Friday, October 9, 2009

Li bakûrê Kurdistanê protestoyên bêdeng

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Doh li seranserê bajarên bakûrê Kurdistanê rojeke awarte bihûrî.

Bi boneya şermezarkirina salvegera 9'ê cotmehê 12'emîn salvegera roja derxistin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarên kurdan dikan nehatine vekirin, zarok neçûn dibistanan, hemwelatiyan kincên rex li xwe kirin û pateyên reş di balqonan de daliqandin û wesayîtên xwe nedan xebitandin.


Rojeke awarte

AMED
Li Amed û navçeyên wê dikan qet nehatin vekirin. Li navçeyên navendî yên Baglar, Kayapinar, Sûrîçî, semtên Şehîtlîk, Seyrantepe, Azîziye û Sanayî yên Yenîşehîrê bi tevahî nehatin vekirin. Li Semta Ofîsê jî ji sedî 80'yê dikanan nehatin vekirin. Li bajar piraniya xwendekaran jî neçû dibistanê. Ji ber nexebitandina wesayîtan kolanên Amedê vala man. Li ser protestoya gel leşker û polîsan li gelek deverên bajar tedbîr girtin. Li cihê Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay lê bi nûnerên saziyên civakî re hatî girtin Odela Classê tevahiya dikanan girtî bû. Li ser guzergaha Atalay jî tevahiya dikanan girtî bû. Li navçeyên Farqîn, Pîran, Erxen, Karaz, Licê, Bismil û Hênê jî bi tevahî dihatin girtî man. Li Pasûr, Çermûk, Çinar, Hezro û Egîlê jî piraniya dikanan vene bû. Polîs li navçeyan tedbîr hildan.

COLEMÊRG
Li Colemêrgê tevahiya esnafan dikanên xwe venekirin û xwendekar neçûn dibistanê. Li baloqên gelek malan bateyên reş hatin daliqandin. Li ser protestoya bêdeng polîs û leşkeran li gelek deverên bajar noqteyên lêgerînê danîn. Li hind taxan ciwanan dest bi berhev bûnê kir. Li navçeyan jî heman çalakî pêk hatin. Li navçeyên xwendekar neçûn dibistanê xwediyên wesayîtan derneketin trafîkê. Li navenda bajar û navçeyan çûnûhatina wesayîtan bi tevahî rawestiya. Bi boneya protestoyan li ser saziyên dewletê tedbîrên berfireh hatin girtin. Her wiha di belavokên heta gundan jî hatin belavkirin, derbarê mijarê de agahî hatin dayîn. Her wiha hate xwestin ku herkes beşdarî meşa protestoyî ya di 10'ê cotmehê seat di 12.30'an de pêk tê bibin. Li Navçeya Çelê ya dikeve ser sînorê Kurdistana Federal jî dikan nehatin vekirin û kes ji mala xwe derneket. Li ser vê yekê polîs û leşkeran tedbîr girtin.

WAN
Li Wanê jî çalakiyên protestoyî şevê din bi meşan dest pê kir. Vê sibê jî piraniya esnafên navenda bajar dikan venekirin. Di serî de Kuçeya Hunerê, rex Otela Tekîn, Bazara Mezin a Rus û gelek kolanên din ên navendê dikan venekirin. Ji ber venekirina dikanan polîsan li navenda bajar tedbîr girtin. Hate daxuyandin ku li hind deveran polîsan xwestine bi zorê dikanan bidin vekirin. Li navçeyên Elbak û Erdîşê piraniya dikandaran dikanên xwe girtin. Li navçeyan piraniya xwendekaran jî neçûn dibistanê. Her wiha li Erdîşê hemwelatiyên wêneyên Endamê HPG'ê Sunullah Kesercî bi ber singê xwe vekirine, ji bo biçin Navçeya Ebexê bi komî amadekariyan dikin.

AGIRÎ
Li Navçeya Bazîda Agiriyê jî bi tevahî esnafan dikanên xwe venekirin. Pateyek mezin ê reş bi avahiya DTP'ê ya Navçeya Bazîdê ve hate daliqandin. Gelek hemwelatî li ber avahiya DTP'ê berhev bûne. Hate zanîn ku girse dê meşê li dar bixe.

ŞIRNEX
Li Navçeya Hezexa Şirnexê firin jî di nav de tu esnafan dikan venekirin. Li navçeyê malbat ji malên xwe derneketin û zarok neçûn dibistanê. Polîsan li navçeyê tedbîrên berfireh girtin. Li Navçeya Silopiyê jî bêyî firinan tu dikaran daran kargehên xwe venekirin. Hemwelatiyan kincên rex li xwe kirin.

ÊLIH
Li Êlihê jî nêzîkî temamiya esnafan dikanên xwe venekirin. Kolanên herî karhîner ên wekî Gulistan, Amed û Kuçeya Hunerê tevahiya esnafan dikan girtin. Hemwelatiyan kincên reş li xwe kirin û li taxan agir pêxistin. Ji ber protestoyan li gelek deverên bajar polîsan jî tedbîrên xwe girtin. Her wiha bi panzeran tîmên taybet jî hatine bi cih kirin.

MÊRDÎN
Li navçeyên Qoser, Dêrik, Şemrex û Nisêbînê esnafan qet dikan venekirin. Li avahiyan pateyên reş hatin daliqandin û ji ber protestoyan polîsan tedbîr girtin. Ligelek bajarên din ên kurdan protestoyên heman awayî dê heta seat 12'an bidome.

Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay, li Amedê bi saziyên sivîl re civiya

Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay, di çarçoveya "Hewildana Kurd" de li Amedê bi nûnerên saziyên sivîl re yekem civîna herêmê li dar xist. Atalay, di civînê de diyar kir ku heta li herêmê pirsgirêkên ewlehiyê hebin nikarin razemeniyê li herêmê bikin.

Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay, di çarçoveya "Hewildana Kurd" de yekemîn civîna xwe ya herêmê li Amedê pêk anî. Atalay, ligel nûnerên ÎHD, MAZLUMDER, Tes-Îş jî di navde bi 39 saziyên sivîl û civakî re li Otela Klas di civîna taştê hevdîtin çêkir. Atalay, di civîna taştê de axaftinek kir û parast ku wan di çarçoveya "Hewildana Kurd" de gavên girîng avêtine û wiha got: "Em dixwazin di 'Hewildana Kurd' de feraseta biratiyê pêş bixin. Em pir qîmet didin saziyên sivîl." Atalay, diyar kir ku wan gavên girîng û bi biryar avêtine û ji her kesî xwest ku piştgiriyê bidin wan.

'Heta pirsgirêka ewlehiyê hebe, razamenî nabe'


Atalay, destnîşan kir ku divê ew mijara ku kuştin, hêsir, xwîn û êş têde heye bînin rojevê û bibîrxist ku barekî giran dikeve ser saziyên sivîl, gel û parlementoyê. Atalay da zanîn ku peyvir dikeve ser milê her kesî û wiha got: "Ev welat têra me hemûyan dike. Em beriya rojên xweş dikin. Gelê me dixwaze jiyanek xweş bijî. Lê divê bê zanîn ku heta pirsgirêka ewlehiyê hebe razemenî nayê kirin."

Meşa 9'ê Cotmehê li Wanê rastî mudahaleyê hat


Polîsan mudahaleyî koma bi armanca şermezarkirina salvegera 9'ê Cotmehê roja RêberêGelê Kurd Abdullah Ocalan ji Suriyeyê hatiye derxistin, pêk hatî, kir.

Komek qelebalix bi armanca şermezarkirina salvegera 9'ê Cotmehê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Suriyeyê hatiye derxistin, li ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya Bajar civiya. Komê ber bi Kargeha Artosê ve dest bi meşê kir. Polîsan bi bombeyên gazê mudahaleyî meşê kir. Li ser vê yekê ciwanan bi keviran bersiv da. Bûyerên bi mudahaleyê dest pê kirîn, didomin.

Li Erdîşê darabe nehatin vekirin


Li navçeya Erdîşa Wanê bi boneya protestokirina 12’emîn salvegera Komploya Navneteweyî û înfazkirina gundiyan li gundê Kelê dikandaran darabeyên dikanên xwe venekirin û wesayît dernexistin trafîkê. Her wiha girseya ber hev bûyî wekî konvoyekê ber bi navçeya Ebexê ve derkete rê. Îro jî li gelek bajaran çalakiya girtina darabeyan pêk tê.

Di 9ê Cotmehê de çi bû


Ocalan, di 1'ê îlona 1998'an de, ji bo şansek din bide hewldanên çareseriya demokratîk, cara sêyemîn agirbesteke yek-alî îlan kir. Lê belê dewleta tirk, wekî herdemî bi operasyon û tehdîdan bersiv da Ocalan. Fermandarê Hêzên Bêjayî yê wê demê orgeneral Atîlla Ateş, di 16'ê Îlona sala 1998`an de, li Hatayê axivî û ji bo Ocalan radestî wan bike, gef li Suriyê xwarin.

Piştî van gef xwarinan jî, Desteya Ewlekariya Neteweyî ya tirk, MGK'ê daxuyaniyeke gefxwarinê da û sînorê Suriyê jî, bi leşkeran tijî kir. NATO'yê jî di heman demê de, di bin navê tatbîkateke hevpar de, keştiyên şer şandin Derya Spî. Li ser van pêkanînan, Ocalan ji bo rê li ber şerekî venebe, di 9'ê cotmehê de ji Rojhilata Navîn derket û çû Ewropa. Ev komploya navneteweyî, di 15'ê sibata 1999'an de jî, li paytexta Kenya Naîrobiyê, bi dîl-ketina Ocalan gihişt merhaleyeke din.
(Dîha / HAWAR NET.com / Ajansan)

çavkani: HAWAR NET

No comments:

Post a Comment