Tuesday, October 27, 2009

‘Hêviyên aştiyê qurbanî hesaban nekin’

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Parlamentera DEP’ê ya berê Leyla Zana têklidarî pêşketinên dawî daxuyaniyek da. Zana got: “Lazim e em alîgirên jiyan û jiyandinê bin. Divê pêşwazîkirinên koman baş bên xwendin û herkes zimanê aştiyê bikar bîne.”

Parlamentera DEP’ê ya berê Leyla Zana li Cemiyeta Başûrêrojhilat (bakûrê Kurdistan) a Rojnamegeran daxuyaniyek da çapemeniyê.

Zana diyar kir ku têkildarî şans dayîna aştiyê û hêviyên jiyanek hevpar daxuyanî pêk aniye û wiha axivî: “Vê pêvajoyê em nêzîk aştiyê xistine. Lazim e herkes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Ev berpirsyariyek wijdanî ye. Ez bang li hemû kesê dikim ku ji ber vê berpirsyariya wijdanî hîstiyar tevbigerin û hev fêm bikin. Em di deme dijwar de derbas dibin. Di demên wiha de pirsgirêk bi hev famkirinê ji holê radibin. Pêşketinên di demên dawî de ligel pêşketinan hêvî jî bi xwe re anîne. Li aliyekê ez hêvîdar û li aliyê din bi fikar im.”

Zan, bang li malbatên tirk ku di nava şert de êş kişandine kir û wiha got: “Tiştê ku îro em jê re dibêjin bes e, înkar, îmha û îsyan e. Em tercîha xwe ji aliyê jiyan û jiyînê de bi kar tînin. Ji ber vê yekê jî divê em hemû rêbazek demokratîk û adîl bikar bînin. Ev pêdiviya perjewendiyên hevbeş in. Divê ji bo gelên ku li vê axê dijîn bi parastina nasnameye azad û berjewendiyên hevbeş fareset pêş bikeve. Ev feraset dê yekîtiya Tirkiyeyê xurttir bike.” Zana, destnîşan kir ku hemû welatiyên li Tiriyeyê êş kişandiye û wiha axivî: “Hemû gelê Tirkiyeyê êşên mezin kişandin. Hin kes malên wan hatin şewitandin. Hin kes rastî îşkenceyên giran hatin. Hin kes gundê wan hatin şewitandin û sirgûn bûn. Hin kes ji aliyê kesên nediyar ve hatin kuştin. Hin kes malên wan wêran bûn û bi milyar dolaran zirarên mezin dîtin û bi rojan birçî man.”

Zana, bang li hemû partiyên siyasî yên Tirkiyê kir û xwest ku hemû partiyên siyasî di vê pêvajoya aştiyê de bi hişmendî, histiyarî û wêrekî tevbigerin. Zana, ji hemû partiyên siyasî xwest ku ne ji bo berjewendiyên xwe, her wiha ji bo berjewendiyên civakê û Tirkiyeyê tevbigerin. Zana, axaftina xwe wiha dom kir: “Hemû kesên ji bo aştiyek adîl û bi rûmet divê têkoşîna xwe mezintir bikin. Ez bawerim ku bi wêrekî û aqilane têbikoşin em dê encamek girîng bistînin.”

‘Divê rast fêm bikin’

Zana, piştre jî pirsên rojnamegeran bersivandin. Zana, têkildarî pêşwazîkirina komên aştiyê yên ji Qandîl û Mexmurê hatin Tirkiyeye jî axivî û da zanîn ku şahiyên gelan ji hev cuda ne. Zana, anî ziman ku tiştên hatine jiyîn rast nehatine xuyakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştên li wir hatine jiyîn naveroka wê nehête dîtin. Naveroka wê baş nehat dîtin. Ev pirsgirêke ya hemû welatiyên li Tirkiyeyê diji ne. Ji bo ku pêvajo bê pirsgirêk derbas bibe divê hemû kes berpirsiyariyên xwe bîne cih. Bi taybet jî divê çapemenî zimanê aştiyê bi kar bine. Zimanê civakê têk bibin ne zimanê aştiyêye. CHP û MHP’ê tu wate nedaye vê pêvajoyê. Ev pêvajo ji bo hemû civakê ye. Divê Bahçelî û Baykal bi tirsa hilbijartinê tevnegerin” . (Dîha / HAWAR NET)

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment