Saturday, October 3, 2009

Hikûmeta Kurdistanê bi dijwarî topbaranên dawîn ên artêşa Îranê şermezar kir



HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi dijwarî topbarên vê dawiyê ên artêşa Îranê ên bo ser navçeyên sinorî ên herêma Kurdistanê şermezar kir û wek binpêkirina serweriya Iraqê û axa herêma Kurdistanê bi nav kir.

Hikûmeta herêmê her weha topbaranên Îranê wek têkdana rewşa aram û bi îstîqrar ya navçeyê bi nav kir got:” Em bi dijwarî topbaranên nahiyeya Sîdekanê ya ser bi qazaya Soranê û nahiyeya Jaraweyê ya ser bi Pişderê şermezar dikin ku 1’ê vê mehê artêşa Îranê pêk anî.”

Hikûmeta herêmê da zanîn ku topbarankirina navçeyên sinorî di berjewendiya têkiliyên dostane û cîrantiya baş de nîne û got:” Daxwaz ji komara Îranê dikin di zûtirîn dem de topbaranên xwe rawestîne û rêz li serweriya Iraq û qanûnên navdewletî û îradeya aştiyane ya gelê Kurdistanê bigire.”

Tirkiyeyê gundên Sîdekanê da ber topan


Topxaneyên Tirkiyeyê careke din gundên Herêma Kurdistanê yên li sînorê nehiyeya Sîdakanê dan ber topan.

Çavkaniyeke agahdar ji navçeyê ji PUKmedia’yê re ragihand, duhî êvarê topxaneyên Tirkiyeyê gundên Elmuş, Xwakurk, Gelî Reş û Male Melayê yên ser bi nehiyeya Sîdekanê ya qezaya Soranê topbaran kirine.

Wê çavkaniyê aşkere jî kir, topxaneyan du car wan navçeyan topbaran kirine û heta niha çi zanyariyek li ser ziyana canî û madî yên welatiyan nehatiye zanîn. Hevdem digel topbaranê, firokeyên şerî jî di ser navçeyê re firiyane.
.

çavkani: © HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment