saturday, October 31, 2009

Dr. Berhem Ligel Wezîrê Bazirganî Yê Tirkiyê Civiya

31-10-2009

Rûdawnet – Hewlêr: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Ehmed Salih, doh evarê li Bajarê Hewlêrê ligel Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Zafer Çağlayan civiya. Di civînê de behsa peywendiyên bazirganî û aborî hat kirin. Di civîna de, behsa çawahiya bihêzkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê hat kirin û herdû aliyan tekez kir ku divê di hemû waran de peywendî bihêz bibin. Herwiha behsa pêşxistina peywendiyên navbera Iraq û Tirkiyê û berjewendiyên hevbeş jî hat kirin, ku di navbera herdû aliyan de hene. Hêjayê gotinê ye, doh Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Zafer Çaglayan, ligel şandeke bilind a karsazên Tirk gihîştin Herêma Kurdistanê û ji aliyê rayedarên herême ve hatin pêşwazîkirin.

No comments:

Post a Comment