Tuesday, October 6, 2009

Turk: Tezkereyê erê nekin webala wê mezin e

Turk: Tezkereyê erê nekin webala wê mezin e

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk diyar kir ku Tirkiye hewildide cudahiyan hilde nav xwe û bi biryartir pêş bikeve û wiha got: "Ligel hemû kêmasî û têkiliyên li ser parastina statukoyê jî em dixwazin bawer bikin ku hewildana kurd ber bi çareseriyek mayîn de ve biçe." Turk balkişand ser tezkereya destûrê dide operasyona dersînor jî nirxand û banga, "Tezkereyê erê nekin. Webala wê dê pir zêde be. Destûrê nedin şer" li parlementeran û partiyan kir.

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk di civîna koma partiyê de geşedanên demên dawîn ên Tirkiyeyê û siyasî nirxandin. Turk bi sersaxî xwestina ji bo damezirînerê DTP'ê Yusuf Karataş ku di encama qeyrana dil de hefteya borî jiyana xwe ji dest dabû, dest bi axaftina xwe kir. Turk ji Serokê Giştî yê DÎSK'ê Suleyman Çelebî ku rastî êrîşa çekdarî hat re sersaxî xwest. Turk diyar kir ku bi kongreyê xwe ji dema pêş re amade kirine û wiha axivî: "Ligel hemû zordariyan jî em wekî Prometheus xwe nû dikin û ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin. Ligel hemû derdorên cuda yên alîgirên aştî, demokrasî azadiyê yên Tirkiyeyê me têkoşîna azadiyê û demokrasiyê heta astekê aniye. Ku îro encama pergala elît hatibe ev encama têkoşîna me ye. DTP di encama pirsgirêkên Tirkiyeyê yên ji ber pirsgirêka kurd derketine holê bi mîsyonekê hatiye avakirin. Em niha pêve dê bi vîzyonek berfirehtir vê wezîfeyê bimeşînin. Em hewil didin derdorên cuda jî hildin nav xwe. DTP ji bo jiyanet adîlanet, aştiyane, baştir û xweştir têdikoşe."

'Em dixwazin bawer bikin'

Turk anî ziman ku DTP'ê di kongreya dawiyê de ji bo bibe partiya hemû demokratên radîkal vîzyona xwe guherandiye û berpirsyarî girtiye. Turk ev tişt gotin: "Partiya me li ser hewceyiya çareseriya pirsirêkên gelên Tirkiyeyê bûye xwedî vîzyonek berfirehtir. Ez li hemû dost, rêheval û gelan pîroz dikim. Ez hêvîdarim em dê baştir pêşengiya daxwazên biratî, aştî û wekheviyê bikin." Turk hewildana çareseriya pirsgirêka kurd jî bi bîr xist û wiha domand: "Ev 3 mehe Tirkiye vê mijarê nîqaş dike. Gelek derdor bi vê hewildanê hêvîdar bûn. Ji bo ev pêvajo ber bi aştiyek mayînde ve biçe em hêj hêvîdariya xwe diparêzin. Em dixwazin bawer bikin û hêvîdar bin. Di destpêka hewildanê de mandiqe 'Pirsgirêkan dibîne û dixwaze çarser bike' derketibû holê. Em dixwazin hêj vî mantiqî bawer bikin. Têkoşîna demokrasiyê kevneşopiyek partiya me ye. Yên teral çû hêvîdar dibin û zû jî hêviyên wan dişkîn. Lê têkoşer tu caran hêviyan bi dawî nakin. Hêvî têkoşîna me û gelê me ye. Em her tim hêvîdar bûn û niha jî hêvîdar in. Ku ev hewildana demokratîk bersivê bide pirsgirêkên mezin ên Tirkiyeyê û xizmeta demokrasiyê bike dê bigihe armanca xwe. Lê ku tenê li şûna hewceyiyên gel ji bo restorekirina têkçûyîna dewletê bê kirin ev xapandine. Pergal hatiye astek wisa kes tehamûlî vê pergalê nake. Ku armanca restorekirin û domandina vê ferasetê me rayagiştî ya demokratîk a Tirkiyeyê vê yekê qebûl nake. Em dê muhalefeta xwe ya erênî bidomînin û hewla aştiyê bidin. Lê xapandinek be, lîstikenk bi hestên gel be dê gelek tiştên xirab çê bibin."

'Bi sedan zarokên me muameleya terorîstan dibînin'

Li ser mijarê Turk diyar kir ku helwestek wêrekî derkeve holê DTP dê piştgiriyê bide û wiha pêde çû: "Ne tenê piştgirî ku gav bên avêtin em dê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û aktîf têbikoşin. Lê li şûna gavên çareseriyê bûyerên demên dawî yên trajîk şokê bi me didin jiyîn. Qetilkirina Ceylan Onkol li holê ye. Aşkera ye ku hawan ji qereqolê hatiye. Hikûmet dê vê yekê çawa aşkera bike? Qetilkirine wiha hovane heta niha çima nehatiye lêkolîn kirin? Kî dikare hovîtiyek wiha bike? Çiqas berpirsyar hatine binçavkirin? Daxuyaniyek civaka me îkna bike hatiye dayîn? Duh Roja Zarokan a Cîhanê bû. Bi sedan zarokên me muameleya terorîstan dibînin. Rêveberiyek li hemberî zarokan ev qas zalîm, çav sor dê kîjan çareseriyê bîne? Lazim e ev di zûtirîn demê de bê rawestandin. Hefteya berî niha Lijneya Ceza ya Giştî ya Dadgeha Bilind biryarek mirov matmayî dihêle da. Êdî bi hinceta 'Şert û mercên herêmê' leşker û polîs dê bikaribin kurdan bikijin. Li kîjan welatî ev feraset heye? Li kîjan welatî ev cudakariya di navbera herêman de heye? Ka ev welat welatek hiqûqê bû? Kî dê bersivê bide van pirsan. Dema em bersivê didin em dibin cudakar."

'Hikûmet gavên xwe li gorî neteweperestan kifş dike'

Têkildarî darizandina DTP'yiyan de jî Turk diyar kir ku hemû dozên derbarê wan de ji ber azadiya ramanê hatine vekirin û wiha got: "Zagona li gorî xwe berfireh şîrove dikin û bêdadiyê dikin. Hikûmetê ev mijar daye destpêkirin. Wezareta Dadê ji bo darizandinê me li Dadgeha Bilind gilî kirin. Krîz li ser vê yekê derket. Hikûmetek li hemberî van mijaran gavek naavêje dê çawa hewildana kurd bimeşîne. Hikûmetek wiha newrok dê çawa mijarek wekî pirsgirêka kurd çareser bike. Pêk hatina bi derdorên çareseriyê naxwazin, nabe çareserî. Lazim e hikûmet kesên çareseriyên ber bi çav pêşniyar dikin, esas bigire. Li şûna gavên bên avêtin gavên nayên avêtin tên nîqaş kirin. Ew çi ne? Makezagon nayê guherandin. Serokwezîr dibêje bi vê meclisê makezagon zehmet e. Bila bimîne. Cardin operasyonên dibin sedema mirinan rawestiyan e? Na. Zêdetir bûne. Li şûna bi muhatabên siyasî yên kurdan re diyalogê pêş bixin, li hemberî partiya me operasyonan pêk tînin. Dê çawa hewildana kurda bimeşe. Pirsgirêkek wekî pirsgirêka kurd bi polîtîkayên rojane nayê çareser kirin. Lazim e çareseriyek hevpar bê meşandin. Îradeya siyasî lazim e. Lê bixabin em niha îradeyek wiha nabînin. Serokwezîr dibêje 'Bedel çibe bila bibe' lê gavên li gorî vê nayên avêtin. DTP di vî warî de xwedî tecrûbeyek mezin e ji bo çareseriyê. Lê DTP derveyî mijarê digirin. Hikûmet bi tirsonek gavên xwe li gorî nijadperestan kifş dike."

'Bi makeqanûna hemû kesî tirk dihesibîne, rengên cuda nayên himêzkirin'

Turk, diyar kir ku di pêvajoya çareserkirina pirsgirêkê tê nîqaşkirin de, girîngiyê didin axaftina Serokomar a vekirina Meclîs û wiha got: "Birêz Serokomar di axaftina xwe de, hemanên demokrasiyê, nasnameyên cûda û jiyana çandên cûda a bi hevre anî ziman. Rotaya ku lazime Tirkiye bikevê û guherîna makeqanûnî îma kir. Ez dixwazim çend mesajên din jî bi were parvebikim. Mînak di axaftina xwe de got, 'Dewlta demokratîk, cûdahiyan di yek qalibekî naherifîne û nake yên din. Hemu kesan bi nirxên wan ve dixe bin ewlehiyê.' Ev nirxandin girîng e. Lê di makeqanûna li Tirkiyeya niha de, misogerkirina cûdahiyan ma heye? Cûdahî dibin ewlehiyê dene, an jî roj bi roj dibin pêkutî û bijaftinê dene? Axaftina birez Serokomar û makeqanûna niha a 12'ê Îlonê li hemberî hev ji bingeh de, di nava dijberiyekê deye. Wekî tê zanîn di Xala 66'emîn a Makeqanûnê de îfadeya 'Hemû kesên ku welatiyên Komara Tirkiyeyê neTirk in' heye. Makeqanûnek ku hemû kesî tirk dihesibîne, ma karê cûdahiyan himêz bike? kesan dikare bi nirxên wan ve bi parêze."

'Em bag li meclîsê dikin ku bi projeyên wêrek derkevin'

Turk, destnîşan kir ku xala mekazagonê ya 14'emin azadiya parlementeran a sîyasî asteng dike û divê ev xala makezagonê ji holê rabe. Turk wiha axivî: "Îro dixwazin bi vê xalê mafê me yê siyasetê ji destê me bigrin. Em vê zagone demokratîk nabînin. Xalên makezagonê yên wekî 14'emîn û 83'emîn dinava aloziyekê deye. Xala 127'an a makezagonê rêveberiya herêmê dixe bin destê navendê û rêveberiya herêmî bê vîn dihêle. Ev yek jî li dijî demokrasiyê ye. Brêz, Serokomar Gul qala demokrasiyê dike, lê bi van xalên makezagonê demokrasî pêk nayê. Divê hikûmet ji bo reforma mekezagonan projeye nûjen dêxin rojeva meclîsê.

'Barê teskereyê giran e'

Turk, bibîrxist ku di vê pêvajoya ku pirsgirêka kurd tê niqaş kirin de biryara teskereyê mirovan tixe nava fikaran û wiha axivî: "Vekirina meclîsê bi biryara teskereyê dest pê dike. Ev ne nîşaneya xêrê ye. Ev yek bextreşî ye. Diviya bû meclîs li şûna biryara şer ji bo hewildanên aştiyê tev bigeriya. Parlemento ne cihê pirsgirêkan, cihê çareseriyê ye. Lê mixabin em dibînin ev yek li dijî rastiyêye. Heta niha Tirkiyeyê 25 caran operasyonên dersînor li dar xistin, lê tu tişt bi dest nexistin. Ji 100'î zêdetir operasyonên hewayî û bejayî pêk anîn. Di encamê de pirsgirêka kurd çareser nebû, PKK tune nebû. Divê beriya ku vê mijarê bînin rojevê paşeroja xwe li ber çavan derbas bikin û van pirsana ji xwe bikin. Ev biryarên ku paşerojê li ber çavan nagirin û têne stendin zirarek mezin didin aboriya Tirkiyeyê.

'Em dê ji teskereyê re bêjin na'

Turk, bang li her kesî kir û xwest her kes li hemberi biryara ku rê li pêşiya kuştinê veke biryara teskereyê derkevin û li dijî vê biryarê tê bikoşin. Turk, da zanîn ku biryara teskereyê dê bêtir kuştin û rijandina xwînê zêde bike û wiha dom kir: "Divê berî her tiştî Serokwezîr Recep Tayip Erdogan xwe ji nava nakokiyan xilas bike. Dê hefteyekê bêje aşitî û hefteya din jî bêje şer. Ev rê li pêşiya çareseriyê venake. Divê Erdogan biryara xwe zelal bike. An divê alîgirê şer be, an jî alîgirê aşitiyê be. Lîstika li herdu aliyan çênabe. Helwesta me ya li hemberî teskereyê zelal e. Em dê dîsa ji teskereyê re bêjin na. Em wekî koma DTP'ê tim û tim li hemberî şer û xwînrijandinê ne. Heta ku hêza me hebe em dê ji bo aşitiyê têbikoşin. Hêviya me û baweriya me heye ku dê aşîtî bi ser bikeve." Turk, anî ziman ku armanca wan aşitî, eladet û demokrasiyê li vî welatê pêş bixin û hewildana wan li ser vî esasî pêş dikeve.

çavkani:Roj TV

No comments:

Post a Comment