Saturday, October 24, 2009

ZUBEYÎR AYDAR: 'GELÊ KURD JÎ XWEDÎ HESASIYETAN E'

ZUBEYÎR AYDAR: 'GELÊ KURD JÎ XWEDÎ HESASIYETAN E'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ji rêveberiya tirk xwest ku bi hurmet nêzî komên aştiyê bibin. Aydar, tehdîtên rayedarên tirk rexne kirin û bi bîr xist ku gelê kurd jî xwedî hesasiyetan e. Aydar doh êvarê ji bernameya televîzyona me Sêla Sor re axivî û nerazîbûn nîşanê tehdîtên rayedarên tirk da. Aydar bi bîr xist ku koma aştî ya Ewrûpayê wê di 28'ê cotmehê de biçe Tirkiyê û ji rayedarên tirk xwest ku bi hurmet nêzî qasîdên aştiyê bibin. Aydar diyar kir ku ew dixwazin, qasîdên aştiyê bi awayekî mutewazî bên pêşwazîkirin û got: 'Koma ku ji parlementeran û rêxistinên civaka sivîl pêk tê, qasîdên aştiyê pêşwazî bikin. Dûre jî qasîdên aştiyê biçin Kazliçeşmeyê û li wir jî gel silav bikin'. Aydar daxuyaniya Walîtiya Stenbolê ya wekî ji ber ewlekariyê wê destûr nedin pêşwazîkirinê jî û got: 'Mûxatabê me hukumet e. Her roj banga vegerê dikin. Divê rayedarên hukumetê şêwaza xwe li ber çavan derbas bikin'. Aydar anî ziman ku ew hesasiyetan li ber çavan digirin, lê belê ew dixwazin ku hesasiyetên gelê kurd jî li ber çavan werin girtin. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar got, ku koma ji Ewrûpayê biçe ji 15 kesên xwedî statuya penaberiya siyasî pêk tê û got: 'Endamên koman, ji bo çûyinê serî li konsolosan dane, hê belgeya vegerê negirtine. Eger belge bên wergirtin, wê kom di 28'ê cotmehê de biçe'.

© Roj TV

No comments:

Post a Comment