Monday, October 5, 2009

MIfte li Imraliye ye

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: DuŞem, 05. Cotmeh 2009
löjl
güncel 3'yemîn Kongreya Awarte ya DTP'ê bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. Serokê Dîwana Kongreya DTP'ê Osman Ozçelik bi kurdî û tirkî axaftina xwe kir û polîtîkayên AKP'ê rexne kir. Ozçelîk ragihand ku hikûmet ji aliyekî behsa çareseriyê dike ji aliyê din ve şer dimeşîne.
Gotin bes e gavê bavêje
3'yemîn Kongreya Awarte ya DTP'ê bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. Serokê Dîwana Kongreya DTP'ê Osman Ozçelik bi kurdî û tirkî axaftina xwe kir û polîtîkayên AKP'ê rexne kir. Ozçelîk ragihand ku hikûmet ji aliyekî behsa çareseriyê dike ji aliyê din ve şer dimeşîne. Turk di kongreyê de ji ber pêvajoyê fikarên xwe anî ziman û hikûmet hişyar kir. Ayna di axaftina xwe de ji bo bêçekbûnê xwest ku dewlet çekan li ser maf û azadiyan bi kar neyne û ji bo muxatabiyê jî Ocalan û PKK'e cardin destnîşan kir.

Komek ciwanan li ser sahneya kongreyê posterên Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin û ev yek bi deqeyan ji aliyê beşdaran ve bi çepikan û dirûşmên ji bo Ocalan hate pêşwazîkirin. Piştre jî ji bo serokatiya dîwanê hilbijartin hatin kirin. Parlamenterê Sêrtê Osman Ozçelîk wekî serokê dîwanê, Firat Anli, Edibe Şahin, Mustafa Yigit jî bi yek dengî ji bo dîwanê hatin hilbijartin. Di kongreyê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Ozçelik di axaftina xwe ya kurdî û tirkî de polîtîkayên hikûmetê û helwesta CHP û MHP'ê rexne kir. Ozçelik da zanîn ku hikûmet bi gotina "Ez dê pirsgirêka kurd çareser bikim" dest bi xebatan kiriye. Ozçelik ragihand ku ji bo azadiya kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê tenê DTP dixebite.

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk di axaftina xwe ya kongreyê de bal kişand dubendiya hikûmetê û wiha got: "Ger ku hûn me egle bikin, pirsgirêkê taloq bikin, an jî bikevin nav helwdanekî tasfiyekirinê emê bi gel re bi berxwe bidin." Turk got ku ew wekî DTP ji bo çareseriyê ji hemû tiştî re amede ne û xwest ku di vê pajoyê de bi Ocalan û PKK'ê re jî muzakere bên kirin. Turk bang li rewşbiran û demokratin jî kir ku rola xwe bilîzin.

�EM CUDAXWAZ NÎN IN�
Der barê daxwazên kurdan de jî Turk derbirî ku kurd hêz û dînamîka herî girîng ya demokratîkbûna Tirkiyeyê ne. Turk li ser daxwazê kurdan jî rawestiya û wiha domand: "Belê kurd dema bi gihîjin mafê xwe dê Tirkiye biguhire, Tirkiye biguhire dê peşketina demokratîk kur bibe û bi hêz bibe." Turk der barê çareseriyê de jî nêrînê xwe azî nizan û got ku geşedan çaseriyê dixwazin û got ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê çareserî acîl e. Turk sedema peşneketina demokratîkbunê jî hebûna pirsirêka kurd da nîşan û got ku di bingeha gelekî pirsgêrak de polîtikayên ne çareseriyê hene. Turk wiha domand: "Ger ku îro çeteyan Tirkiyeyê hêsîr girtibe, Ergenokonvan gihîştibin hezek ku dixwazin dixwazin dewletê hildin destê xwe, di binê vê yekê jî dî ne çareseriya pirsgêrikê kurd heye." Turk got ku ji ber pirsgrêka kurd Tirkiye di polîtikay xwe ya devre de hertim tavîzan daye û wiha domand: "Bi gotinek hîn zelaltir: Tirkiye çiqas di neçareseriya pirsgirêka kurd de li ber xwe da be, ew qas jî buye û kirine hêsîrê pirsgireka kurd."

Li ser mijarê Turk disa ragihand ku li gel hemû polîtikiyan asîmilasyon û înkarê rastiya pirsgirêka kurd ji holê ranebûye û wiha pede çû: "Daxwazên kurdan nehatiye herçiqandin. Pirsgirêk hin zedetir mezin bûye. Di encama 30 salên bi pêvçûn de êdî Tirkiye neçare ku bi pirsgirêka kurd re ru bir û bimîne." Turk destnîşankir ku di roja îro de êdî qîmeda yek rengî û polîtikayên asimisayonê nemaye lewma êdî Tirkiyeyî zede nikare van polîtikayan bimeşîn û got: "Ku di vê yekê de israr bike dê xwe ji cîhana hemdem îzole bike" Turk got ku di cîhana îro de cîhê çareseriyê aştî û dîyalogê gitiye û da zanîn ku divê êdî dema pêvçûn û şeran bê girtin.

Hevserokê DTP'ê Turk der barê gotinên Erdogan ên wekî, "Me rîsk girtiye berdêla wî çi dibe bila bibe emê heya dawî biçin" jî nirxand got ku ev pirsgirêk rîskê, helwesta bi biryar û cesaretê dixwaze. Turk wiha got: "Yên risk hilnedin nikarin çareser bikin. Me di serî de vê îradeya hikûmetê girîng dît û hêviyên me mezin bûn. Me got ku samimî bin emê heya dawî piştgirî bidinê." Turk got ku ew ji destpêkê heya niha ji ber mîsyona xwe çareseriyê di parêz in û ji bo vê yekê têkoşîn dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em girîngî didin gavên herî biçûk û dinirxîn in. Bila kes ji vê şik neke. Ez bi aweyekî eşkere dibêjin yên ku bibin sedema xitimandina pêvajoyê kurd û DTP nabin. Lê divê baş bê zanîn ger ku ev pêvoja bibe pêvajoya eglekirin û taloqkirina pirsgirêkê, emê jî wekî hergav derkevin fikarên xwe bi gelê xwe re parve bikim û muxalefetan xwe ya demokratîk bi gel re bimeşînin." Turk got ku êdî xebatên hikumetê ji bendewariyan durketiye.

OCALAN Û PKK...
Turk ji bo çareseriyê jî cardin daxwaza makezagonek demokratîk anî ziman, "Lê Serokwezîr dibêje di rojevan de makezagon tuneye. Çareseriyek ku din av de makezagonek nû tunebe bi ser naveke. Tirkiye hîn bi hiqûqa 12'ê îlonê tê bi rêvebirin. Li gel vê yekê kijan pirsgirêk bi vê makezagonê dê bê çareserkirin." Turk li ser muxatabiyê jî rawestiya û got ku li tu derê cîhanê bi muxatap pirsgirêk nehatine çareserkirin û wiha domand: "Dînamika kurd ku di pirsgirêkê de xwediyê cîhek girîng e tê xwestin li derveyê pêvajoyê bê hîştin. Birêz Ocalan bi mehane dibêje 'ez dixwazin xwînê bidim rawestin.' Dema ku pirgsirêka kurd li ber çavan bê girtin û aliyên wî yê tevlihev bê fikirandin dê bê ditin ku birêz Ocalan ji bo çareseriyê çiqas bi bandor e. Wekî raya giştî dizane ji bo çareseriya pirgsirêkê nexşeriyek amedekir û di 20'ê Gelavêjê de ji reyedaran re ragihand. Dewletê nexşeriyê hilda li ser lêkolînkir û li ser dixebite. Mafê gelê me û raya giştî ya demokratîk jî heye ku vê nexşeriyê bizanibe. Hikumet çima gelo vê yekê aşkera nake?" Turk di axaftina xwe de da zanîn ku DTP di çareseriyê de ji bo dîyalog û îstişareyê aktorek bingehîn e.

Hevserok Turk destnîşankir ku hikûmetê tezkereya operasyona dersînor şandiye meclîsê û dixwaze ku dema wî dirêj bike û got ku ev tenê jî dide nîşan ku çareseriya hikûmetê nîn e. Turk got ku ji aliyekî ve atmosfera çareseriyê hatiye avakirin ji aliyê din ve jî ger ku bi piştgiriya hêzan navneteweyî plana tasfiyeyê bê kirin ev yek talukeyek mezin e. Turk banga "ger ku hûn samimine ji bo rawestindina xwînê divê hûn bilez gavên ku PKK'ê di bê çalakiyê de bigre bavêjin. ENQERE / DÎHA

Bêçekbûn bi bîr xist
Hevseroka DTP'ê Emine Ayna Ayna di axaftina xwe de bal kişand ser şîara kongreyê û got ku ev şîar di heman demê de nêrîna çareseriyê ya DTP'ê dide nîşan. Ayna da zanîn ku êdî bi "Yek gel yek ziman û yek netew" nabe. Ayna li ser hilbijartinên 29'ê Adarê jî rawestiya û got ku ji wê demê heya niha gelek pêşketin pêk hatine û geşedana herî girîng jî biryara bêçalakîbûna ya PKK'ê ye. Ayna derbirî ku hikûmetê jî pevajoyek daye destpêkirin û gelek caran navê vê pêvajoyê guherandiye û got ku ev yek jî samimiyeta hikûmetê dide darizandin. Ayna destnîşan kir ku naveroka çareseriya hikûmetê nediyare û li ser navê hikûmetê Beşîr Atalay 1'ê îlonê tiştên ku dê neyên kirin aniye ziman û wiha axivî: "Tiştên ku birêz wezîr anîn ziman û got ku divê neyê kirin hemanên demokrasiyê bûn. Çibûn ev, Perwerdahiya Zimanê Zikmakî nabe, guhirandina makezagona ne mimkune, dê PKK bihata tasfiyekirin. Ev daxuyanî beriya 1'ê îlonê ku dê PKK'ê biryara xwe ya bê çalakibûnê aşkerebikira hate kirin û ev gotin li ser navê hikûmetê ji bilî ji bilî sabotekirina pêvajoyê wedatir xwediyê tu wateyê nebû. Lê belê PKK proveke nebû û biryara xwe ya bê çalakîbûnê dirêjkir." Ayna di axaftina xwe de ji bo bêçekbûnê xwest ku dewlet çekan li ser maf û azadiyan bi kar neîne û ji bo muxatabiyê jî Ocalan û PKK'e cardin destnîşan kir.

Bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn
3�emîn Kongreya Partiya Civaka Demokratîk (DTP), li Salona Sporê ya Selîm Sirri Tarcan dest pê kir. Bi delegeyan re zêdetirî 5 hezaran kesî beşdarê kongreyê bûn. Beşdarên kongreya bi şîara "Ji bo yekitiya wekhev û azad çareseriya demokratîk" hate lidarxistin bi cilên xwe yên neteweyî yên kesk, sor û zer rengek cuda dan kongreyê. Salona konreyê jî bi rengên kurdan hatibû xemilandin.

Banê salonê bi rengên kesk, sor zer û bi celebên hefterengê hate xemilandin. Li salonê pankartên, "Ji bo Tirkiyeyek demokratik xweseriya demokratik", "Bi hemwelatiyên wekhev û azad re civaka demokratîk", "Çareserî ne operasyondiyalog û aştî ye", "Roj zedetir roja yekitî, zedetir roja têkoşînê ye", "Nasnameyek Azad, Serokatiyek Azad, Welatek Azad", "Ciwanên mezopotamyayê nexşeriya yekitiyek bi rûmet silav dike", "Em nexşeriyê dixwazin" û "Ji gavavêtinên naveroka wan vala ye re bes e" hatin daliqandin. Li salonê muzika kurdî, tirkî û erebî hate guhdarkirin û beşdaran sloganên, "Bêyî Serok jiyan nabe", "Ocalan", "PKK gel e gel li vir" avêtin. Di kongreyê de civanan alên PKK û Konfederalizma Demokratîk vekirin û li nav salonê geriyan. Al bi coşek mezin bi dirûşmeya, "Bijî Serok Apo" hate pêşwazîkirin. Berdevkê KCD�ê Hatîp Dicle, Serokê Giştî yê ÎHD�ê yê berê Yusuf Alataş, Rêveberê ODP�ê Hakan Tahmaz, Şarederên DTP�ê, Nivîskar û Akedemisyen Fikret Başkaya, Rêveberên SDP�ê, gelek parlamenterên biyanî, Cigirê Serokê AKP�ê Şukru Ayalan, Berdevkê Meclîsa Aştiyê Cengiz Guleç, Prof. Dr. Haluk Gerger, Berdevkê Hewildana 78�yan Celaletin Can, Cigirê Serokê Giştî yê HAKPAR�ê Celal Yildiz, Serokê Giştî yê SHP'ê Huseyin Ergun, Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Turan, Parlamentera YE�yê Feleknaz Uca, Berendama Parlamentera Swedê Yekbun Alp û gelek kesên din beşdarî kongreyê bûn. Hevserokên DTP�ê, cigirên Serokê Koma DTP�ê bi hev re ketin salonê û li ser piyan bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Nûnêre AKP�ê ji ber ku rêzgirtin ji bo şehîdên demokrasiyê pêk hat salon terk kir.

çavkani: Kurdish Info

No comments:

Post a Comment