Wednesday, October 7, 2009

TBMMê Tezkereya Operasyonên Dersînor Saleke Din Dirêj Kir

Enqere – Di demekê de ku çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin û behsa ‘Vebûna Kurd’ tê kirin, Meclîsa Tirkiyê tezkereya operasyonên dersînor bo nav axa Herêma Kurdistanê saleke din dirêj kir. Civata Giştî ya Meclîsa Tirkiyê (TBMM) doh derbarê tezkerê de ku rê dide Artêşa Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê operasyonan bike, civiya û tezkere saleke din dirêj kir. Piştî nîqaşên di wê derbarê de tezkereya operasyonên dersînor li Civata Giştî ya Meclîsa Tirkiyê bi 452 dengan hat pesendkirin. 475 parlamenter tevî dengdanê bûn û tenê 23 parlamenteran dengê ‘na’ da. Di vê derbarê de DTP, saziyên civaka sivîl, beşek ji siyasetmedarên serbixwe û demoqrat li dijî vê biryarê reaksyon pêşan dan û ev pêngava han wek ragehandina şer pênase kirin.

çavkani:Rudaw

No comments:

Post a Comment