Sunday, October 4, 2009

Serokê Dîyarbakirspor daxwaza piştgirîyê dike




Di hevpeyvîna taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Çetîn Sumer, serokê klûba futbola

Çetîn Sumer
Çetîn Sumer
Diyarbakirsporê bersîva pirsên hevkarê me Robîn Reşvan dide.

Sumer dibêje, “em bi wan êrîşên dijî Diyarbakirspor gelek nexweş in û me gote birêvebirên federasyonê jî, wekî dijberîya wî rengî bidome, emê tîma xwe ji Superlîga Tirkîye bikşînin.”

Çetîn Sumerher wiha, daxwaz ji Kurdên derva dike ku bi dayîna reklaman û alîkarîya diravî piştevanîya wan bikin. Çetîn dixwaze alîgir û hêzkirîyên Diyarbakirsporê seredana malpera wana www.diyarbakirspor.org.tr wan bikin û peyam û têbînîyên xwe bigehînin wan.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.

Hevpeyvîn
Guhdarî bike (MP3)

çavkani:VOA

No comments:

Post a Comment