Saturday, October 24, 2009

Roj TV: AYNA BERSIV DA ERDOGAN

'GEF NAYÊN QEBÛLKIRIN, JI BO VÎ GELÎ KÊFXWEŞIYÊ ZÊDE NEBÎNIN'
Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, ji ber gefxwarinên serokwezîrê Tirk Tayîp Erdogan nerazîbûna xwe nîşan da. Ayna xwest gefxwarina li Kurda bi dawî bibe û li ser gotinên Erdogan ên wekî 'bila biçin li mal kêfa xwe bikin' jî' got: 'Kêfxweşiyê ji gelê re zêde nebînin.' Ayna bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya îro daye destpêkirin û got: 'Pirsgirêka kurd dikare bi nexşeya rê ya Ocalan çareser bibe.

'GEF NAYÊN QEBÛLKIRIN,
JI BO VÎ GELÎ KÊFXWEŞIYÊ ZÊDE NEBÎNIN'
Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna di 1'mîn Festîvala Jinan a Nisêbînê de bersiv da gotinên Erdogan ên wekî 'wê karibin vegerin serî'. Ayna diyar kir ku divê ti kes gefan li ti kesî nexwe û got: 'Welatekî demokratîk, bi her awayî mezin dibe. Lewma pêwistî bi demokrasiyê heye. Ne tenê gelê kurd, di serî de pêwistiya Erdogan bi demokrasiyê heye'. Ayna, nerazîbûnên ji kêfxweşiya gelê kurd a ji ber hatina komên aştiyê jî, rexne kir. Ayna got: 'Ev gel bi salana ji vî deriyê cenazeyan digire. Cara yekemîn e ji wir zarokên xwe digire. Ev jî kêfxweşiyek e. Divê vê kêfxweşiyê ji bo gelê kurd zêde nebînin'. Ayna, gotinên Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan ên wekî 'bila biçin li mal kêfa xwe bikin jî rexne kir. Ayna bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya îro daye destpêkirin û got: 'Pirsgirêka kurd dikare bi nexşeya rê ya Ocalan çareser bibe. Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna bal kişand ser xwedî-derketina bi mîlyonan kesan ya li qasidên aştiyê û got: 'Divê bi rawestandina operasyonan bersiv bidin vê daxwaza gel û careke din gotina 'teslîmbûnê' bikarneynin'.

No comments:

Post a Comment