Monday, October 19, 2009

Zarokê 18 mehî ku bi bombeya gazê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Zarokê 18 mehî Mehmet Uytun ku dema çalakiyên 9'ê cotmehê de li Navçeya Cizîrê di encama bombeya gazê ya polîsan avêtî malê de birîndar bibû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê jiyana xwe ji dest da.

Bi boneya şermezarkirina 9'ê cotmehê salvegera şermezarkirina derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê li Navçeya Cizîra Şirnexê çalakî pêk hatibûn. Polîsên bi panzeran mudahaleyî girseyê kir, di nav daxan de bombeyên gazê avêtibûn. Bombeyek polîsan avêtî malê zarokê 18 mehê Mehmet Uytun ji serê wî birîndar kiribû. Ev 10 roj bû Uytun li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê dihat tedawîkirin. Uytun ê biçûk şevê din seat di 03.00'yan de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Uytun ku rakirin morga nexweşxaneyê, piştî otopsiyê ji bo definbikin dê bibin Navçeya Cizîrê.

Parlementera DTP'ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir derbarê birîndarkirina Uytun de bi armanca bersivandina Wezîrê Karên Hundir Beşir Atalay pirsiyarnameyek dabû Meclîsê.

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment