Wednesday, October 28, 2009

Roj TV: QETILKIRINA CEYLAN ONKOL

QETILKIRINA CEYLAN ONKOL
Parêzerên malbata Ceylan Onkolê dixwazin li cihê bûyerê lêkolîn were kirin. Parêzer wê ji bo vê armancê jî, serî li Dozgeriya Komarê ya Lîceyê bidin. Parêzerê malbata Ceylan Onkol a 13 salî ya bi êrîşa hawanî ya hêzên tirk miribû, Serdar Çelebî careke din xwest ku bûyer were ronîkirin. Parêzer Serdar Çelebî bal kişand ser nakokiyên navbera rapora pisporan û otopsiyê ya qetilkirina Ceylan Onkolê. Çelebî anî ziman ku ji ber vê nakokiyê ewê serî li dozgeriya komarê ya Lîceyê bide û bixwaze ku li cihê bûyerê lêkolîn were kirin. Çelebî diyar kir eger bûyera kuştina Ceylan Onkolê were ronîkirin, wê Ceylanên din nemirin.

No comments:

Post a Comment