Monday, October 26, 2009

Ahmet Turk: Alîgirên Şer Dixwazin Provokasyonan Derxin

Rûdawnet – Enqere: Serokê Giştî yê DTPê Ahmet Turk daxwiyand, di nav civaka Kurd de daxwazeke mezin a aştiyê heye û li dijî vêna yên berjewendiya wan di şer de heye dixwazin provokasyonan derxin û domand: "Ev rewşeke pir metirsîdar e. Gaveke erênî ya aştiyê wek 'lehengî-teslîmbûn, teslîm girtin-têkbirin û têkçûnê' tê nirxandin. Ev karê wan siyasetmedaran e ku li hemberî pirsgirêkên civakê hest bi tu berpirsyariyan nakin." Hevserokên Giştî yên DTPê Ahmet Turk û Emîne Ayna li Navenda Giştî ya DTPê derbarê rewşa dawî de daxwiyaniyek dan çapemeniyê. Turk bi bîr xist ku li ser bangewaza Serokê PKKê Abdullah Ocalan, Grubên Aştiyê hatine Tirkiyê û got: "Grub bo vekirina pêşiya pêvajoya aştiyê hatine. Gava hatiye avêtin dîrokî ye. Em wek DT'ê vê gavê girîng dibînin. Ev ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên aştiyane serdemeke nû ye. Lewra Grubên Aştiyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Vê hêz û coşa gelê me careke din berpirsyariya me aniye bîra me. Hêviyên aştî û demokrasiyê zêde kirine. Em vê gavê ji bo vekirina pêşiya aştiyê pir di cîh de dibînin. Ji Silopiyê heta Diyarbekirê û li gelek bajarên din xwepêşandan bo aştî û biratiyê hatin kirin. Ev hêvî û daxwaza gelê ma ya ji bo aştiyê ye." 'Siyasetmedarên bêberpirsyar hene' Turk da zanîn ku coşa hatiye nîşan dan a aştiyê ye û pêde çû: "Lewra cîhanê bi baldarî berê xwe da vê tabloyê. Hewildanên dixwazin vê tabloyê berevajî bikin, bêşensiyeke mezin e. Ev rewşeke pir metirsîdar e. Gaveke erênî ya aştiyê jî wek 'lehengî-teslîmbûn, teslîm girtin-têkbirin û têkçûnê' tê nirxandin. Ev gotin karê wan siyasetmedaran e ku li hemberî pirsgirêkên civakê hest bi tu berpirsyariyan nakin. Mixabin derdorên xwe ji gel bilindtir dibînin hertim dixwazin civakê bikin dû beş û li ser vêna desthilata xwe xwe bimeşînin. Divê ev helwesta gelê Kurd a aştiyane di serî de ji aliyê hikûmet û hemû derdoran ve bê famkirin. Tişta ji vê pêvajoyê bê famkirin ew e hemû kes wêrek û ji dil be. Ger ev wêrektî bê nîşan dan bi milyonan gelê me dê vê pêvajoyê hembêz bike. Ji nîşandana coş û şahiyê baştir çi heye?" 'Dixwazin pêvajoyê provake bikin' Di berdewamiya axaftina xwe de Turk daxwiyaniyên hikûmet û opozîsyonê wek, "sorkirin û provekirina pêvajoyê" nirxand û pêde çû: "Derdorên nêrîna wan teng hatina gruban heta bi kincên Gruba Aştiyê û pêlavên di piyên wan de biçûk dîtin. Dixwazin bi van gotinan rastiyan ji gelê Kurd veşêrin. Hinek derdorên ji aştiyê ditirsin û jiyana xwe li ser şer didomînin ên wek MHP û CHPê ji bo rewşa erênî ya bi hatina Grubê Aştiyê çêbûye, têk bidin ketine nav hewldanan, sorkirina gel û derxistina provokasyonan. Baykal dema behsa biratî, aştî û yekîtiyê dike hiqûq betal kiriye. Baykal bi daxwiyaniyên xwe nîşan daye ku nealîgirê aştiyê lê alîgirê şer e. Nîşan daye ku li ser kuştin, xwîn û rondikên çavan debara xwe dike. Divê gelê me û raya giştî vê tifaqa MHP û CHPê ya şer baş bizanibe." 'Hewildanên perçiqandinê destpêka pêvajoyeke metirsîdar e' Turk nerazîbûna xwe jî derbarê hewldanên perçiqandina hevwelatiyên Kurd de pêşan da û got: "Hinek derdorên kuçe û kolanan tên sorkirin û pêşiya şerê kolanan tê vekirin. Ev rewşeke xeter e. Bi dayîkên gaziyan û kesên jiyana xwe ji dest dane, dixwazin hestên mirovan bikar bînin û bi vî awayî aloziyê derdixin. Ev hewldaneke bi plan û organîzekirî ye." Hevserokê DTPê Turk gotina Bahçelî ya wek, "Stenbol ne Xabûr e" jî bi bîr xist û dirêjî bi axaftina xwe da: "Bi vê peyamê dixwaze ji kê re çi bê gotin? Dixwazin Kurdan bidin perçiqandin? Dixwazin Kurdan qetil bikin? Dixwazin civakê berdin hev. Li Edirne, Enqere, Konya û Elezîzê li hemberî Kurdan hewldanên perçiqandinê hatine organîzekirin. Ev tevgerên wiha zirarê didin pêvajoya aştiyê." 'Baykal li êrîşan xwedî derketibû' Serokê Giştî yê CHPê Denîz Baykal, ev êrîşên han wek "Reaksyona kolanan" pêşan dabû. Ahmet Turk ev helwêsta CHPê jî wiha rave kir: "Tişta Baykal, jê re dibêje reaksyona kolanan hewldanên perçiqandina Kurdan bûn. Bi vêna derket holê ku Baykal û ekîbên wî, bi awayekî vekirî piştgirî dane êrîşan. Tiştên nebaş ku bên jiyandin êdî wê gunehên wan di stoyê herdû partiyan de be.'' Turk, rexne li nêzîkbûna hikûmetê jî girtin û daxwiyand ku hikûmetê li hemberî aloziyên ku CHPê û MHPê derxistine paş de gav avêtiye û DTP tawanbar kiriye: ''Serokwezîr hedefa xwe şaş kiriye û DTPê wek hedef nîşan da ye.'' Turk, gotina Serokwezîr a Erdoga ya "Emê pêvajoyê bibin serî" wek bibiryar tevnegerîna hikûmetê ve girêda û da zanîn ku taloqkiriina hatina gruban a ji Ewrûpa jî bi vê pêşketinê ve di nirxîne. Turk, xwest hikûmet jidilbûna xwe destnîşan bike û li hemberî gefan serî netewîne û: "Dev ji zimanê tawanbarkirina Kurdan berdin. Em dibêjin ev ziman xizmeta aştiyê nake. Bi wêrêkî tevbigerin. Ger hun dixwazin diyalogê û mekanizmeya wê pêşnexin û pêvajoyê li nîvê rê bihêlin, hêzên ku dixwazin pêvajoyê têk bibin yanî hişmendiya Ergenekonê wê bi bandortir bibe. Ev jî wê tu fêdê nede welatê me." 'DTP wê li ser sekna xwe berdewam be' Di dawiya axaftina xwe de Turk, da xwiyakirin ku wê DTP li ser sekna xwe ya demokratîk û rola xwe berdewam be û bang li hemû kesî kir bo êrşên nijraperst bi hestyarî tevbigerin. Turk, bal kişand ser pirozbahiyên Cejna Komarê û xwest ev bibe wesîleya jiyaneke hevbeş û yekîtiyê. Turk axaftina xwe wiha qedand: ''Divê gelê Kurd neyên provokasyonan û hestyar tevbigerin. Ji bo Gruba Aştiyê ya Ewrûpa jî divê em hemû bi awayekî hesas pêşwaziya wan bikin."

No comments:

Post a Comment