Friday, October 9, 2009

'Tezkere Wê Bêbaweriyê Kûrtir Bike'

Rûdawnet – Stenbol: Rojnamevanên Tirkiyê, tezkereya operasyonên dersînor dinirxînin. Nivîskarê Rojnameya Bîrgunê Nazim Alpman dibêje herçiqas AKP, CHP û MHP ji hev dûr tên xwiyakirin lê di neçareseriya pirsgirêka Kurd de dibin yek. Nivîskarê Rojnameya Starê Mehmet Altan jî ragehand ku tevgera leşkerî ya li hemberî welatekê din wê bêbaweriyê kûrtir bike. Hikûmeta AKP'ê, tezkereya ku destûra operasyonên dersînor dide, li ser daxwaza Serokatiya Erkan, cara 3'mîn li Meclîsê dema wê heta saleke din dirêj kir. Rojnamevanan jî, tezkereya operasyonên dersînor nîrxandin û gotin ev ne pêşketin û pêngaveke baş e. Derbarê mijarê de Nivîskarê Rojnameya Starê Mehmet Altan û yê Rojnameya Birgunê Nazim Alpman bo Ajansa DÎHA axivîn. Rojnameger Mehmet Altan, daxwiyand ku ji ber girîngiya pêvajoya tê denê, pêwist e hemû kes nêzîkatiyeke baş nîşan bide, ji ber wê jî êrê kirina tezkerê wê bandorek neyînî li ser atmosfera çareserkirina pirsgirêkê çêke. Altan wiha axifî: "Li beramberî vêna, derveyî hêzên çekdar, hiştina hêza çekdar û bê hesasiyetên teqandina teqemaniyan heye. Ev biryara ku di Meclîsê de hatiye derbaskirin, nêzîkatiyeke ne rast e. Di pêvajoya ku hewldanên demokratîk tên nîqaşkirin, tezkere dê pêvajoyê tengav bike. Herwiha tezkere wê welatên herêmê jî dilteng bike.'' 'AKP mîna ekîba mehterê ye' Nivîskarê Rojnameya Bîrgun û yê Înternethaberê Nazim Alpman jî, balikişand hersê partiyên dijberî hev yên di parlamen de û got têne di mijara çaresernekirina pirsgirêka Kurd de dibin yek û herdû partî li himberî çaresernekirina pirsa Kurd, li pêşberî mîlîtarîzmê dikevin sekna bingehîn. Alpman, da azîn ku nîqaşên hikumetê yên derbarê çareserkirina pirsgirêkê de û pêkanînên wan lihev nakin û domand: "Li cîhê şer hebe, nîqaşkirina aştiyê ne mimkun e. Biryara hatiye stendin di warê nêtê de anîna metirsiya pêvçûnên berê li xwe digre. Lê wê bi awayekî kor û seqet herin derekê, lê dîsan dê neçin paş. Ji ber ku êdî li Tirkiyê gelek tişt hatine guhertin. Lê dema AKP rastî berxwedanekê tê, wek ekîba mehterê gavekê tavêjê pêş, didûyan jî bi paş de diavêje." 'Tezkere ji bo Tirk û Kurdan jî xeter e ' Rojnameger Berat Gunçikan ku ji ber nêzîkatiyên wî yên li hemberî pirsgirêka Kurd ji Rojnameya Cumhuriyetê hat derxistin, diyar kir ku biryara dirêjkirina tezkerê di xeyala civaka aştîxwaz de şikandin çêkiriye û AKP'ê bi biryara tezkerê rastî û baweriya li himberî xwe windakiriye. Gunçikan, da xwiyakirin ku AKPê bi tezkerê biryareke xelet wergirtiye û serî li ber artêşê tewandiye û axaftina xwe wiha qedand: "Ev biryar aliyê polîtîkaya AKP'ê ya Rojhilata Navîn jî kişif dike. Lê ev biryar dikare Kurd û Tirkan bixe nav pêvajoyeke metirsîdar."

çavkani: Rudaw

No comments:

Post a Comment