Friday, October 23, 2009

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK'Ê BOZAN TEKÎN:DAXUYANIYA ERDOGAN TEHDÎTA KOMKUJIYÊ YE

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK'Ê BOZAN TEKÎN:DAXUYANIYA ERDOGAN TEHDÎTA KOMKUJIYÊ YE
Roj TV:
Konseya Rêveber a KCKê di cih de bersiveke tund da van daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk. Endamê Konseya Rêveber a KCKê Bozan Tekîn got, ew van daxuyaniyan weke gefxwarina ji bo kuştinan û provakasyonê dibînin. Bozan xwe-ranegirtina li daxwaza gelê Kurd a aştiyê jî weke xwe-dana-der a niyeta AKPê û derdorên din bi nav kir.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK'Ê BOZAN TEKÎN:
DAXUYANIYA ERDOGAN TEHDÎTA KOMKUJIYÊ YE Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn, îro bersiv dan pirsên bernameya televizyona me Roj Aktuelê.... Tekîn, ji ber ku xwe li pêşwazîkirina bi mîlyonan kesî ya komên aştiyê ranegirtin, li dijî daxuyaniya rayedarên dewletê nerazîbûneke tûnd nîşan da... Tekîn ev pirs kir, "Gelo dîrok xwe dubare dike" û got, Serokwezîrê Tikriyê Erdogan ê heta doh behsa aştiyê dikir, ji nişkê ve dest bi dayîna daxuyaniyên gefxwarinê kir. "Em van daxuyaniyan weke tehdîta komkujiyan dibînin. Ji nû ve destpê kirin tê çi maneyê. Em bi awayekî vekirî dipirsin. Hûn gefan li kê dixwin. Hûn dikarin bikin. Belê em vegerin destpêkê. Hûn dest bi komkujiyên xwe bikin. Lê ji bîr nekin ku gelê Kurd û tevgera wî tevî komkujiyên we, hatiye vê rojê. Ev têkoşîn ne bi xêra we hatiye vê rojê. Eger îro bi mîlyonan kes radibin ser piyan, ev bi hewldanên we ne bûye, ev yek bi saya têkoşîna gelê Kurd pêk hatiye. Em bi awayekî eşkere vê dibêjin, daxuyaniyên Serokwezîr û Serok-komar provokasyon in. Wezîrê Karê Hundur ev daxuyanî temam kirin. Bi heman awayî Fermandariya Giştî jî daxuyanî da." Bozan Tekîn da zanîn ku ew ji gefên ti kesî natirsin û ew ê li hemberî ti êrîşan stûyê xwe jî netewînin... Tekîn, diyar kir ku gelê Kurd û tevgera wî xwedî wê hêzêne ku xwe biparêzin. Bozan Tekîn, di vê dema ku destê aştiyê dirêjkirine de û hevalên xwe weke qasidên aştiyê şandine, daxuyaniyên bi vî rengî weke provokasyon binav kir.. Tekîn sedema van daxuyaniya jî, weha rava kir:

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK'Ê BOZAN TEKÎN:
ÇIMA XWE LI COŞA BI MÎLYONAN KESAN RANAGIRIN?

"Gelê Kurdistanê, xwepêşandanên kêfxweşiyê li dar dixe. Ma gelo nabe ku ev gel kêfxweş bibe? Bi salane zarokên xwe yên nedîtine, himbêz dikin. Çima vê yekê zêde dibînin. Ma mafê gelekî yê herî rewa jiyana di nava aştiyê de nîne? Gelê Kurdistanê, ji bilî aşiyê tiştekî din negot. Tevî vê yekê jî, daxwaza aştiyê weke provokasyon nirxandin, tê maneya xweranegirtina li gelê Kurdistanê. Bi vê yekê re niyeta AKP'ê û hin derdorên şerxwaz derkete holê." Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn diyar kir ku tevgera wan bi pêşengiya rêberê xwe Ocalan semîmiyeta xwe ya çareseriyê nîşan daye û weha got, "Niha dor a wan e. Divê gavên berbiçav werin avêtin."... Tekîn, bang li gelê Kurd kir da ku koma aştiyê ya ji Ewrûpayê jî bi coşeke mezin pêşwazî bike û xwest ev pêşwazîkirin neyê astengkirin.. Tekîn herweha bang li hêzên demokrasiyê jî kir da ku li dijî provokasyonan rawestin..

No comments:

Post a Comment