Wednesday, October 21, 2009

HAWAR NET: Li Amedê hevdîtina dîrokî; Şer an jî aştî riya tenê ya dewleta Tirk qebûl kirina mafên Kurdan e


AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Îro gelê Amedê şahîdiya yek ji rojê dîrokî ya gelê Kurd kirin. Bi sedhezaran kes daketin qadan bi komên aşitî re hatin cem hev û bi hev re daxwazên azadiya gelê Kurd qiriyan. Meşa Komên Aştiyê ku duh ji deriyê sînor piştî serbest berdana wan bi beşdariya deh hezaran dest pê kir û şevê din li Navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi cih bû di seatên sibê de bi konvoyek ji sedan wesayîtan pêk tê, ber bi Qoserê ve dest pê kir. Girseya ji 100 hezarî pêk dihat, 34 endamên Koma Çareseriya Demokratîk û Aşitiyê ya ji Maxmûr û Qandîlê hatin Tirkiyeyê, piştî li Deriyê Xabûr ê Sîlopî serbest hatin berdan bi lehiya hezkirinê pêşwazî kirin û heta Sîlopîyê meşiyan. Konvoya Komên Aştiyê piştî Qoserê li navçeya Çinarê ya Amedê de ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşvazî kirin. Konvoy piştre gihêşt Amedê. Li paytexta azadiyê Amedê bi sedhezarn kes li benda wan bûn. Bi hatina komên aştiyê coş û heyecana Amediyan gihêşt asta herî bilind.
Li Qoserê 80 hezar kesî Komên Aştiyê pêşwazî kir

Komên Aştiyê ku piştî sed hezaran kesî li navçeyên Silopî, Cizîr û Nisêbînê pêşwazî kirin, li Navçeya Qosera Mêrdînê ji hêla 80 hezar kesî ve hatin hembêzkirin. Berdevkê Koma Aştiyê ya Qendîlê Elîf Uludag li vir bagn li girseyê kir û daxuyand ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyek bi rûmet hatine.

Konvoya Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên Qendîl û Mexmûrê piştî li navçeyên Silopî, Cizîr û Nisêbînê ji hêla sed hezaran ve hatine pêşwazîkirin ber bi Navçeya Qosera Mêrdînê ve derketin rê. Girseya nêzîk Qoserê bû, 10 kîlometre berî daketina Qoserê ji hêla deh hezaran kesên ber bi konvoyê ve meziyan ve hatin hembêzkirin. Girseya demek dirêj ber bi konvoyê ve meşiya bû sedema dîmenên balkêş. Konvoy li daketina bajar jî bi sloganên, "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e gel li vir e" hatin pêşwazîkirin. Her du aliyên Riya Hevrişmê bi tevahî ji wesayîtan hate girtin. Di meşa ber bi navenda navçeyê de komên aştiyê gul avêtin girseyê. Girseyên posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şoreşkerên kurd Husnu Ablay û Cîhan Denîz, pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Zeynep Kinaci û endamên HPG'ê yên di peçûnan de jiyana xwe ji dest dane hildan, li ber dahol û zirneyan caran govend girêdan. Piştî meşa 2 kîlometreyê li Qada Sûkê ya Qosere 80 hezar kes gihişte hev. Ciwanên derketin ser pirên serbihork ên nava navçeyê pankartên, "Em qasidên aştiyê yên Rêber Apo silav dikin" û "Bijî PKK" û posterên Ocalan daliqandin. Gelek ciwan û zarokan rûyê xwe bi kesk, sor û zeran xemilandin. Girseya bi yek dengî sloganên, "PKK gel e gel li vir e" û "Bêyî Serok jiyan nabe" avêtin. Jinên gelek caran hêstirên çavanên xwe negirtin, bi kincên neteweyî kom pêşwazî kirin. Ji ber ku li qadê cih neba girse derketin ser avahiyan û balqonan.

'Şertên aştiyê hene'

Hevseroka DTP'ê Emîna Ayna li vir gel silav kir û komên aştiyê jî bi gel re hesreta xwe anîn ziman. Ligel qoseriyan ji Dêrik, Stewr û midyadê jî bi hezaran kesî xwe gihand komên aştiyê. Di dema silavkirina koman de girseyê bi yek dengî slogana, "Bêyî Serok jiyan nabe" avêtin. endama Koma Aştiyê ya Qendîlê Elîf Uludag diyar kir ku li ser bangawaziya Ocalan hatine û şertên wan ên aştiyê hene. Uludag xwest ku ji van şertan ê herî girîn bi cih bê û Ocalan muhatab bê girtin. Piştre Enda Komê Zehra Tunç jî diyar kir ku gelê kurd ji aştiyê re amade ye û wiha domand: "Em ji bo aştiyê hatin. Em di her şert û mercê de ligel Serokatiya xwe ne." Piştî axaftinan qoseriyan konvoy ber bi Mêrdînê bi rê kir. Konvoya riya 20 deweyan di seat nû nîvê de çû bi slogana, "Kurdistan bi we re rûmetdar e" hate pêşwazîkirin. Meşa konvoyê ya ber bi Navenda Mêrdînê ve didome. Firoşyarên seyar ji mitîngê kêfxweş bûn

Mitînga ku Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bo “komên aştiyê” li dar dixe herî zêde kêrê firoşyarên seyar hat. Li Meydana Batıkenta Diyarbekirê bi sedan firoşyarên seyar dezgeyên xwe danîn.

Li Batıkenta Diyarbekirê bo mitînga îro hemû amadekarî temam bûn. Cihê platforma mitînga ku Serokatiya DTP’ê Diyarbekirê saz dike hate guhertin. Bo tevlibûna hêj zêde kesan warê mitîngê hate firehkirin.

Bo dest pê kirina mitîngê saet mane û li keleka meydanê Bulvara Turgut Özal de bi sedan firoşyarên seyar hatin. Donerfiroşan heta cegerfiroş, ji simîtfiroşan heta çayfiroş bi sedan firoşyarê seyar li ser rê dezgeyên xwe danîn.

HAWAR NET 2009


No comments:

Post a Comment