Wednesday, October 28, 2009

AIDS Li Rojhilatê Kurdistanê Zêde Dibe

Sabir Qadirî

Rûdawnet - Taybet: Îstatîkên fermî yên Wezareta Tendirustî ya Komara Îslamî ya Îranê behsa 5 hezar rewşên nexweşiya AIDSê li navçeyên Kurdnişîn dikin. Navend û dezgehên sivîl jî dibêjin rêjeya rastî ji vêya zêdetir e. Jimara qurbaniyên AIDSê li cîhanê bi giştî jî zêde dibe û heta îro zêdeyî 25 milyon kesan canê xwe jiber vê nexweşiya metirsîdar ji dest dane.

AIDS heta sala 1981ê wek nexweşiyeke nenaskirî mabû, sala 1987an cara yekem li Îranê jî peyde bû û piştî derbasbûna 22 salan, niha jimara nexweşên AIDSê li Îranê li gor îstatîstîkên fermî yên Wezareta Tendirustî ya Îranê dighe 20 hezar kesan, herçiqas sazî û dezgehên sivîl (NGO) jî behsa zêdeyî 50 hezar nexweşên AIDS ê li Îranê dikin.

Jimara nexweşên AIDSê li herçar parêzgehên Kurdnişîn ên Rojhilatê Kurdistanê li gor serjimêriyên navendên pizîşkî yên herçar parêzgehan dighe nêzîka 5 hezar kesan, lê li gor serjimêriyên navendên NGO jimara nexweşan zêdeyî 9 hezar kesan dibe.

AIDS bi sedemên peywendiyên seksî, xwînê û gelek rêyên din ji kesekî vediguhêze bo kesekî din. Îstatîkên Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî WHO ya ser bi UN dide xwiyakirin ku ji sedî 80 guhastina vê nexweşiyê bi rêya karê sêksî ye, lê berpirsên Wezareta Tendirustî ya Komara Îslamî ya Îranê radeghînin ku li Îranê tenê ji sedî 4 ji jimara nexweşan bi rêya sêksê tûşî AIDSê bûne.

Nebûna navendên bibandor bo nehîştina nexweşiya AIDSê, nebûna navendên şîretkarî û fêrkariyê, lawaziya çandî ya civak û takekesan, paşgwehxistina navendên hikûmî û veşartina jimara rast a nexweşan roleke mezin dilîzin di zêdebûna jimara nexweşan de.

Bi baweriya Nûnerê herdû bajarên Seqiz û Bane li Parlamenê Îranê Fexreddîn Heyderî li gel ku li gor welatên din bi giştî jimara nexweşên AIDSê li Îranê kêm e jî, lê belavbûna vê nexweşiyê vedigere gelek fakterên çandî û civakî. Heyderî eşkere kir ku Wezareta Tendirustî ya Îranê û navendên tendirustiyê xemsar in û got: "Mixabin navendên ser bi Wezareta Tendirustî şîretên pêwîst bo nehîştina vê nexweşiyê nadin xelkê."

Navbirî rexne li xemsariya sazî û dezgehên ser bi Wezareta Tendirustî girt nemaze veşartina jimara rastî ya nexweşan û domand: "Divê Wezareta Tendirustî girîngiyê bide hişyarkirina xelkê, û divê di qonaxên xwendinê yên seretayî, navendî û amadeyî de şîret li xwendekaran bê kirin."

Jimara nexweşên AIDSê li Parêzgeha Sine nêzîka 800-1500 kesan e û li Azerbêcan a Rojava nêzîka 500-1200 kes e. Herwiha li Parêzgeha Kirmaşan 3000 kes bi AIDSê ketine. Lê li gor îstatîstîkên navendên sivîl û saziyên NGO jimara nexweşên AIDSê zêdeyî 9 hezar kesan e.

Ji aliyekî din ve beşek ji çavdêrên rewşa Kurdistanê behsa hebûna destên veşartî bo paşdehiştina daniştvanên navçeyên Kurdnişîn dikin. Çavdêrê rewşa Rojhilatê Kurdistanê Dr. Rehîm Ferehmend Bêkarî, belavbûna maddeyên hoşber û planên hinek aliyan wek sedemên serekî yên belavbûna nexweşiya AIDSê li navçeyên Kurdnişîn binav dike û berdewam dike: "Berevajiya welatên din ku sedemê serekî yê belavbûna AIDSê peywendiyên sêksî ne, li Kurdistana Îranê maddeyên hoşber û alavên bikaranîna wan sedemên serekî yên zêdebûna AIDSê ne."

Navbirî behsa sedemên zêdebûna AIDSê dike û pêde diçe: "Bêkarî û paşketina aborî jî sedemên serekî ne di zêdebûna AIDS ê de. Mixabin ne li Kurdistanê tenê lê li seranserê Îranê serjimêriyeke eşkere û dirust tune ku jimara rastî ya nexweşên AIDSê destnîşan bike."

Di bersiva gelo ew destên veşartî ser bi kijan aliyî ne, Ferehmend got: "Bersiva vê pirsê pir eşkere ye.. pêwîst nake ez bibêjim."

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî herdem dibêjin destê Komara Îslamî ya Îranê bi xwe di belavkirina nexweşiya AIDSê û maddeyên hoşber de heye. Bi baweriya wan hikûmet wiha dike da dengê nerazîbûna xelkê bitemirîne.


No comments:

Post a Comment