Sunday, October 4, 2009

Balyoz Peter Galbraith jibo Pişka Kurdî li ser ji kar derêxistina xwe axift

160_Ambassador_Galbraith_P
Dexîlê Şemo

Balyoz Peter Galbraith got Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ew ji karî derêxist jiber ku ew ketibû xema fend û fêlên hilbijartina serokatîya Afganistanê ku Neteweyên Yekgirtî û civaka navnetewî piştevanî lê dikir û xercî lê dikir.

160_Ambassador_Galbraith_P
Balyoz Peter Galbraith
Wî got "Netewyên Yekgirtî erkê çavdêrîyê li Afganistanê heye bo piştevanî kirina dezgehên Afganî bo hilbijartineka azad, rewa û rohn; ne piştevanîkirin li dezgehên Afganî yên find û fêl di hilbijartina de kirîn. Li meha heft ji min re xuya bû ku xetera find û fêlên gelek mezin heye, min divîya wan xeteran nehêlim belê seroke desteya Netewyên Yekgirtî li Afganistane dijatîya min kir û ferman da min ez rawestim. Di pêra çendîn belge bi dest nekeftin belê wî ferman da wan belgeyan nedine dezgehên Afganîyên vekolîna dikin sebaret find û fêlan. Min mayê xwe kire karên ne rast û ez hatime derêxistin piştî nerazîbûna serokê Afganistanê Hamîd Karzayî ku serokê desteya Neteweyên Yekgirtî piştevanî lê dikir."

Daxuyanîyeke ofîsa Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon hate dan , wî daxwaza vekêşana birêz Peter Galbraith kir û domahî bi karê wî îna weku cêgirê nunerê Neteweyên Yekgirtî li Afganistanê.

Birêz Galbraith got; "Berî wê biryarê ez bêdeng bûm û min divîya hemû pirs bêdeng bimînitin û min hizra hindê kir xwe li meha neh-Îlonê ji Kabulê vekêşim, belê mixabin hinek alîyan peyam bi dizî vegihande ragihandinê û dema rexneya mezin li wî hatîye girtin wî biryara derêxistina min da."

Diyar e balyoz Galbraith divîya bêjetin ku Neteweyên Yekgirtî agahdarî find û fêlan bû û gendelîyê bê armanca wê ew bû serokê Afganistanê Hamid Karzayî di desthilatê da bimînîtin.

Dibêjitin " Ez bawer dikim serokê desteyê Kai Eide, diplomatê Norwecî ku dostê min e, nexweşîyeke 'clientitis' ya diplomasîyê heye ew jî ew e li şûna ku nuneratîya rêxistîya welatê xwe biketin, li cem rêberekî biyanî, ew nuneratîya wî rêberê biyanî diketin li cem rêxistîya xwe. Bi rastî ew zilamê Karzaî bû li Neteweyên Yekgirtî."

Birêz Galbraith gote Pişka Kurdîya Dengê Amerîka "Gelek rengên find û fêl û nerêkîyê di hilbijartinên serokatîya Afganistanê da hebûn. Bo nimune xelkê du caran dengê xwe da an hibr ji tilya xwe hilanî, belê ew renge find û fêl encamên hilbijartina naguhêrin eger gelek nêzîkî hev nebin, belê bingehên dengdanê li hinek deverên neparastî her ne hatine vekirin, belku bingeh li hinek ciyan nebûn û dîyar bû ku Hemîd Karzaî li wan bingehan gelek deng birine û kesî şiyan jî nebû bigehite wan deveran û li gelek wan cihan çar qatî jimara dengan hebûn."

Li ser pirsa ku erê derêxistina birêz Galbraith jiber nerazîbûnê li hember find û fêla di hibijartinên serokatîyê da danana gumanê ye li ser rewayîya serok Karzaî yan tengav kirin û aloz kirina Neteweyên Yekgirtî û hikumeta serok Obama ye, birêz Galbraith dibêjitin;

"Berê her tiştî eve ne şermezarîye ji serok Obama re yan ji Amerîka re çinku tu karî digel Neteweyên Yekgirtî dikî tu sondê dixwî ku bibî xizmetkarê rêxistîya cîhanî û alîgirê Neteweyên Yekgirtî bî, ne ê welatê xwe û ez bawer dikim gelek helwesteke di cihê xwe da bû, Amerîka xwe dûrî vê jêknegirtinê ragirt û eve ji min re jî ne şermezarîye belku ez dibînim nîşaneka gelek ne adetî ye Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî karbidestekî bilind ji karî derbêxitin çinku xem hebûye sebaret fend û fêla di hilbijartinekê da Neteweyên Yekgirtî piştevanîyê lê dikir û xercîyê lê dikir.

Birêz Peter Galbraith ku ji bajarê Denver ye Colorado bi telefonê digel Pişka Kurdîya Dengê Amerîka di axift got divêt li bîra her kesekî bitin ku derêxistina wî tiştekî kesayetî bû û dibite pirsgirêk ji dezgeha Neteweyên Yekgirtî ra. Çinku derbirîna nerehetîyê bû hemberî karekî ne dirust.

Li ser pirsa ku gelo ew li ber e ku daxwaza lêkolînê biketin balyoz Galbraith dibêje;

"Nexêr, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî desthelat heye wan kesên li astê berpirsyarîya min helbijêritin û ew ji wan razî bitin, belê ez bawer dikim hinek nerêkîyên birêvebirinê li desteya Neteweyên Yekgirtî li Afganistanê divêtin bibin babetê vekolîn û berpirsyarîyê. Her jibo berjewendîya karmendan piştî xerc kirina 300 milyon dolaran li ser karên desteya Neteweyên Yekgirtî."

Jiber ku birêz Galbraith şarezayeke zêde li ser rewşa Iraqê jî heye lewma min pirsyar jêkir ka ew çi cudahîyê dibînîtin li nêvbera destûdarê Iraqê û yê Afganistanê. Bi taybet li van demê ku hikumeta serok Obama hizra stratejîyeteka nû li Afganistanê diketin û qumandarê lêşkerî daxwaza hinartina serbazên zêdetir dikin.

Wî got" Li Iraqê du ji sê civakan gelek baş rêxistî ne; Kurd, welatekî serbixwe yê emrîwaqi birêve dibin û şer bi tenê ji cem Sunnîyan bû ku 20% ya serhejmêrîya Iraqê ne. Li Iraqê terorîsta li pêşî Amerîkî kirine armanc, di peyre Şî'a. Evcar dest bi şerrê rêberên adetîyên Sunnî jî kir û daxwaza para ji wan kir. Lê ewan li wî demî wan rêbera xwe da milê Amerîka. Li Afganistanê Talîban pitir dinav civaka Peştuyan de ne ku ew mezintirîn civaka Afganistanê ye û ew nîveke serhejmêrîya wê pêk dînitin. Ew medenîya nakine armanc. Her çende hinek rêberan dikujin û pişta wan ya bihêz li deverên Peştûne. Lewan rewşa li Afganistanê bi zehmettir e."

Her çende tundûtûjîya li Afganistanê nahête hevber kirin digel astê tundûtûjîya li Iraqê li sala 2006ê, anku bawerî heye hinartina serbazên zêdetir bo Afganistanê li mehên dahatî wê karîgarî hebitin weka çewa li Iraqê stratejîyeka serkeftî bû mi pirsî ka birêz Galbraith çi dibêjetin, wî got:

"Ne li vî demî, heta stratejîyeteka dijî xirabkarîyê li Afganistanê serkeftî bitin, divête hevbendekê bihêzê Afganî hebitin. Hikumeta Karzaî eve heft salin di desthelatê da û tête dîtin weke hikumeteka ne karîger û gendel, û eger Karzaî weke serokî me, ku her wesa berçav e, hilbijartinên dawî guman êxistîye ser rewayîya wî u jiber hindê şiyana vê hikumetê heta bibit hevbendek bihêz, alîyekî girîngê vê miştûmirê ye, lewan bi zehmete tu rewayîyê bidî hinartina serbazên zêdetir.

Serkeftina li Iraqê ya ji encamê piştevanîkirina rêberên eşîretan û pêkînana hêzên kurên Iraqê ne jiber xatira çavê Amerîka bû yan wan hez ji Iraqa nû dikir, belku, çinku endamên El Qaîde dest bi kuştina Sunnîyan bixwe kir, wan jî berevanî ji xwe kir."

Maye em bêjin Peter Galbraith yekem blayozê Amerîkî bû ku li welatê Kroatya anku Xirvatistan bête danan û li 30 salên piştî xwendina xwe li zankoyên Harvard, Oxford û Georgetown wergirtî ketîye karê hikumetê, belê dîsan digel Neteweyên Yekgirtî jî kar kirîye û nunerê rêxistîya cîhanê bû li Timora Rojhilat û şarezayekî navdarê rewşa Iraqê ye. Wî li sala 2007 kitêbek jêr navê "The End of Iraq" anku "Domahîya Iraqê" weşandibû.

Hevpeyvîn
Guhdarî bike (MP3)

çavkani: VOA

No comments:

Post a Comment