Friday, October 23, 2009

Rudaw.Net: 'Bila Li Ser Dermanan Zimanê Kurdî Jî Bê Zêdekirin'

Rûdawnet – Diyarbekir: Bi serpereştiya Odeya Pizîşkan a Diyarbekirê (DTO) û beşdarbûna pisporên navxwe û navneteweyî li Birca Bizinê 1mîn "Rojên Pizîşkî yên Mezopotamya" bi resepsyonekê destpêkir. Di resepsyonê de hat diyarkirin ku pêwiste bi zimanê nexxweşan li nexweşan bê guhdarkirin. 1mîn "Rojên Pizîşkî yên Mezopotamya" şevê din li Birca Bizinê bi resepsiyonekê destpêkir. Di resepsiyonê de ligel doktorên ku ji Îran, Iraq, Suriye û Elmanya hatibûn Serokê Yekîtiya Odeyan a Pizîşkên Tirk Prof. Dr. Gencay Gursoy Hevseroka DTPê Emîne Ayna, Şaredarê Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Osman Baydemîr amade bûn. Di resepsiyonê de pankarta bi Kurdî û Tirkî "Ji tenduristî û azadiyê tasaruf nayên kirin" hat vekirin. Serokê Odeya Pizîşkan a Diyarbekirê Selçuk Mizrakli resepsyon bi zimanê İngilîzî vekir. Serokê rûmetê yê Odeya Pizîşkan Dr. Tarik Ziya Ekîncî jî bi Kurdî dest bi axaftinê kir û bi Tirkî dirêjî pê da. 'Kurdan Tib'a nûjen pir dereng nas kirin' Dr. Tarik Ziya Ekîncî, ragehand ku kongre xwedan wateyeke dîrokî ye û got: "Ez hevîdarim doktorên Kurd wê di vê kongrê de serkeftî derkevin. Civaka Kurd heta demeke nêzîk di nav tarîtiyê de man û derbasî serdema ronahiyê nebibûn. Bi salane li Kurdistanê pîşesazî û teknolojî pêş neketiye. Heta niha çandinî û çotkariya kevn serdestî dikir. Lewra Kurdan zêdetir jiyana gund û çolê bijart. Pir dereng ji tibê û teknolojiya nûjen sûd wergirtin." Ekînci, da zanîn ku li herêmê ji ber doktor bi Kurdî nizanin pirsgirêkên mezin çêdibin lê wî di temenê xwe de hertim bi Kurdî li guhdariya nexweşan kiriye û gelek sûd jê wergirtiye. 'Bila li ser dermanan zimanê Kurdî jî bê zêdekirin' Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr jî bi Kurdî axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya kongreya "Li Mezopotamya Rojên Tibê". Baydemîr, diyar kir ku rê li pêşiya ziman vekirine ku karibin êş û derdên xwe bi zimanê xwe bêjin û axaftina xwe wiha qedand: ''Me karî xwîneke nû bidin ziman. Ev xwîna nû dê ziman zindî bike û ruh bide ziman. Dema ji bo nexweşiyekê bizîşk biçin cem nexweşan divê em bi zimanê nexweş lê guhdar bikin. Herwiha divê Kurdî jî li ser reçete û dermanan bê zêdekirin." Serokê Yekîtiya Odeyan a Pizîşkên Tirk Prof. Dr. Gencay Gursoy jî, bibîrxist ku ev demeke dirêj e Kurd û Tirk ligel hev dijîn, lê ew nizane bi Kurdî û vêna jî wek şermeke mezin dibîne.

No comments:

Post a Comment