Wednesday, October 7, 2009

Daristanên Rojhilatê Kurdistanê Tên Şewitandin

Merîwan – Xweza û darisatanên bedew ên Rojhilatê Kurdistanê dibin armanca şewitandina hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û xwezaya vî parçeyê Kurdistanê bi agirberdanê tê wêrankirin.

Ev çend meh dibe gelek daristan û zozanên bajarên Merîwan, Kamyaran, Newsûd, Pawe, Hewraman û htd..., bi taybet xwezaya çiyayê bilind yê Şaho tê şewitandin û sirûşta rengîn a wan bajarên Kurdistanê dibe armanca êrîşan. Di çend mehên borî de, hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ku berdewam li wan cihan manore û meşqa leşkerî û lêgerînê dikin, bê sedem, zozan, daristan û çêrîngehên bajarên Kurdistanê topbaran dikin an agir berdidinê. Hêzên dewleta Îranê herî zêde daristanan dişewitînin.

Ligel rexne û nerazîbûna xelkê van deverên Rojhilatê Kurdistanê, hêzên çekdar û leşkerî li ser wî karê xwe berdewam in û tu balekê nadin wan rexne û nerazîbûnan.


çavkani:Rudaw

Di hefteya borî de, hêzên dewleta Îranê çendîn zozan, çêrîngeh û daristanên devera Bêlewer û çiyayê Şaho bi agirê top û xumpareyên xwe şewitandine.

Ji ber van kiryarên dewleta Îranê, pez û heywanên gundiyên van deveran bê çêrîngeh mane û piraniya wan cihan tenê wek zeviyeke reş maye û ew nikarin bikar bînin. Ji xeynî şewitandin û jinavbirina xwezaya bedew û rengîn a Kurdistanê, vêna xisareke zêde gihandiye ajelvanan jî.

Li Rojhilatê Kurdistanê çendîn komele û saziyên navdewletî (NGO) ên parêzarên jîngehê hene, lê dewlet xebatên wan asteng dike. Ew rêxistin û komele şewitandina daristan û zozanên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dewletê ve şermezar dikin.

Civata Kesk a Çiya ku saziyeke ne fermî ya parêzerê jîngehê li bajarê Merîwanê ye, diyar kir, tenê di meha borî de, herî kêm li gund û deverên derdora Bajarê Merîwan, 60 cihên giring ên wî bajarî hatine şewitandin.

Civata Kesk di daxwiyaniyekê de, şewitandina dar û daristanên Kurdistanê wek bêwijdanî bi mirovahiyê dihesibîne. Di beşekî daxwiyaniya kurt a Civata Çiya de hatiye: “Agirê nezaniyê cesteyê sirûşt û daristanên Merîwanê daye ber agir û dişewitîne. Dema çend sal dibe daristanên Merîwan ji ber dilreqiya bêrehmane û bêwijdaniyê xistine ber êrîşên xwe. Tenê di meha borî de agir li zêdeyî 60 cih li daristanên herêma Merîwan hatiye berdan û şewitîne.”

Civata Kesk û Çiya di berdewamiya daxwiyaniyê de, di gel şermezarkirina vê trajediyê, daxwaz ji hemû xelkê xwedî wijdan û dilsozê xweza û sirûşta nîştiman dike ku beramberî vê kiryara qirêj xwe berpirs bizanin û li her cihekê agir dîtin, di dema herî zû de wan agiran bitemirînin. Lê rêjeya agirberdanan ew qas zêde û berfireh e ku temirandina wan sermaye û hêzeke zêde dixwaze.

Di rewşekê de ku xwedîderketin û parastina jîngeh û xwezayê, erk û wezîfa eslî û zatî ya Rêxistina Parêzerê Jîngehê ye, di hewlêsteke ecêb û balkêş de, Serokê Rêxsitina Parastina Jîngehê ya Parêzgeha Kurdistanê, da zanîn, temirandina agirberdanên daristanên Merîwanê ne erkê wê saziyê ye!

Serokê Rêxsitina Parastina Jîngehê ya Parêzgeha Kurdistanê Xêyrulah Muradî di hevpeyvînekê de bo Ajansa Nûçeyan a “ILNA”, derbarê wêya çima bo temirandina agirberdanên daristanên Merîwanê de tu gavekê navêjin, wiha axifî: “Temirandina agir li vê herêmê ne karê Rêxsitina Parastina Jîngehê ye û tu berpirsyariyeke me di vê derbarê e tune, ew kar erkê Rêxistina daristan û Zozanan e, ne yê me.”!

Li gel ku hemû îmkanatên dewletê di bin destê vê rêxistinê de ye, lê di dema agirberdana daristanên Kurdistanê de, bi taybet yên bajarê Merîwan, qet yek ji wan herdû saziyên dewletî gavekê navêjin û her yek ji wan wê berpirsyariyê dixe stoyê ya din.

No comments:

Post a Comment