Tuesday, October 6, 2009

Kurd Hevpeymaniyê Ligel Tu Aliyekî Erebî Nake

Bexda – Piraniya berpirsên Iraqî dibêjin deriyê lîsteyên wan bo hevpeymanîkirina li gel Kurdan vekiriye, lê Kurdan hevalbendî bi tu aliyekî Iraqê re nekirî ye û heta niha çend hevpeymanî jî hatine ragihandin. Ji bo hilbijartinên rabirdû yên Parlamenê Iraqê, tenê dû lêstên Kurdan hebûn, Lîsta Hevpeymaniya Kurdistan û Yekgirtû ya Îslamî, bê hevpeymanî li gel aliyên Ereb, herdû lîstan karîn 58 kursiyan bidest bixin. Lê bo hilbijartina vê carê ku piraniya Ereban nakokiyên ayînî û olî ji holê rakirine û mijûlî hevpeymanîkirinê ne bihev re ne, heta niha Kurd di mesela hevpeymanîkirinê de yekalî nebûne, herwiha li navxweyê Kurdistanê jî hîç hevpeymaniyek nehatiye kirin, li xeynî wêya 14 pêkhate bi navê partî, grub û kesayetiyên Kurd li Komîsyona Bilind a Hilbijartinan navê wan hatiye tomarkirin. Aliyên Ereb bo hevpeymanîkirina li gel Kurdan behsa mercên xwe dikin û piraniya mercên wan jî bo hevpeymanîkirinê ne rêgir in, lê Dr. Mehmûd Osman dibêje berî hilbijartinê Kurd hîç hevalbendiyekê li gel aliyên Ereb nake: “Ger Kurd hevpeymaniyê jî bike, dê piştî hilbijartinê bike.” Endamê Lîsta Partiya De’we, Elî Elelaq, derbarê hevpeymanîkirina bi Kurdan re nerînên xwe wiha tîne ziman: "Mercên me bo hevpeymanîkirinê li gel her aliyekî ew e divê ew alî beşek be ji projeya nîştimanî ya Iraqî û proseya siyasî di Iraqê de û bîr û ramana wan a Beesî nebe. Heta niha tu egerek bo hevpeymanîkirinê li gel aliyên Kurdî tune, ji ber rewş û hevalbendiyên taybet ên lîstên Kurdî bi xwe hene, lewra behsa hevpeymanîkirina bi Kurdan re nehatiye kirin." Endamê Fraksyona Encûmena Diyalogê Xelef Elyan, ku yek ji Fraksyonên Eniya Tewafuq e wiha axifî: "Em hevalbendiyê di gel aliyên welatparêz û hevbîrên xwe dikin, ne ferq e, bila ew alî Kurd bin an Şîe an Sunî, em giringiyê didin nerînên xwe, ne aliyên siyasî." Hemû ew aliyên Erebî ku Rûdawê peywendî bi wan re kiriye, ragehandin ku heta niha behsa hevpeymanîkirina bi Kurdan re nehatiye kirin, di demekê de ku piraniya aliyan bo hevalbendiya bi Kurdan re amadebûna xwe pêşan didin. Endamê Lîsta Nûbûn a bi Serokatiya Cîgirê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî, daxwiyand ku bo hevpeymanîkirina bi aliyên din re tu xeteke wan a sor tune û bi gelek aliyan re gotûbêj kirine. Li ser heman mijarê Endamê Partiya Îslamî Îbrahîm Ne’me Zenun, bo Rûdawê wiha axifî: "Heta niha bo pêkanîna lîstekê hîç gotûbêjek di navbera Kurdan û Partiya Îslamî de nehatiye kirin, her tiştek di vê derbarê de hebe, peywendî bi serokên herdû aliyan ve heye, ji ber ku ew merc û çarçova wê hevalbendiyê destnîşan dikin." Heta niha tenê dû hevpeymaniyên berçav hatine ragihandin, ew jî Hevpeymaniya Nîştimanî ya Iraq ku Civata Bilind a Îslamî serokatiya wê dike û Lîsta Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî. Wiha dixwiye di çend rojên dahatû de hevpeymaniya navbera Serokê Lîsta El Iraqiye Eyad Elawî û Salih Mutleg Serokê Eniya Diyalogê jî were ragehandin. Lê bi baweriya çavdêrên siyasî, piştî pejirandina qanûna hilbijartinan û diyarkirina sîstema hilbijartinê, hinek alî û partî wê ji hevalbendiyan derkevin. Serokê Lîsta Rafideyn li Parlamenê Iraqê Yunadim Yusif Kenna, behsa wê yekê kir ku heta niha ne xwiya ye şêwazê hilbijartinan çawa dibe, ji ber qanûna hilbijartinê nehatiye pejirandin, lewra heta niha bo pêkanîna hevpeymaniyê xwe yekalî nekirine: "Wisa dixwiye piraniya hevpeymaniyan piştî pejirandina wê yasayê werin hilweşandin, ji ber ku wê şêwazê hilbijartinan û beşdariya kêmnetewan tê de were destnîşan kirin." Derbarê mercên hevpeymanîkirina bi Kurdan re jî Yunadim Kenna wiha peyivî: "Ji bo hevpeymaniya bi Kurdan û aliyên din re em amade ne, bi mercekî ew alî bingehên demokrasî û pirhizbî, îtirafkirin bi mafên me ên rewa ku di destûrê de behsa wan hatiye kirin, biparêzin."

çavkani:Rudaw

No comments:

Post a Comment