Wednesday, October 21, 2009

Umer û Elîko: Divê Sûriyê Çav Li Tirkiyê Bike

Rûdawnet – Qamişlo: Derbarê soza Hikûmeta Sûriyê bo Partiya Yekîtî ya bi serokatiya Fûad Elîko derbarê civîn û gotûbêjan bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyê, Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Îsmail Umer ragehand ku tu nîşanên çareserkirina Pirsa Kurd li Sûriyê nayên xwiyakirin û got: "Hikûmeta Sûriyê naxwaze diyalogê li gel tevgera Kurd li Sûriyê bike. Dibe ku hinek hevdîtin berê hatibin kirin lê belê her bê encam mane jiber bi aliyekî tenê re dihatin kirin û piraniya hêz û pêkhatyên din ên tevgera Kurd li Sûriyê dihatin paşgwehxistin." Îsmail Umer behsa encamên erênî yên "Vebuna Kurd" li Tirkiyê û tevlîbûna Sûriyê bo Peymana Şirîkatiya Ewrûpî kir û domand: "Neteweperestên Tirk hebûna gelê Kurd înkar dikirin û digotin Kurd Tirkên çiyê ne. Dewleta Tirk herdem bi agir û hesin bersiva daxwazên Kurdan dida. Lê di dawî de, herdû aliyan naskir ku pirsgirêkek heye û divê bê çareserkirin. Proseya Erdogan a "Vebuna Kurd" wê bandoreke erênî li Pirsa Kurd li Sûriyê jî bike. Herwiha tevlîbûna Sûriyê bo Peymana Şirîkatiya Ewrûpî dê Sûriyê neçar bike rêz li mafên mirovan bigre, reformên siyasî cîbicîh bike û rê li pêşiya demokrasiyê veke û bi awayekî erênî berê xwe bide pirsgirêka Kurd li Sûriyê." Di berdewamiya axaftina xwe de Umer bo Malpera Soparo wiha axifî: "Hikûmeta Sûriyê ne ciddî ye di destpêkirina diyalogê li gel tevgera Kurd li Sûriyê, lê divê Kurd helwesta xwe bikin yek û yek jêdera derxistina biryara xwe ya siyasî dirust bikin." Îsmail Umer daxwiyand ku çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyê bi rêyeke demokratîk û aştiyane di berjewendiya Sûriyê jî de ye û pêde çû: "Divê Sûriyê çav li Tirkiyê bike û biser Kurdan de vebe. Emê xebat û hewldanê xwe bidomînin heta rêjîm vêya fahm bike û siyaseta binpêkirina mafên Kurdan bidawî bîne û mafên gelê me yên siyasî, civakî û çandî misoger bike. Ger ew roj bê dibe ku em li gel neviyên xwe wezîfeyên dersên zimanê Kurdî çareser bikin, bê guman wê tu zerer negihe Ereban an zimanê Erebî lê belê wê hê zêdetir rûyê Sûriyê yê xweşik bide pêş." Ji aliyekî din ve, Sekreterê Komîsyona Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Fûad Elîko ragehand ku armanca çalakiyên Yekîtî ne hilweşandina rêjîmê ye lê ji holê rakirina binpêkirinên ku dijî Kurdan tên kirin û domand: "Rêjîma Sûriyê hebûna gelê Kurd li Sûriyê înkar dike ji dokûmenta Mihemed Talab Hîlal sala 1960 bigre heta Biryara 49ê ya sala 2008an. Tevgera Kurd bi awayên demokratîk hebûna gelê xwe parast." Derheqê paşxistina xwepêşandana roja 12.10.2009an de jî Elîko wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Piştî diyalogeke germ li gel Komîsyona Ewlekarî li Qamişlo me lihev kir. Em dixwazin di navbera me û rêjîmê de hevdîtin çê bibe û em bighin hinek encamên erênî. Divê ev bibe gava yekem di destpêkirina d'yalogeke ciddî di navbera rêjîmê û tevgera Kurd li Sûriyê ne tenê partiya Yekîtî." Navbirî balkişand ser daxwaz û xwestekên aliyê Kurd di gotûbêjên çaverêkirî de yên navbera Yekîtî û rêjîmê got: "Hê gotûbêj nehatine destpêkirin, emê behsa rewşa gelê xwe bikin. Herwiha, Yekîtî tu biryara bi çarenûsa gelê Kurd li Sûriyê ve girêdayî bê partiyên Kurd ên din li Sûriyê nade. Herdem em karê tevahî baştir dibînin." Di dawiya daxwiyaniya xwe de bo Soparo, Fûad Elîko axaftina xwe wiha qedand: "Bingeha me bihêz e. Em li welat in û emê herdem li gor berjewendiya gelê xwe tevbigerin. Qet tehdîtên rêjîmê me ji karê me yê demokratîk û aştiyane dûr naxin, herçiqasî qurbanî zêde bin jî."

Rudaw Net

No comments:

Post a Comment