Thursday, October 8, 2009

'JI BER KU EM KURDIN NIKARÎN XWEDÎ LI WÊ CESEDÊ DERKEVIN'

Di ser kuştina Ceylan re, 10 roj derbas bûn.

Lê belê edeletê hê cihê xwe nedîtiye.

Sûcdar li gorî dilê xwe digerin û kuştina Ceylanê jî nexema dewletê ye.

Çapemeniya tirk, ti niyeta wê nîne, helwesta ji bo qetilkirina Munevver Karabulut nîşan dabû, ji bo kuştina Ceylanê jî, nîşan bide.

Kekê Ceylanê, Rifat Onkol jî, ji ber vê dewlet û çapemeniya tirk rexne dike û dibêje 'bi sedema em kurd in, xwedî li wê cesetê derneketin û dernakevin'.

Cesetê parçekirî yê Ceylan Onkol ya ji aliyê leşkerên tirk ve hate qetilkirin, berî herkesî ji aliyê kekê wê Rifat Onkol ve hat dîtin.

Rifat Onkol, hê jî, wan deqeyên ku, xwişka wî, bi awayekî hovane hate qetilkirin, ji bîr nake.

Rifat Onkol qet ji bîr nake wê kêliya ku Ceylanê di wî halî de dibîne.

Rihat dema dengê teqînê dibihîze, hema ber bi cihê ku Ceylan lê ye, baz dide.

Bi dengekî bilind dibêje 'Ceylan Ceylan' û li xwişka xwe digere.

Dema ku Ceylanê dibîne jî, bawer nake.

Xwişka wî, bi awayekî parçe parçe bûyî, li ber çavên wî ye.

Organên hundurîn belavî derdorê bûne.

Pişt re dibîne diya wî tê, ji bo ku ew Ceylan nebîne, dikeve nava hewldanan, lê belê bi ser nakeve.

Û diya wê jî, cesetê parçe parçe bûyî, yê qîza xwe dibîne.

Piştî 6 saetan ji ber ku dozger nayê, li ser daxwaza fermandar parçeyên cesetê qîza xwe kom dike û dibe qereqolê.

Otopsiya Ceylanê jî, li ber çavên wê û ji aliyê xebatkarên paqijiyê ve tê çêkirin.

Ev hemû jî, rê li ber îsyana kekê Ceylanê, Rifat vedikin.

Rifat bêxemiya rayedarên dewleta tirk rexne dike û dibêje: 'Ji ber ku em kurdin, wisa tevdigerin. Ji ber ku ev Rojhilat e û yê hatî kuştî, keçeke kurd e, xwedî li cesetê derneketin. Ma ev heq kirine?'

Rifat nerazîbûn nîşanê gotinên Serokwezîrê tirk Erdogan ên wekî 'Gelê me, mirovên me' dide û hêrsa xwe jî, bi van gotinan tînin ziman.

Qaşo em jî, welatiyên yekemîn sinifê ne. Ji bo kurdan van pêkanînan heq dibînin. Dozger dibêje, sedema teqînê mayin e. Heger ev mayin bûye, wê erd çal bûbûye. Heger mayin bûya, wê ling û destên xwişka min, jê bûbûna. Heger bombeya destan bûya, wê destên wê jê bûbûna. Gule îsabetî bedena Ceylan kiriye. Ev êrîş bi zanabûn pêk anîne. Em li vir cihêkariya kurd û tirk nakin. Cihêkariya rast û çep jî nakini. Em dixwazin hesabê êşkenceyan û canên me yên parçe parçekirî, were pirsîn. Heger dayikek zarokekê 9 mehan di zikê de xwe digire û tîne heta 12 salî, û dû re jî ew parçe parçe bibe, wê çaxê em navê wê 'Ceylan' daneynin. Em navê wê 'Mirineke 12 salî' deynin. Êdî bes e, em van êşan naxwazin'.

çavkani: Roj TV

No comments:

Post a Comment