Monday, October 19, 2009

Testa samîmîyeta dewleta Tirk



AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Hvserokê DTP'ê Ahmet Turk ku bi armanca pêşwazîkirina Komên Aştiye hate Navçeya Silopiya Şirnexê bi daxuyaniyekê balkişand ser girîngiya hatine Komên Aştiyê û wiha got: "Lazim e roja Ocalan a di pêvajoya aştiyê de baş bê zanîn. Derketiya holê ku îro muhatab bê girtin dê diwarê çareseriyê de alîkariyek mezin bide." Turk diyar kir ku kesên tên ji bo 'teslîmbûnê' nayê û lazim e kes wan li gorî Xala 221'an a TCK'ê nenirxîne. Turk xwest ku Komên Aştiyê serbest bên berdan.

Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna û Endama 2'yemîn Koma Aştiyê Aygul Bîdav li Odela Gran a li Silopiyê têkildarî hatina Komên Aştiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên saziyan, parlementer û şaredar jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserok Turk diyar kir ku demek dirêje di rojeva Tirkiyeyê deçareseriya pirsgirêka kurd tê nîqaş kirin û wiha axivî: "Em dixwazin aqilek hevpar derkeveholê. Ji bo dawîbûna êşan, azadiya civakî û hemwelatiyan lazim e aştî mayînde bibe. Em di serî de ji bo azadî û maf bên misogerkirin dixebitin. Ez bi xemgînî tînin ziman ku hind derdor û partiyên siyasî bi awayek nijadperestî, şovenî dixwazin pêvajoyê sabote bikin. Hikûmet jî li hemberî van koman bêdeng maye û paşve gav avêtiye. Ev bûye sedema kêmbûna hêviyên aştiyê. Li ser vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêşiya siyaseta demokratîk veke ji Qendîl, Mexmûr û Ewropayê sê komên aştiyê xwestine û PKK'ê li ser vê pêşniyara Birêz Ocalan biryara şandina 3 koman daye. Ev gavek dîrokî û nîşaneyek mezin a samîmiyet û aştiyê ye."

'Cardin gava yekemîn PKK'ê avêt'

Li ser mijarê Turk diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd dê gav bi gav pêş bikeve û ev tişt gotin: "Pirsgirêk piralî ye û ji ber vê yekê dê çareserî jî piralî be. Birêz Ocalan ji 99'an heta niha daxwaza aştiyê bênavber tîne ziman. Agirbestên hatine îlankirin, komên aştiyê yên hatine şandin nîşaneya samîmiyetê ne. Lê heta niha dewletê nîşaneyek wiha neda ye û di polîtîkaya şidetê de israr dike. Piştî hilbijartinên 29'ê Adarê li aliyekê birayar bêçalaktiyê hatiye girtin û li aliyê din operasyonên leşkerî û siyasî berdewam kirine. Di encama vê helwesta dewletê de mixabin hêviyên aştiyê kêm bûne. Ev 7 mehe nîqaşên çareseriyê tên meşandin. Hêj jî tasfiye û xetên sor tên bilêvkirin. Ligel hemû hewildanên kurdan dewletê heta niha tu gav neavêtine. Ji bo pêşiya vê pêvajoyê bê vekirin, mirin rawestin û aştiyek mayîn de pêk bê cardin gava yekemîn PKK'ê avêtiye. Rawestandina operasyonan jî dê bibe bersiva herî baş a vê pêvajoyê."

'Civak piştgiriyek mezin dide'

Turk diyar kir ku rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û nûnerên rêxistinên civakî piştgiriyek mezin diden pêvajoyê û ev pêşniyar kirin: "Komên aştiyê ji bo serî li Xala 221'an a TCK'ê bidin nehatine. Lazim e herkes pêvajoyê baş bixwîne. Teslîm bûn û teslîmkirin mantiqek rast nîne. Nabe çareserî. Komên aştiyê ji bo vekirina xitimîna pêvajoyê hatine. Ev hatin di heman demê de nîşna dide ku PKK di aştiyê de israr dike. Em bawer dikin ku dewlet gavek bavêje PKK de deh gavan bavêje. Em dixwazin dewlet bi mantiqê statûkoparêz ê 'teslîmiyetê' nêzîk nebe. Komên di sala 99'an de hatîn rastî 15 salan heta 22 salan cezayê girtîgehê hatin. Ev yek bûye sedema mirina 10 hezar mirovan. Lazim e êdî heman xeta neyên dubarekirin. Rêbazên bi caran hatine ceribandin û encam nehatine girtin lazim e ji dewreyê bên derxistin. Hingê mantiqê 'Me xilas kirin, qediyan' hebû. Lê derket holê ku ev mantiq xelet e. Nêzîkatiyek wiha dê îro jî bibe sedema felaketan. Em hêvî dikin komên aştiyên neyên girtin û serbest bên berdan. Nexwe girtina wan ne em ne jî gelê me qebûl nakin." Turk diyar kir ku wekî DTP'ê hasasiyeta pêvajoyê dizanin û ji bo pêşiya aştiyê neyê girtin ji Serokomar, Serokwezîr û berpirsyaran hasasiyet xwest.

Bîdav: Dê xizmeta aştiyê bike

Endama Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Aygul Bîdav jî, diyar kir ku ev demeke di rojeva Tirkiyeyê de çareseriya pirgirêka kurd heya. Bîdav, ani ziman ku lê bi gotinên Serokwezîr û rayedarên din hate diyar kirin armanc çareseri nîne tasfiyeya têkoşîna kurdne. Bîdav, destnîşan kir ku her wiha bêçalaktiya yekalî jî hej operasyon didomin û mirin pêktên û wiha got: "Disa girtina zarok û gelê sivîl û bûyerên kiryar nediyar zêdebûne û dim dikin. Vê yekê jî bera pêvajoya siyasi girtiye. Em bawer dikin ku komên bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên Tirkiyeyê dê pêşiya pêvajoyê vekin û dê ji bo aştiyê xizmetê bikin. Divê ev fersenda dîrokê ji aliyê hikumet û dewletê ve baş bê dîtin û bê nîrxandin. Li vê berpirsiyarê dikeve ser milêl hemû partiyên siyasi, rêxistinên civakî, sendiqayan û dayîkên Tirkiyeyê yên zarokên xwe di pevçûnande windakirî. Em wekî Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê van gavan gelek watedar dibinin. Em dixwazin komên tên neyên girtin û bên serbest berdan."

Em ji bo çareseriyê tên

Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên Qendîl û Mexmûrê li daketina Hewlêrê gihiştin hev ûi ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve riya xwe didomînin. Koman bi tundî nerazîbûn nîşanî gotina 'Teslîm dibin' dan û daxuyandin ku ji bo vekirina pêşiya aştiyê tên.

Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê tên di seatên sibê de li daketina Hewlêrê gihiştin hev. Komên diriyan de rastî eleqeyekmein hatin bi awayek konvoyî riya xwe didomînin. Hemwelatiyên li ser riyan bi çepik û hejandina kesk, sor û zeran koman silav dikin. Komên li derketina Hewlêrê demekê rawestiyan bi çepik û tîliliyan hatin pêşwazîkirin. Li ser navê Koma Qendîlê Dersîm daxuyaniyek kin da û nerazîbûna nîşanî zimanê çapemeniya tirk ê wekî 'Teslîm' dibin, da. Dersîm anî ziman ku ew ji bo vekirina pêşiya aştiyê diçin Tirkiyeyê û tu awayî sûdê ji Xala 221'emîn a TCK'yê nagirin. Dersîm xwest ku ev gava wan baş bê nirxandin. Endama 1'emîn Koma Çareseriyê Seydî Firat ku di sala 99'an de li ser bangawaziya Ocalan hatibû jî diyar kir ku lazim e ev gav bibe boneya aştiya mayîn de.

Piştî axaftinan kom bi beşdariya konvoyek bi sedan wesayîtan ber bi Xabûr ve riya xwe domand.
(Dîha, Anf, Ak news, Aa, ajansan)

© HAWAR NET

No comments:

Post a Comment