Friday, October 23, 2009

Roj TV: DAXUYANIYÊN OCALAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê pirsgirêka Kurd de sê rê û sê rêbaz eşkere kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê pirsgirêka Kurd de sê rê û sê rêbaz eşkere kirin. Ocalan got, riya pêşî ji 1925an û vir ve dewam dike û nêzîkatiya li ser hîmê înkar û tinêkrinê ye. riya diduyan tetmînkirina Kurdan bi Kurdistaneke piçûk e, rêbaza li cihekî piçûk asêkirina tevahiya Kurdan û bi wir ve girêdana wan e. riya sisiyan jî, riya em diparêzin, rê û rêbaza li ser hîmê demokratîk rêveberina civakê ye. Ocalan paşê jî ji bo aştiyê sê qonaxên girîng eşkere kirin.

RIYA YEKEMÎN NÊZÎKBÛNA 1925'AN A BERDEWAM A
LI SER HÎMÊ ÎNKAR Û TINEKIRINÊ YE
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya Çarşema bihurî de da zanîn ku der barê pirsgirêka Kurd de sê rê û sê rêbaz hene. Ocalan got, riya yekemîn nêzîkbûna ji 1925an û vir ve dewam dike ye û li ser hîmê înkar û tinêkirinê danî ye. Ocalan got ev nêzîkbûn Kurdan li ser esasê tinekirinê dinirxîne, ji tinekirina fizîkî û wêde ev nêzîkatî xwe disipêre qirkirina çandî. 'Mahmut Esat Bozkurt têgihiştineke ku Kurd bi awayekî mutleq ji bo xwe weke xizmetkar didîtîn û piçûk dixistin, diparast. Neteweperestiya van ne Tirkparêziya rastî jî bû. Yên ku Tirkparêziya spî çêkir û pêş xist jî Moiz Kohen û Arminis Wambery yên cihû bûn. Armanca van di rastiyê de Tirkparêzî jî nîne. Yekane armanca wan bi vê riyê kontrolkirina komarê ye. Ev rêbaza înkar û tinekirinê, ev têgihiştin 80-90 salan a berdewam e. CHP'ya îro dewama vê têgihiştinê ye. CHP û MHP herdu jî vê rê û siyaseta înkar û tinekirinê dişopînin. CHP nûneriya faşîzma nasyonalîst dike. MHP jî nûneriya faşîzma nijadperest. Ez dikarim cûdatiya di navbera herduyan de bi vî awayî rave bikim. Herdu jî rêbaza înkarkirin û tinekirina Kurdan diparêzin."

RIYA DUYEMÎN TETMÎNKIRINA KURDAN BI KURDISTANEKE PIÇÛK E
RÊBAZA DI DEVEREKE PIÇÛK DE ASÊKIRINA KURDAN E
Rêberê Gelê Kurd got, riya diduyan jî tetmînkirina Kurdan bi Kurdistaneke piçûk e, rêbaza li cihekî piçûk asêkirina tevahiya Kurdan û bi wir ve girêdana wan e. Ocalan ev rê weha rave kir: "Di 1947'an de destekeke mezin dan Îsraîlê. Paşê li ser hîmê dijberiya Filistînê Îsraîl hat damezrandin. 1947'an her weha dest pê kirin Kurdan li dora PDK'ê kom bikin. Dema fêmkirin wê bi riya yekemîn Kurdan nikaribin tine bikin, riya diduyan ceribandin. Ev rêbaza duyemîn siyaseteke ku ev 60 sal in berdewam e. Armanca wê ew bû dewleteke piçûk bi Kurdan bidin damezrandin û paşê jî Kurdan hemûyan li dora vê dewletokê kom bikin. Dixwestin bi taybetî Kurdên bakur bi vî awayî kontrol bikin. AKP niha nûneriya vê rêya duyemîn dike. Ya rastî Tirkiye jî Tirkiyeyeke piçûk e. Tirk ji Balkanan û deverên din kirin der û di Anadolê de asê kirin. Di heman demê de fikrê Tûrana Mezin jî avêtin ber wan. Vê Tirkiyeyê wê li ser hîmê dijberiya Kurd, rola Îsraîla duyemîn bi cih bianiya." Ocalan anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Ingilîstan û beşeke Îsraîlê destekê didin vê rêbaza duyemîn. Ocalan got, li piştperedeya serdegitrinên vê dawiyê yên li Franseyê jî ev proje heye û bi bîr xist ku serokkomarê Franseyê Sarkozy bi eslê xwe cihû ye.

AKP PIŞTA RÊYA DIDUYAN DIGIRE
YA AKP DIKE HEMIN HÎLE YE
Rêberê Gelê Kurd bi taybetî destînîşan kir ku AKP pişta vê rêya duyemîn digire. Ocalan hişyar jî kir, got ya AKP dike hemin hîle ye û weha dewam kir: "Ev rê ji tinekirina fizîkî xirabtir e. AKP dixwaze bi riya têkiliyên bi Başûr re Kurdan hemûyan kontrol bike. Li gorî ku AKP niha behsa Hewldana Demokratîk dike, wê ji bo kontrolkirina Kurdan her riyê biceribînin."

LI HEVHATINA AKP'Ê Û BUYUKANIT YA LI SER
KONTROLKIRINA KURDAN DEWAM DIKE
Ocalan diyar kir ku AKPê li ser hîmê kontrolkirina Kurdan û derdorên îslamî bi Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk yê berê Yaşar Buyukanit re li hev kiriye, bi vî awayî pêşî li darbeya eskerî hatiye girtin û ev lihevhatin dewam dike. Ocalan gotinên xwe weha dewam kirin: "Piştî vê hewldana demokratîk, AKP wê her tiştî bike, derfetên xwe hemûyan bikar bîne. CHP û MHP jî bi dijberiya vê pirsgirêkê hewl didin xwe li ser xwe bigirin. AKP jî baş dizane eger vê gava xwe bi ser bixe dikare xwe li ser piyan bigire. Lewma wê derfetên di destê xwe de hemûyan bi kar bîne. AKP bi tevahî li gorî hesabên hilbijartinê tevdigere. Ya AKP dike hemin hîle ye. Ev hewldana demokratîk jî ne projeya AKP'ê ye. Projeya dewletê ye. Heta ne ya tevahiya derdorên dewletê ye jî. Eger xebateke baş were kirin, AKP wê li herêmê paş bikeve, bandora wê kêm bibe.' Piştî vegotina riyên 1. û 2. Ocalan behsa riya ku ew diparêzên ya ku rêveberiya civakê ya demokratîk esas digre kir... Ocalan diyar kir ku ev jî, sîstema KCK'ê ye... Ocalan, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, 3 qonax eşkere kirin.. Ocalan anî ziman ku komên ji Qendîl û Mexmûrê hatine, qasidên aştiyê ne û got, tenê bi hatina van koman pirsgirêka Kurd wê neyê çareserkirin...

RIYA 3. YA KU EM DIPARÊZIN RÊVEBERIYA
DEMOKRATÎK ESAS DIGRE
Rêberê Gelê Kurd Ocalan, di hevdîtina xwe de diyar kir ku riya ew diparêzin û alîgirên wê ne, rêveberiya demokratîk a civakê esas digre ye... Ocalan destnîşan kir ku ev rê jî, sîstema KCK'ê ye û weha behsa vê sîstemê kir:

KCK, SÎNORAN ESAS NAGRE Û RÊXISTINKIRINA
CIVAKÊ YA AZADÎXWAZ E "Sîstemeke azadîxwaz e, sînoran esas nagre û hewl dide civakê li ser hîmê demokrasiyê birêxsitin bike. KCK, bi ti awayî ne çareseriya di nava dewletê de ye. Min di nexşeya rê de 5 aliyên sîstema KCK'ê vegotibûn: Aborî, civakî, siyasî, huquqî û dîplomatîk. Aliyê civakî mijarên mîna rêxistinkirina perwerdê digre nava xwe. Aliyê dîplomatîk jî tê maneya qada navneteweyî. Fikra Konseya Stratejîk a ku Davutoglu behsê dike, ji fikra min a bi navê Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk hatiye wergirtin. Ev konsey pêkanîna wê fikrê ye. Ji ber ku nexşeya min a rê di destê AKP'ê de ye, sûdê jê werdigrin. Denîz Baykal mijarê hinekî dizane; Baykal dibêje, 'AKP, nexşeya rê ya Îmraliyê pêk tîne'. Lê ya rastî ew e ku AKP'ê wê nikaribe nexşeya min a rê bicih bîne. Lê jê sûdê werdigrin. Davutoglu li derve, Erdogan jî li hundur jê sûdê werdigrin. Dema ku di nexşeya xwe de min behsa çareseriyên demokratîk yên Rojhilata Navîn kir, min pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk ya Herêma Dîcle-Firatê kir. Davutoglu, niha hevdîtinên derbarê vê mijarê de bi Iraqê û Sûriyê re dike." Ocalan diyar kir ku KCK li ser hîmê azadîxwaziyê dixwaze rêxistina civakê ya demokratîk pêş bixe û weha got: "Ev ne rêxistineke dewlet û federalîzmê ye. Di nava vê rêxistinê de, civak li derveyî dewletê xwe birêxistin dike. Civak bi awayekî demokratîk xwe birêve dibe. Xweseriya demokratîk a em behs dikin jî ev e. Dibe ku gotin cuda bin, lê naverok eynî ye"...

KOMÊN HATÎ QASIDÊN AŞTIYÊ NE Û
DIKARIN DI NAVA MECLÎSA AŞTIYÊ DE CIHÊ XWE BIGRIN
Rêberê Gelê Kurd, di vê mijarê de, hatina komên aştiyê jî weha dinirxîne: "Komên hatî, qasidên aştiyê ne. Tenê bi hatina van koman, wê pirsgirêk neyê çareserkirin. Ew ê xebatên aştiyê birêve bibin. Divê ew di nava Meclîsa Aştiyê de cihê xwe bigrin. Koma ji Ewrûpayê jî wê were. Lê ji niha û şûnde, ji bo komên aştiyê werin, ez ê ti bangê nekim. Wê ne di cih de be jî. Lê dewlet dikare biçe bi PKK'ê re hevdîtinê pêk bîne, wê demê eger PKK bixwaze, ez ê tiştekî nebêjim. Biryara vê yekê ew ê bixwe bidin. Armanc ji bangkirina min ji hatina van koman îmtînhakirina dewletê bû. Hem ji bo pêşî li xetimîna siyasetê were vekirin, hem jî ji bo nîşandana dilsoziya wan min ev bang kir, wan jî guh da banga min û hatin, dilsoziya xwe jî nîşan dan. Ez spasiya xwe pêşkêşî wan dikim. Komên 99'an bê amadekarî hatin. Me neheqî li wan kir. Rewşeke ne diyar hebû. Me wê demê got, belkî dewlet vê fersendê binirxîne. Lê dewletê ew avêtin girtîgehan."

JI BO ÇARESERIYÊ 3 QONAX LAZIM IN
Ocalan, diyar kir ku ji niha û pê de ji bo çareseriyê 3 qonax lazim in... Ocalan bi bîr xist ku wî ev qonax di nexşeya xwe ya rê ku niha di destê dewletê de ye, vegotine... Paşê qonaxên çareseriyê weha diyar kirin: "Qonaxa yekemîn, dewletê tevahiya mafên Kurdan misoger bike. Di vê warî de wê baweriyê bide me û me qanî bike. Em ê jî ji dewletê re destnîşan bikin ku em ne cudaxwaz in. Em ê beyan bikin ku em ne cudaxwaz in. Ya duyemîn em ê îlan bikin ku em rêbazê şîdetê ji xwe re esas nagirin. Em ê rêbazê şîdetê ji dewrê derxin. Di vê qonaxê de wê rewşa bêçalakiyê peyda bibe. Şer û şîdet wê rû nedin. Dewlet jî wê çareseriya demokratîk qebûl bike, 5 aliyên Kurdan yên min behsa wan kir, wê di ber çavan re derbas bike. Divê derfet were dayîn ku Kurd xwe bi xwe birêve bibin. Ji bo ev pêk werin jî, divê astengiyên li pêşiya min werin rakirin. Divê ev mijar demeke dirêj werin nîqaşkirin. Berê jî min digot, divê em 90 rojan aliyên wê yên esker, 45 rojan jî aliyên wê yên emniyetê nîqaş bikin, min xwest behsa vê yekê bikim. Ev mijar ewqas ne hêsan e. Eger ev pêk werin, weke qonaxa duyemîn, paşvekişandina derveyî sînor wê pêk were. Di qonaxa sêyem de jî divê dewlet di warê huqûqî de baweriyeke misoger bide û li gorî vê yekî destûra bîngehîn amade bike. Divê qanûnên heyî biguherîne. Eger dewlet ev bicih anîn, wê demê veger jî wê pêk werin. Divê ez jî di vê pêvajoyê de, xwe îfade bikim. Ji bo ez karibim vê çareseriyê pêk bînim, divê ez vê yekê li ber çavên dewletê bikim, pêwîste dewletê jî bêje, ez ê destekê bidim. Di nexşeya min a rê de, 10 prensîb hene. Min di nexşeyê de, bi awayekî berfereh behsa çareseriya demokratîk kiriye." Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rewşa heyî jî îfade kir û weha got: di vê rewşê de PKK dewletê, dewlet jî PKKê diceribîne. Û diyar kir, ku di vê rewşê de, PKK dewletê, dewlet jî PKK'ê diceribîne. Ocalan, helwesta AKP'ê jî nirxand û got, pir li gorî berjewendî û hesabên xwe tevdigere.

PKK DEWLETÊ, DEWLET JÎ PKK'Ê DICERIBÎNE
REWŞA NIHA NE REWŞEKE DIYALOGÊ YE
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir, ku rewşa heyî, rewşa hevceribandinê ye. Û anî ziman ku PKK dewletê, dewlet jî PKK'ê diceribîne. Ocalan got; "Rewşa heyî ne rewşek diyalogê ye. Hevceribandin û hevteskirin e." Ocalan, helwesta AKP'ê jî wiha nirxand:
AKP PIR LI GORÎ BERJEWENDÎ Û HESABÊN XWE TEVDIGERE
EM ÇARESERIYÊ DIXWAZIN, DIVÊ DEWLET JÎ BIXWAZE
"Divê AKP çareseriya demokratîk qebûl bike. Lê AKP pir li gorî berjewendî û hesabên xwe tevdigere. Bi her awayî hesabê wê heye. Li gorî hilbijratinan jî hesabê wê heye. Rastî di nava dewletê de jî alîgirên çareseriyê hene, hêza Hîlmî Ozkok ji sedî 30 felan bû. Ozkok çareseriya siyasî dixwest lê hêza wî ya çareseriyê qels bû. Diyalogê ne bi AKP'ê dest pê kir, ji dema Ozal û vir ve diyalog heye. Piştre, di dema Erbakan de jî agahî hatin. Karadayi ji bo Partiya Refahê ji me re digot; ev nikare pirsgirêkê çareser bike encax em dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Di eslê xwe de Karadayi, Kivrikoglu aligirên çareseriyekê bûn, lê ev jî beşeke dewletê bûn. Niha AKP dixwaze hertiştî bike malê xwe. Rêya ku AKPê hilbijartiye bi her awayî tijî hesab-kîtab, dek û dolab in. Qetlîamên servekirî yên Ergenekonê jî qasî vê pêvajoya tinekirinê ya bi dizî û dek û dolabê talûke nebû. Em ji bo çareseriyê hene, ji bo çareseriya demokratîk hene lê divê dewlet jî çareseriya demokratîk qebûl bike. Lê em bi dewletê re, bi dewleta rastî dewlet re, ji bo çareseriyê hene. Divê dewlet sîstemeke ku Kurd karibin xwe bixwe bi rêve bibin, modêla çareseriya demokratîk qebûl bike. Ez bang li xelkê Tirk dikim: 80-90 sal e perdeyek li ser me heye. Em bi hev re dikarin vê perdê rakin. Em dikarin bi hev re aştî û demokrasiyê bînin, emê tev bi hev re bi ser kevin. Em alîgirê çareseriya demokratîk in."

EGER DOZGERÊ ERGENEKONÊ DIRUST BE BILA WERE
EMÊ KARÊN QIRÊJ ÊN ERGENEKONÊ YEK BI YEK BÊJIN
Ocalan di hevdîtina xwe de behsa dozgerê Ergenekonê ku dosyaya wî xwestibû jî kir. Ocalan got, ezê bersivê bidim vê yekê û wiha got: "Ez ji kesên, ku min weke Ergenekon rave dikin re dibêjim. Heta niha hemû karên qirêj yên Ergenekonê min derxistin holê. Eger dozger dirust e, bila were vê derê, ezê jê re bêjim ka Ergenekonê çi dek û dolab kirine, hemû karên wan ên qirêj bêjim. Ergenekon hertim li dijî me xebitî. Bila dozger vê yekê zanibe; Ergenekonê xwe li her derê bi rêxistin kir. Hewl da di nava me de jî xwe bi rêxistin bike. Kesên ku demek ev der birêve dibirin jî Ergenekonî derketin. Ez nizanim ew niha li kuderê ne. Dibe ku ew kesên li vê derê ez bi zorê avêtim erdê û bi mirinê tehdît kirim jî Ergenekonî bin. Lê ev tev jî bê xebera dewletê nehatiye kirin. Dibe ku niha jî li vê derê, sed metro dûrî min be. Ez vê yekê nizanim, dewlet zane."

No comments:

Post a Comment