Thursday, October 22, 2009

VOA: Di 46. Festivala Purteqala Zêrîn ya Antalya da du fîlmên Kurdî xelat wergirtin

Go to fullsize image



Filmê bi navê "Min dît" ku di nîşandana wê da pêvçûnên devokî derketibûn xelata "Şîyan û Kanînên Xurt wergirt ku bo derhênerê wê hate pêşkêş kirin.

Filmê "Du Ziman û Yek Çente" anku bi Turkî "Îkî Dîl Bîr Bavûl" ku ji alîyê derhêneran Ozgur Doxan û Orhan Eskîkoy hatîye rêvebirin bi awayeke neçaverê kirî xelata baştirîn filmê yekê wergirt. Filîm qala çîroka mamosteyekî Turk dike ku bo mamostetî diçe gundekî Kurdan.

Filîm li ser têkelîyên mamosteyê Turk û xwendekarên Kurd disekine ku herdu jî ji hevdu fam nakin. Zehmetîyên zarokên Kurd ku bi zimanekî biyanî dixwînin û pirsa mafên perwerdeya bi zimanê zikmakî jî di filmî de bi awayekî xweşik tê pêş çavên temaşevanên sînemayê.

Hêjayî gotinê ye ku filmê "Du ziman û Yek Çente"li 16. Festival filmên Adanayê xelata taybet ya Yilmaz Guney û herwiha baştirîn filmê Komeleya Nivîskarên Sînemaya SÎYAD jî qazanc kir. Ev filîmê "Îkî Dîl Bîr Bavûl" herwisa di Festival Fîlmên Rojhilata Navîn da xelata baştirîn filmê belgeyî yê Rojhilata Navîn jî wergirt.

Filîm di 22ê meha deh-Cotmehê de li Turkîye li bajêrên Stenbol, Ankara, Diyarbekir, Îzmîr, Adana, Bursa, Îzmît, Van, Eskîşehîr û li Mêrsînê dê bête nîşandan.


No comments:

Post a Comment