Monday, October 5, 2009

Lîsta Goran ‘’Hinek Tişt’’ Liser Dr. Berhem Eşkere Dike

Hewlêr – Seroka Fraksyona Goran li Parlamenê Kurdistan Kwêstan Mihemed dibêje hinek tiştên taybet li ser Serokwezîrê Rasipardî yê Kurdistanê Dr. Berhem Salih di destê wan de hene û di roja bawerîpêdanê de eşkere dikin. Parlamenê Kurdistan di rûniştina xwe ya çarem a roja 16.09.2009an de ji 101 parlamenterên amade bi dengê 73 parlamenteran Dr. Berhem Ehmed Salih bo postê serokwezîr û Azad Berwarî wek cîgirê serokwezîr destnîşan kir, lê endamên Fraksyona Goran û hinekan ji endamên Lîsta Xizmetguzarî û Çaksazî deng nedanê. Derbarê sedema dengnedana Berhem Salih de, Seroka Fraksyona Goran got: ‘’Ji ber sê sedeman me deng nedayê; Yekem em opozîsyon in û tevî hikûmetê nabin, helwêstê opozîsyonê jî wiha ye deng nede hikûmetê, dûwem têbîniyên me li ser şêwazê danîna serokwezîr û cêgirê wî hene, hinek tişt li ser şexsî û kesî ya Dr. Berhem Salih di destên me de hene û di roja bawerîpêdanê de emê eşkere bikin û bînin rojevê.’’ Roja 01.10.2009an Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî bi fermî erkê pêkanîna hikûmeta nû da Berhem Salih û Azad Berwarî, Dr. Berhem û Berwarî amaje bi wê yekê didin ku di kabîneya şeşem de kesên teknokrat û pispor dikin wezîr û li postên bilind dadinên.

çavkani: Rudaw

No comments:

Post a Comment