Friday, October 30, 2009

Roj TV: DTP dê têkildarî 'Plana Piştgiriya Agahiyan' de gilî bike

DTP dê têkildarî 'Plana Piştgiriya Agahiyan' de gilî bike
DTP'ê ku di civîna Meclisa Partiyê (MP) de pêşveçûnên dawî nirxandin, dê derbarê 'Plana Piştgiriya Agahiyan" a ligel 'Plana Têkoşîna Terorê' re derketiye holê û DTP wekî hedef digire de giliyê bike. Di civînê de biryar hate girtin ku bi 100 parêzeran DTP giliyê bike. Her wiha dê li Amedê bi beşdariya serokên bajaran û şaredaran jî bi armanca nirxandina pêşketinan civînek bê lidarxistin.

DTP'ê di civîna 27'ê cotmehê ya PM'yê û 28'ê cotmehê ya MYK'yê de rewşa siyasî nirxand û hind biryar girtin. Di civînê de rewşa siyasî ya piştî hatina Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê hatin nirxandin. Di civînê de tespîta, "Me bi gelê xwe re rola di vê pêvajoyê de ketiye ser milê me lîst. Bes helwesta gel barê me girantir kir û wezîfeyên mezin danîn pêşiya me" hate kirin. Di civînê de rexneyên li hemberî DTP'ê jî wekî, "Hewildana manîpulekirina pêvajoyê" hatin nirxandin. Her wiha di civînê de Endama PM'ya DTP'ê Esat Canan jî ku di hind dezgehên çapemeniyê de wekî DTP rexne kirî hate nîşan dan, daxuyand ku gotinên wî hatine berovajîkirin.

Biryarên nû hatin girtin

Di civînê de hind biryarên nû hatin girtin. Ji van a herî girîng jî biryara, "Zêdetir rêxistin bûn û xwe gihandina gel" e. Piştî civînê jî komîsyon hatin cem hev û plansazî kirin. Têkildarî pevajoyê jî hate daxuyandin ku ligel hatina komên aştiyê jî operasoyn û pevçûnan berdewam kiriye. DTP her wiha dê xebatên dîplomatîk jî zêde bike. Di civînê de komîsyonên rêxistinên civakî û partiyên siyasî, perwerdehî, hilbijartin û propaganda, hiqûq, çapemenî û têkiliyên gel , têkiliyên derveyî, rêveberiyên herêmî, rêxistin bûn û hejmaryarî jî di nav de 9 komîsyon hatin avakirin. Xebatên komîsyonan dê di civînek din a MYK'yê de bên pêşkêşkirin. Ji bo ni rxandina xebatan li gorî biryara hatiye girtin bi beşdariya parlementer, serokên bajar û şaredaran dê li Amedê d i 31'ê cotmehê û 1'ê mijarê de civînek bê li darxistin.
Li gorî biryarê piştî civînê dê endamên PM'yê li bajarên lê bixebitin belav bibin. Endamên PM'yê dê bi gel re civînan bikin û li ser pêvajoyê nîqaş bên meşandin. Her wiha ji bo xwedîlêderketine pêvajoyê dê spasiya gel bê kirin.

Dê giliya plana qedandina partiyê bê kirin

Her wiha biryar hate girtin li hemberî 'Plana Piştgiriya Agahiyan' a bi 'Plana Têkoşîna bi Îrtîcayê' derketî holê ya ji hêla TSK'ê ve bi armanca qedandina DTP'ê hatiye çêkirin, xebat bê meşandin. Bi 100 parêzeran DTP dê giliya planê û berpirsyaran bike. Her wiha li hemberî binpêkirina mafê destnedayînê jî DTP dê xebatan bimeşîne.

No comments:

Post a Comment