Tuesday, October 27, 2009

Koma Aştiyê ya Ewropayê hatina xwe taloq kir

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: SêŞem, 27. Cotmeh 2009
löjl
güncel Li ser navê Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya Ewropayê Berdevkên Komê Îsmet Kem û Vesîle Yuksel li Brukselê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku hate dayîn de li ser armanca hatina komê, rewşa dawî ya Tirkiyeyê û sedemên taloqkirina hatinê hat sekinîn. Komê da zanîn ku li ser atmosfera neyînî û helwesta nebaş a dewlet û hikûmeta tirk hatina xwe taloq kiriye.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Îsmet Kem ve hate xwendin de hate diyarkirin ku ew ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê li ser banga Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan diçin Tirkiyeyê. Kem wiha got: "Ne hewce ye em dîsa û dîsa dubare bikin ku em ne ji bo teslîmiyetê diçin Tirkiyeyê. Ji ber ku her kes dizane ku em ji bo pêşî li çareseriyê vebe diçin Tirkiyeyê." Kem li ser sedemên hatina sekinî û wiha pê de çû: "Tê zanîn ku Tirkiye di demeke krîtek de derbas dibe. Piştî hilbijartina 28'ê Adarê bi guhertina hin daneyên siyasî re re Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê nexşerê amade kir. Lê hikûmet bi nêzîkahiyeke xemsar pêşî li vê nexşeriyê girt û dest danî ser wê. Ji bo ku ev xetimîn ji holê rabe li ser banga Ocalan ji Mexmûr û Qendîlê hatin Tirkiyeyê. Gelê kurd bi hesreta aştî û azadiyê bi coşeke mezin kom pêşwazî kirin. Ev coşa kurdan hê jî didome."

'Bersiv nedan daxwaza me'
Îsmet Kem bi bîr xist ku wan jî piştî van qewimînan amadekariya xwe kiriye û wiha got: "Hemû amadekariyên xwe temam kirin. Me serî li mekanîzmayên dewleta Tirkiyeyê yên derveyî welat dan. Lê li hemberî daxwaza me ya aştiyê bersivek neyînî hate dayîn û belgeya seyahatê nedan me. Hikûmetê jî bi neyînî ev daxwaza me bersivand. Lê divê bê zanîn ku ev pêngava me dê xizmeteke mezin li çareseriyê bike." Kem diyar kir ku hikûmetê paşve gav avêtiye û hemû rayedarên Tirkiyeyê bangên nijadperestî kirine. Kem wiha got: "Nijadperestên Tirk jî ketin nava tevgerê, ev jî rûdena rastî û armanca dewletê dide xuyakirin. Lê helwesta hikûmetê girîng e û sekna wê ya dawî pêşî li pêvajoyê digire. Dewlet bi xwe bi saziyên xwe baweriya aştiyê têk dibe û dibe sedema kaosa bêbaweriyê."

'Niha şertên çûnê nînin'
Di daxuyaniyê hate gotin ku di şertên heyî de kom neçar maye ku çûna xwe ya Tirkiyeyê taloq bike. Daxuyanî wiha domiya: "Em bawer dikin ku dê gelê me û raya giştî taloqkirina çûna me bi hestiyarî fêm bike û têbihgije. Ji bo ku pêşî li pêvajoya ji aliyê hêzên siyasî yên Tirkiyeyê ve hatiye xitimandin vebe em ê bi kêfxweşî biçin û her cure bedelê jî bidin. Lê bûyerên dawî nîşan dan ku ev pêvajo bi awayekî yekalî nameşe û naçe serî. Lewre divê dewlet di demeke kin de derhal şert û mercên me yên çûn Tirkiyeyê biafirîne û pêşî le astengiyan veke." Berdevkê Komê Îsmet Kem her wiha bang li hemû çapemeniyê û rewşenbîran jî kir ku zimanekî pozîtîf ê çareseriyê esas bigirin û wiha got: "Em bi banga Birêz Abdullah Ocalan diçin lê bi dilxwaziya xwe ya takekesî em diçin. Gelek kesan serî lê da. Zêdebûna serîlêdanan nîşan dide ku gelek kese ji bo fedekariya aştiyê amade ne. Ji bo ku em pêşiyê li jiyana hevpar a gelê kurd vebikin diçin Tirkiyeyê. Armanca me ya esasî ew e. Hin hêz vê niyeta me îstîstmar dikin û cuda nîşan didin. Lê divê bê zanîn tu feydeyê vê zîhniyetê ji bo çareseriyê tune ye."

'Kurd cihê gorên zarokên xwe nizanin'
Vesîle Yuksel jî bersiv da pirsên rojnamevanan û wiha got: "Divê ev çûn wekî teslîmiyet neyê nirxandin. Em ne ji bo teslîmbûnê, ji bo ku piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê diçin Tirkiyeyê. Gelê kurd gor û mezelên zarokên xwe nizane. Ligel vê rastiyê heke bertek ji coşa wan a pêşwazîkirina zarokên wan re bê nîşandan, divê mirov li vir bisekine û bifikire. Endama Koma Aştiyê ya ku di sala 1999'ê de ji Ewropayê hatî û 10 salan di girtîgehê mayî Aysel Dogan jî tevli daxuyaniyê bû. Dogan wiha got: "Ez ne ji bo piştgiriyê û ne jî ji bo pêşwazîkirinê li vir im. Ez ji bo ku tevli wan bibin û bibin yek ji wan û biçim Tirkiyeyê li vir im. Ez ê bi wan re mil bi mil û dil bi dil biçin Tirkiyeyê."

No comments:

Post a Comment