Wednesday, October 21, 2009

Barzanî: Vegera grubên aştiyê gaveke girîng e


HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî pêşwazî li siyasetmedar û parlamenterê berê yê Tirkiyeyê Haşim Haşimî kir. Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo wê siyaseta nû ya Tirkiyeyê nîşan da û vegera grubên aştiyê yên PKK’ê jî wek gaveke girîng binav kir.

Duhî li Selahadînê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li siyasetmedar û parlamenterê berê yê Tirkiyeyê Haşim Haşimî kir.

Di hevdîtinê de gotûbêj li ser siyaseta ‘vebûna demokratîk’ a ji bo çareserkirina pirsa kurd hate kirin û rewşa nû ku li Tirkiyeyê ji bo kurdan hatiye rojevê bi bilind hate nirxandin.

Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo wê siyaseta nû ya Tirkiyeyê nîşan da û vegera grubên aştiyê yên PKK’ê jî ji bo prosesa aştbûnê ya Tirkiyeyê wek gaveke girîng binav kir.

Herweha di hevdîtinê de gotûbêj li ser pêwendiyên navbera hikûmeta Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê û zêdetir pêşvebirina wan pêwendiyan hate kirin.

Kakeyî: Di pêşvebirina prosesa aştiyê de rola DTP'ê girîng e

Wezîr Felekedîn Kakeyî vegera Grubên Aştiyê ji bo gihandina peyama aştiyê wek gaveke erenî binav kir û rola DTP’ê jî di pêşvebirina wê prosesa aştiyê de bilind nirxand.

Duhî êvarê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê li Hola Navenda Kulturê û Civakî ya Zanîngeha Selahadînê ya li Hewlêrê bi navnîşana ‘Rêlibervekirina Pirsa Kurdî Li Tirkiyeyê’ semînerek bo wezîrê kulturê yê Herêma Kurdistanê Felekedîn Kakeyî saz kir.
Di semînerê de Kakeyî ronî xiste ser girîngiya prosesa rêlibervekirina pirsa kurdî li Tirkiyeyê û rola kurdan di wê prosesê de.

Wezîr Felekedîn Kakeyî di axaftina xwe de qala Grubên Aştiyê kir ku ji bo gihandina peyama aştiyê vegeriyan Tirkiyeyê. Kakeyî wê gavê bi gaveke girîng binav kir û herweha amaje bi rola Partiya Civaka Demokratîk(DTP) ya ji bo pêşvebirina wê prosesa aştiyê kir.

Kakeyî got jî: “Tevî astengiyên li ber hikûmeta niha ya Tirkiyeyê ku Partiya Dad û Geşepêdanê(AK Partî) rêberiya wê dike, karî di demeke pir kurt de siyaseteke aborî peyrew bike û arîşeyên xwe digel welatên cîran kêm bike. Niha jî berê xwe daye rewşa navxweyî ya welat, nemaze pirsa kurdî.”

HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment