Thursday, October 22, 2009

VOA: Topxanên leşkerê Turkî gundên li deverên Nêrewe û Rêkan borduman dikin




21/10/2009

Turkish commandos during exercises in Isparta, southern Turkey (File) Li roja sêşembîyê rêkeftî 20ê meha deh 2009, demjimêr li 10ê nîvro li dûv demê Herêma Kurdistanê topxanên leşkerê Turkî bo mawê sê demjimêra gundên Bêzelê, Hure, Sarkê û Şaca li deverên Nêrwe û Rêkan borduman kirin.



Ji egerê vê borduman kirinê agir berdibîte van gundan û hejmareka mezina darûbarî û aqarê sirûştî li wê deverê dihête sotin.



Dîsan rojnamevan Mehmûd Nehêdî li qeza Amedîye da dîyar kirin ku di heman roj da firokên cengî yên Turkîye sinorê nahîya Dêre li qeza Amedîye bezandîne. Eve jî dibîte egerê hindê ku hevwelatîyên van gundan neşên bi aramî rez û dirametê xwo sexber biken ji egerê vê borduman kirinê

Hejîye bêjin ji layekî koma aştî û çareserîya demokratîk peyama aştîyê bo hikumeta Turkîye dibin ku êdî aştî pêyra bibî, lê ji layekî dî ve leşkerê Turkî berdewam e li ser operasyonên xwe yên leşkerî û bordumankirina deverên sinorî.

No comments:

Post a Comment