Saturday, October 24, 2009

Rojnameger Temelkuran: DTP'ê şov nekiriye pêşiya tevliheviyê girtiye

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: Şemî, 24. Cotmeh 2009
löjl
güncel Rojnameger û Nivîskar Ece Temelkuran, têkildarî rexneya li ser DTP'ê ya wekî "DTP'ê hatina Komên Çareseriya Demokratîk û Aşitiyê vegerandiye şovê" diyar kir ku DTP'ê şov nekiriye, her wiha li dijî vê yekê rê li pêşiya alozî û tevliheviyê girtiye. Temelkuran, da zanîn ku kî çi dibêje bila bêje, Tirkiye bi hatina Komên Aşitiyê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de şahidî ji gava herî dirokî re kiriye.
Rojnameger û Niviskar Ece Temelkuran, li Deriyê Xabûrê yê Navçeya Sîlopiya Şirnexê ligel sedan nivîskar, rewşenbir û hunermendan Komên Çareseriya Demokratîk û Aşitiyê yên bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Qandîl û Maxmurê hatin pêşwazî kir. Temelkuran, piştî ligel 100 hezar kesî komên aşitiyê pêşwazî kir hest û ramanên xwe ji DÎHA'ê ye anîn ziman. Temelkuran, rexneyên li dijî DTP'ê yên hikûmetê rast nedîtin û diyar kir ku DTP'ê şov nekiriye û li dijî vê yekê rê li pêşiya alozî û şovê girtiye. Temelkuran, da zanîn ku hatina komên PKK'ê ne teslîmiyet e û wiha got: "Tirkiye, bi hatina Komên Aşitiyê re bûye şahidê gavên herî dirokî. Hatina van koman pêşketinek gelekî mezin e. Car caran ez xemgîn xemgîn dikenim û ji xwe re dibêjim ew qas mirov vala mirin gelo? Banga Ocalan di vê pêngavê de ji bo Tirkiyeyê tiştekî bi xêr e. Her çiqas toz û duman li nava hev ketibû jî êdî ez bawerim em dê nema li çîrokên berê guhdar bikin. Ji niha û şûnde ezê heta dawî eleqeder bibim."

'Me dixwest em li Xabûrê parlementerên AKP'ê jî bibînin'

Temelkuran, rexneyên AKP'ê yên li dijî DTP'ê pir hişk dît û anî ziman ku heta duh AKP wekî partiyek şovê dihat dîtin û nirxandin. Temelkuran, bal kişand ser helewsta Hikûmeta AKP û anî ziman ku AKP pir xweş rolê îxtîdarê û muxalefetê bi hevre dilîze û wiha got: "Ne ji ber ku AKP ji kurdan hesdike van gavan davêje. Ji ber ku neçar e van gavan davêje. Ji ber vê yekê jî çi caran digêje asta talûke xwe davê şereponê. Îro jî heman tiştî dikin. Niha DTP'ê wekî berpirsiyar nîşan didin. Me dixwez em xwediyê siyasetê û wekîlên AKP'ê jî li deriyê Sînorê Xabûrê bibînin. Raste em di pêvajoyek pir hasas re derbas dibin. Lê divê em hev reş nekin. Divê me hêzê bidin hev û pêvajoyê ji qeyran û aloziyê rizgar bikin."

'Koma ronakbiran kete pêşiya îktîdarê'

Li ser mijarê Temelkuran, xwest ku her kes rastî û êşa hev bibîne û li gorî vê yekê nêzî hev bibe. Temelkuran derbiri ku divê herkes hev fam bike û hurmetê bide hev. Temelkuran, bal kişand ser çivaka Tirkiyeyê û anî ziman ku li Tirkiyeyê tenê kesên nîjadpareset û şoven bertek nîşanî pêşwazîkirinê da lê civaka Tirkiyeyê ji ber ku naxazê êdî êş zêde bibin bertek nîşanî vê yekê nedaye. Hikûmetê di mijara kurd û ermeniyan de bi lez tevgeriya. Di vî warî de bêtir kar û bar dikeve ser milên rewşenbir û ronakbiran. Divê em jî bi lezgînî daxwazên xwe bigînin hikûmetê. Rewşenbirekî li pey pişt îxtîdarê nayê qebûlkirin. Divê rewşenbir û ronakbir di pêşiya îxtîdarê de bimeşin. Divê daxwaz û pêxniyarên nû bikin."

© Kurdish Info

No comments:

Post a Comment