Friday, October 23, 2009

VOA: Parlamentera DTP Bayindir û Reaksîyonên li Dijî DTPê



23/10/2009

Sevahîr Bayindir
Sevahîr Bayindir
Di hevpeyvîna hevkarê Robîn Reşvan de, Parlamentera DTP Sevahîr Bayindir, ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkî re qala reaksîyonên li dijî peşwazî kirina girseyî ya komên aşitîyê dike. Birêz Bayindir dibêje, ew neheqîyek mezin e ku, wezîrê hindûrî, DTPê bi sabatoj kirina peyvajoyê tawanbar dike. Tiştekî normal e ku gel şa be ku dilxweşîya xwe nîşan bide. Her wiha, DTP wê peşvazîyê lidar nexistîye. Gel, jibo piştgirîya xwe ya çareserîya pirsa Kurd û bi daxwazîya xwe hatiye Xabûrê. Kî, çima ji wê yekê eciz e: ne xwîn hatîye rijandin, ne jî alozî derketîye, çima ew qas reaksîyon heye?

Xanim Bayindir her wiha dibêje, pêşnîyarên Abdullah Ocalan gelek girîng in bo çareserîya û divê berî her tişt, qanûna binhegîn bête guhartin û mafên Kurdan bêne garantî kirin.

Guhdarên delal, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilik bikin.

hevpeyvîn
Guhdarî bike (MP3)

No comments:

Post a Comment