Monday, October 26, 2009

Nêçîrvan Barzanî Bo Rûdawê: Bo Serkeftina Proseya Aştiyê Divê PKK Dest Ji Reftarên Provaktîf Berde !!!

Nêçîrvan Barzanî Bo Rûdawê: Bo Serkeftina Proseya Aştiyê Divê PKK Dest Ji Reftarên Provaktîf Berde
‘Şandina Grubên Aştiyê Ji Aliyê PKKê ve Pêngaveke Pîroz Bû’
Rûdaw – Taybet: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêngavên Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyê yên ku derbarê ‘Vebûna Kurd’ de avêtine ‘’erênî’’ dibîne û hişyarî jî dide PKKê bi wêya reftarên provaktîf proseyê ji derb dixe û helwêstên şovenîst û dijminên proseyê jî bihêz dike. Derbarê pêşketinên dawî yên li Tirkiyê û şandina dû Grûbên Aştiyê ji aliyê PKKê ve bo Tirkiyê, Nêçîrvan Barzanî bersiva çend pirsên Rûdawê da û got: ‘’Em bi wan pêngavên ji aliyê Tirkiyê ve tên avêtin bo ‘Vebûna Kurd’ li wî welatî û çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyê pir kêfxweş in û em dixwazin ew pêngavên han bên berfirehtir kirin. Herwiha em pêngava çûna Grubên Aştiyê baş dibînin û destpêkeke girîng e. Lê tevgerkirina liserxwe û mantiqî jî pir pêwist e. Jiber dîrokeke wê pirsgirêkê ya xwînavî heye û bi şev û rojekê çareser nabe. Lewra em rêz li pêngavên Birêz Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul û Birêz Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan digrin, ku piştî 80 sal înkarkirina bûna Kurd li Tirkiyê, wan pêngavan bo vekirina siyaseta Tirkiyê ya beramber Kurd diavêjin, bi rastî pêngavên wan hêjayê wê yekê ne ji aliyê hemû Kurdan ve piştgirî lê bê kirin.’’ Li ser pirseke din a Rûdawê derheqê wêya Tirkiye vîze neda Gruba Sêyem a Aştiyê ku biryar bû ji Ewrûpa vegere Tirkiyê, herwiha piştî gerandina wan herdû Grûbên Aştiyê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê, hêzên dijber û şovenîst yên Tirkiyê jî çendîn xwepêşandan dijî wê proseyê dan destpêkirin, lewra hest bi wê yekê tê kirin paşdevekişînek heye, Nêçîrvan Barzanî wiha bersiv da: ‘’Şandina Grubên Aştiyê ji aliyê PKKê ve karekî baş bû, pêngaveke pîroz bû di rêya aştiyê de, lê şêwazê şandina wan provaktîf bû, pêwist e PKK bi awayekî mantiqî û aqilane tevbigere, ji ber pêwist e PKK pêngava şandina wan gruban bo bihezkirina proseya vebûna niha ya li Tirkiyê bikarbîne, bo bihev re jiyana Kurd û Tirk bikarbîne, ne ji bo hejandina raya giştî ya Tirkiyê dijî proseyê û bihêzkirina wayên dijî proseyê ne. Ew 36 kesên hatine şandin, bi azadî çûn welatê xwe, loma bo berfirehkirina proseyê divê PKK li pêngavên din bifikire, ne ku reftarên provaktîf.’’ Sala 1999an dû grub, grubek ji Ewrûpa û grubeke din ji çiyan ku ji 8 gerîllayan pêk dihat li ser daxwaza Serokê PKKê Abdullah Ocalan çûn Tirkiyê, lê wê demê herdû grub yekser avêtin zîndanê û heta niha jî hinek ji wan her di zîndanê de ne. Berî çûna wan gruban bi rojekê bo Tirkiyê (19.10.2009) Endamê Konseya Serokatiya PKKê Duran Kalkan di daxwiyaniyekê de bo Rûdawê got: ‘’Em dizanin Tirkiye van Grubên Aştiyê jî dixe zîndanê, lê ji bo em amadebûna xwe ya bo aştiyê îspat bikin wan dişînin Tirkiyê.’’ Lê belê ji xeynî lêkolîneke çend demjimêrî kes ji wan 36 kesan heta niha jî nehatiye girtin, ligel ku hinek ji wan bi cilên gerîlla heta bi Diyarbekirê jî çûn. Di berdewamiya daxwiyaniya xwe de bo Rûdawê Neçîrvan Barzanî axaftina xwe wiha qedand: ‘’Em hêvîdar in PKK ji bo serxistina wê proseyê, dest ji hemû karekî provaktîf berde, em hêvîdar in ew reftarên wiha dûbare nebin, da bi wan reftaran nebin sedema ragirtina wê proseyê ku dijminên wê pir in, ji ber bi wan reftaran dibin sedema jikarxistina hewldanên wan hemû kes û navendên hewla çareserkirineke siyasî û aştiyane ya pirsgiraka Kurd didin li Tirkiyê û herwiha dibe hevkariya wan kesan jî ku naxwazin û ne di berjewendiya wan de ye pirsgirêka Kurd li Tirkiyê bê çareser kirin.’’

No comments:

Post a Comment