Monday, October 19, 2009

Kompanyayeke Amerîkî Astê Gendeliyê Li Kurdistanê Diyar Dike

Selam Se`dî Rûdawnet – Hewlêr: Li ser mesela astê gendeliyê Şêwirmenda Serokê Hikûmetê û Serokê Komîsyona Hevahengiyê li gel PWC Nesar Talabanî ragehand ku ew şêwazê bo nehîştina gendeliyê destpê kirine heta niha li Bexdayê tune. Bo cîbicîkirina "Stratejiya Desthilatdariya Dirust û Şefaf" ku roja 12 temûza borî ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat ragehandin, Kompanya PWC a navdewletî ku di warê nehîştina gendeliyê de xizmetguzariya şêwirmendiyê pêşkêşî welat û saziyên navdewletî dike, biryar e di demeke nêzîk de ofîsekê li bajêrê Hewlêrê veke. Bo nehiştina gendeliyê ku îro bûye yek ji babetên serekî yên civaka Kurdistanê û pirsgirêkeke serekî ya hikûmetê, di karnameyên hikûmetê û propagandeyên hilbijartinên borî de jî mijara rojevê bû. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çiriya paşîn a 2008an de ligel Kompanya PWC ket gotûbêjan û di encam de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî komîsyonek bo hevahengiyê li gel kompanya navbirî pêk anî. Şêwirmendê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nesar Talabanî ku niha serokatiya wê komîsyona fermî dike, derbarê hilbijartina Kompanya PWC de bo çareserkirina pirsgirêka gendeliyê bo Rûdawê da zanîn ku kompanya navbirî ximzetguzariyeke pir baş pêşkêş dike û rawêjkariya gelek hikûmetan dike di nav de Congress ê Amerîkî bo çareserkirina wê qirîza aborî ya ku DYE rastî wê hatiye. Li gor ku Nesar Talabanî dibêje li nêzîka 150 welatan ofîsên Kompanya PWC hene û 150 hezar karmendên wan jî hene: "Pisporiyeke wan a zêde derheqê welatên Rojhilata Navîn de heye û berê li Kiwêt û Urdun kar kirine, herwiha li piraniya wan welatên ku piştî şer dest bi dirustkirina sazî û dezgehên desthilatdariyê dikin." Peywendiya PWC yekser li gel banqa navdewletî, UN û rêxistina şefafiyeta navdewletî heye û di warê şefafiyet û nehiştina gendeliyê de karê şêwirmendiyê dike. Karên komîsyona navbirî li gor stratejiyeke nivîsandin li Herêma Kurdistanê birêve diçin. Di destpêkê de bi rêya ravekirina rewşê û diyarkirina astê gendeliyê li Herêma Kurdistanê dest bi karên xwe kir û di meha gulana borî de raporek da Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Li gor encamên raporê, stratejiya desthilatdariya dirust û şefaf hat darêştin. Nesar Talabanî dibêje: "Kar bi vêya bû ka pêwîst e stratejiyeke yekser û eşkere ya hikûmetê hebe bo nehîştina gendeliyê." Bi baweriya Nesar Talabanî têgeha gendeliyê têrmeke negative e loma ji dêvla wê navê desthilatdariya dirust û şefafiyet hatiye bikaranîn: "Berî hertiştî divê bê zanîn pênaseya gendeliyê çiye, heta niha pênaseyeke giştî bo gendeliyê tune. Bi awayekî giştî tê gotin gendelî tê wateya bikaranîna desthilatiyê bi awayekî xirab bo berjewendiyên taybet, lê gelek corên wê hene wek gendeliya siyasî, aborî û civakî, divê em xelkê hişyar bikin ku gendelî ne tenê di nav hikûmetê de ye, lê gendelî nexweşiyeke û divê bê çareserkirin. Mesele bi rêya lêpirsînkirina çend berpirsên îdarî û hikûmî çareser nabe."

çavkani: Rudaw

No comments:

Post a Comment