Friday, October 23, 2009

Roj TV:DTP'ê kuştina li qereqolê bire Meclisê


DTP'ê kuştina li qereqolê bire Meclisê
Parlementera DTP'ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir kuştina Resul Îlçîn ku piştî hate binçavkirin bi awayek serê wî hatiye perçekirin û kuştî ji qereqolê derxistin, bire Meclisê.

Hemwelatiyê bi navê Resul Îlçîn (52) bi boneya 'tevgerên wî yên guman hene' du roj berî niha ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Piştî Îlçîn birin qereqolê di nav 15 deqeyan de cenazeyê Îlçîn bi hinceta ketiye erdê û jiyana xwe ji dest daye radestî malbatê kirin. Bes perçebûna serê Îlçîn û raporên nexweşxaneyê yên diyar dikin, serê wî bi darbeyan hatiye perçekirin, rastiyê radixe ber çavan. Cenazeyê Îlçîn duh li Navçeya Hezexa Şirnexê hate definkirin. Parlementera DTP'ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir balkişand ser bi darpkirinê kuştina Îlçîn û bi daxwaza bersivandina Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay pirsniyarnameyek da Meclisê. Bayindir ev pirskirin:
Bayindir, têkildarî mijarê ji bo Wêzîr Atalay bibersivîne ev tişt pirsîn:

* Resul Îlçîn û Mehmet Îlgîn bi çi hincetê hatin binçavkirin? Çiqasî di bin çav de mane?

* Îdîayên piştî Resul Îlçîn hate binçavkirin, birine Midûriyeta Polîsan a Navçeya Hezexê û li wir ji ber derbeyên li serê wî ketine jiyana xwe ji dest daye, rast e? Ger rast be, piştî bûyera Resul Îlçîn, ji aliyê îdarî û saziyên edlî tu lêpirsîn kirine?

* Çawa dibe ku welatiyek li ber deriya Midûriyat Polîsan di nava gelekî polîsan de dikeve û dimire? Di nava sînorên peywirdarên ewlehiya gel de, ma mirina mirovekî nakokî nîne?

* Ger li Midûriyeta Îdilê, di buyerên berê de kêsên ku peywira xwe nebaş bi kar anîbûn hatibûna cezakirin wê îro ev tişt bibûna? Piştî vê buyera ku li Îdilê hati jiyîn hunê Midûrê Midûriyeta Polîsan a Îdilê ji peywirê bigirin? Hunê cezayên çawa pêk bînin?

* Waliyê Şirnexê jî, piştî mirina Mehmet Uytun, daxuyaniya nivîskî ya ku bûyerê tune hesap dike û berovajî dike kiribû. Amîrên mulkî li gel bûyerên di nava sînorên xwe de li cem hemwelatiyan cîh bigire, daxuyaniyên bûyerê berovajî dike, dide û peywira, xwe pêk nîne. Gelo hûne derabarê Walî de lêpirsînê vekin an jî ji peywirê bigirin?

* Derabarê peywirdarên ewlehiyê yên ku bûne sedema mirina welatiyan de lêpirsîn vekirine, çend bi bêşopandinê bi dawî bûne? Çend kes hati ne cezakirin?

* Lijneya Giştî ya Cezeya Dadgeha Bilind, li Sêrtê 7 gule li giseyê reşandibû û bibû sedema kuştina Abdullah Aydan. Derbarê çawişê pispor de bi hinceta 'Taybetmendiyên herêmê' biryara dê neyê cezakirin hatibû dayîn. Dema hun mudexalêyên polîsan ên li xwepêşandanên demokratîk ên li herêmê lêkolîn dikin, hun difikirin ku di Qanûna Salahiyetên Peywaria Polîsan de sererastkirinan çêkin."

No comments:

Post a Comment