Monday, October 19, 2009

Zêdeyî Sed Hezar Kes Ber Bi Xabûrê Herikîn

Rûdawnet – Şirnex: Bi armanca pêşwazîkirina Grubên Aştiyê yên ji Mexmûr û Qendîlê tên Tırkıyê zêdeyî sed hezar kesî ber bi Xabûrê ve herikîn. Zêdeyî 40 parêzeran jî ku ji Wan, Şirnex û Amedê hatine li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê radiwestin. Ji Şirnex û navçeyên wê zêdeyî deh hezar kesan heta rex Geraca Qemyon û Tiran meşiyan. Hevwelatiyên Kurd bi cilên xwe yên neteweyî kesk û sor û zer ber bi qadê ve herikîn. Hevwelatî bi otomobîlên cor bi cor ku ji jin, mêr, zarok û kal û pîran pêk dihatin xwe gihandin qadê. Komên hevwelatiyan pankartên wek, "Ji bo aştiyeke bi rûmet em qasidên aştiyê silav dikin", "Rêhevalên rojê hûn bi xêr hatin" û "Em meşa çareseriya demokratîk silav dikin" bilind kirin. Bi mebesta eger û qeza û nexweşiyan Ambûlansên şaredariya DTPê jî li qadê amade bûn. Jinan poşiyên kesk, sor û zer girêdan û qad xemilandin. Li qadê bi sedan posterên Ocalan, alên PKKê û Ala Kurdistanê jî hatin vekirin. Girseyê li ber stranên hunermendên NÇMê govend girêdan û daxwazên xwe anîn ziman. Girseyê piştgiriyeke mezin da Grubên Aştiyê û di heman demê de ji aliyê 4 hezar karmendên DTP'ê ve hatin parastin. Deriyê Sînor ê Habûrê jî serê sibehê heta niha girtiye. 'Endam gruban ji aliyê 40 parêzaran ve tên pêşwazîkirin' Grubên Aştiyê wê di Deriyê Sînor ê Xaburê re derbas bibin û li avahiya îdarî ku wê dozger li vir lêpirsînê bikin, amadekirî qediyan. Ji bo girtina îfadeyan, 10 zangirt, 5 dozgerên rayedarên taybet û dadwerek hatin Xaburê. Ji Şirnex, Wan û Diyarbekirê serokên baroyan hatin Silopiyê û ji bo dema girtina îfadeyan jî zêdeyî 40 parêzer amade ne. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar û Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê parêzer Muhsîn Bîlal û Sarokê Şaxa ÎHDê ya Diyarbekirê Muharrem Erbey jî dema pirs hatin pirsîn wê li wir amade bin. Herwiha Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna, Parlamenter û şaredariyên DTPê, Parlamenterê serbixwe Ufuk Uras, endamên Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyyê, endamên komên aştiyê yên 1999an hatine Tirkiyê, Nivîskar Ahmet Tellî, Rojnameger Ece Temelkuran, Cîgirê Serokê Giştî yê ODPê Haydar Îlkel, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist Mustafa Kahya û gelek nivîskar, rewşenbîr jî hatin Silopiyê. Hevserokên DTP'ê, parlamenter û şandên din ber bi Der'yê Sînor ê Xaburê ketin rê.

çavkani: Rudaw

No comments:

Post a Comment