Friday, October 9, 2009

KOMPLO DIDOME


Nivîskar Tsiatsan Dîrok: În, 09. Cotmeh 2009
löjl
güncel Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi mebesta 12emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: Heta ku pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser dibe em ê têkoşîna xwe berz bikin. Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi mebesta 12emîn salvegera Komploya Navneteweyî ay 9ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCKê hêzên komploger bi zimanekî tund şermezar kirin û banga çalakgeriyê li gelê kurd kir.
Di daxuyaniya Serokatiya Konseya Rêveber de hate destnîşankirin ku komploya li hemberî Ocalan pêk hatî, li hemberî gelê kurd pêk hatiye û berxwedana Ocalan a li hemberî komplogeriyê silav kir. KCKê her wiha çalakiyên li hemberî Komploya Navneteweyî jî bi bîr xistin û anî ziman ku gelê kurd bi şîara Hûnê nikaribin roja me tarî bikin berxwedana xwe derxistiye asta herî bilind.

ARMANCA KOMPLOYÊ
KCKê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di serî de Amerîka, bi vê komployê armanca hêzên navneteweyî ew bû ku astengiyên li ber projeyên xwe yên ji bo Rojhilata Navîn ji holê rakin. Û bi vê yekê herêmê dê serê xwe li hemberî wan bitewanda. Xwe bê alternatîf bihişta. Li Kurdistanê kurdê xwedî îrade dê ji holê hatibûya rakirin û bi vê yekê rê li ber kurdên noker hatibûya vekirin.

BERXWEDANA GEL
Di daxuyaniya KCKê de pêşveçûnên 11 salên borî hatin bibîrxistin û li ser berxwedana Ocalan a li girtîgeha takekesî ya Îmraliyê hate rawestiyan. KCKê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku gelê kurd bi berxwedanên wekî yên Zap, Oramar, Bêzele û Gabarê daye zanîn ku hêzên gerîlayan têk naçin. Û îradaye gelê kurd di hilbijartinên 29ê Adarê de daniye holê serkeftin tekûz kiriye.

TEZKERE NIRXAND
Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser tezkereya şer a li ser pêşniyara Hikûmeta AKPê ji aliyê parlamentoya tirk ve hatiye erêkirin û hate gotin ku Hikûmeta AKPê wekî parçeyekî hêzên navneteweyî xizmetê ji bo polîtîkayên şerxwaz dike.

BANGA BERXWEDANÊ
KCKê bi mebesta Komploya 9ê Cotmehê got ku ew ê heta pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser dibe ew ê têkoşîna xwe berz bikin û banga berxwedanê û bilindkirina çalakiyan li gel kir.
Li aliyê din HPG, YJA Star, Gaziyên Kurdistanê, Komelên Ciwanan, KNK, CDK û KJBê bi daxuyanî û çalakiyên xwe Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermazer kir û banga berz kirina çalakiyan kir.

çavkani: Kurdish Info

No comments:

Post a Comment