Thursday, October 29, 2009

MAHMÛD OSMAN: DYE DIJBERIYA KURDAN DIKE HELWESTA WÊ PROVAKATORÎ YE

MAHMÛD OSMAN: DYE DIJBERIYA KURDAN DIKE HELWESTA WÊ PROVAKATORÎ YE
Parlemanterê Iraqê yê Kurd Mahmud Osman di siyaseta Kerkûkê de Dewletên Yekbûyî yên emerîkayê bi dijberiya Kurdan gunehbar kir. Osman Emerîka weke provakator bi nav kir û got, zextên Emerîka li ser Kurdan dike nabe werin qebûlkirin.

Der barê mijara Kerkûkê de rewşa têkiliyên siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de her diçe aloztir dibe. Herî dawî siyasetvanê kurd Dr. Mahmûd Osman Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi provakatoriyê gunehbar kir. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a PNA'yê Mahmûd Osman, doh êvarê daxuyaniyek daye û gotiye, Emerîka dest werdide pirsgirêka Kerkûkê, zextê li Neteweyên Yekbûyî û Desteya Bilind a Hilbijartinê dike. Osman anî ziman ku, di mijara Kerkûkê de helwesta Emerîkayê li hember Kurdan neyênî ye û ya ku dike jî provakatorî ye. Mahmûd Osman got, Neteweyên Yekbûyî hewl dide pirsgirêkê çareser bike, lê Emerîka hewl dide çareseriyê li gorî berjewendiyên aliyê din biguherîne. Osman axaftina xwe weha bi dawî kir: Ji bo çi Emerîka bi tenê zextê li Kurdan dike. Rojeke bi tenê jî zext li aliyê din nekiriye. Bila Emerîka xwe lê bigire da ku pirsgirêk li gorî xwezaya xwe çareser bibe.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment