Sunday, October 25, 2009

Roj TV: Hatina 3'yemîn Koma Aştiyê taloq bû

Hatina 3'yemîn Koma Aştiyê taloq bû
Hatina 3'yemîn Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya dê di 28'e cotmehê de ji Ewropayê bihata, taloq bû. Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zumeyîr Aydar diyar kir ku ji bo şandina komê hemû amadekariyên xwe kirine bes Tirkiyeyê deriyê xwe ji aştiyê re girtiye. Aydar anî ziman ku şandina komê taloq kirine.

Aydar ku beşdarî bultena nûçeyan a Roj TV'yê bû, diyar kir ku biryara şandina komê li ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla wan ve hatiye dayîn û Tirkiye nikare çûyîna wan taloq bike. Aydar gotinên Erdogan ên wekî, "Qeyrana baweriyê heye" bi bîr xistin û wiha got: "Wan bi xwe xwestin ku kom biçin. Me jî xwest ku bingeha vê yekê amade bikin. Lê wan dixwest teslîmiyet pêk bê. Dixwestin bi vê yekê fayde bi dest bixin. Bes li hemberî xwedîlêderketina gelê kurd hesabên wan xirab bûn. Li ser vê yekê vîze nedane hevalên me yên biçin Tirkiyeyê. Ji be vê yekê jî kes bi zorê naçe wir. Hevalên me yên çûyîn jî bi zelalî aşkera kirin ku ji bo teslîmiyetê naçin."

'Tirkiyeyê deriyê xwe li aştiyê girt'

Aydar anî ziman ku ji bo bangawaziya Ocalan bi sedan kesî serlêdan kirine û wiha domand: "Ji nav van 15 kes hatin hilbijartin. Amadekarî hatin temam kirin. Bes Tirkiyeyê niha deriyê xwe girtiye. Me dê hevalên xwe piştî daxuyaniyekê di 28'ê cotmehê bişanda. Bes hewceyiya hevalên me bi vîzeyê heye. Ji ber ku miltecîne di paseporta wan de ji bilî Tirkiyeyê dikarin biçin her derê. Lê konsolosiya Tirkiyeyê daxuyand ku vîze nadin. Ev yek jî nîşan dide ku Tirkiyeyê deriyên xwe ji aştiyê re girtine. Kes bi riyên qaçax naçe wir."

'Em mecbûr nînin kesî bişînin'

Aydar derbirî ku lazim Tirkiye deriyên xwe vekin û wiha domand: "Em jî neçar û mecbûr nînin kesî bişînin. Kes naçe bi zorê li deriyê wan naxe û nabêje min hildin. Me dixwest em bişînin lê wan deriyên xwe li aştiyê girtin. Me ji ber vê yekê çûyîna komê taloq kir. Lazim e hevalên me yên biçin neyên girtin. Divê rewşek bikaribin xizmeta aştiyê bikin bê afirandin. Em di rewşek wiha de komê naşînin." Aydar diyar kir ku dê daxuyaniya ji bo çûyîna komê bidana jî betal nekin. Aydar diyar kir ku helwesta hikûmetê pêvajo asteng kiriye.

No comments:

Post a Comment